Ev bayê nerim ku di navbera Kurdên Rojava de hebû diyare ku tê guherîn, ev ba ji ber hinek şert û merca çêbû. Lê belê Rêveberiya Rojava carek dî zivirî rêveberiya PKK ê û Mezlûm Ebdî jî wek Şahîn Cîlo tev digere.
Şewitandina nivîsgehên ENKS ê, û li ser hevdîtina nêrînên nihênî yên rêveberiya rojava, û helwesta Mezlûm Ebdî li himber şehîd xistina pêşmergeyekê li Amêdîyê û herî dawî jî pevçûna li Pêşabûrê rû day têbînîyên girîngin.
Pevçûna Pêşabûrê ji encamê plana PKK ê ya hilweşandina Herêma Kurdistanê çêbû
Bûyera Pêşabûrê ya şeva 16/12/2020an ku armanc jê dest danîne ser navçeya Sihêla bo ne ji encamê tênegehiştinê çêbûye, ev bûyer sehneyek ji plana PKK ê ye. Sihêla qadekî pirr girînge. Li milekê plana Îraqê, li milekê din pilana Tirkiya heye ku bikin destê xwe de, Sihêla tê wê wateyê ku ji deriyê Îbrahîm Xelîl heya Şengalê desthilatdariya sînore. Cihekî ew qas hesas û pêvajoyekî hesas de derketina pevçûnekê ne tesadufe. Tê wê wateyê ku dibêjin me li vê derê jî hêz heye.
PKK e ev şeva ku li vê derê pevçûn derket, dikaribû hêzên xwe ji cihekî dî derbas bike daku çavdêriya pêşmerge li ser wan nebe. Lê belê diyare ku ew ya bi zanebûn xwestin pêşmerge tehrîk bikin, an jî xwestin bêjin ku emê weke xwe tevbigerin, hûn jî nikarin dengê xwe ji me re bikin. Yan jî her du armanc bi hevre meşandine, anku gotine emê bê deng derbas bin eger deng nekirin emê li vê derê vî tiştî dubare bikin.
PKK e heger însan cara yekê li dijî wê helwestê wernegire, soîstîfadê dike û di vê mijarê de pispore, heger carekê rê da û rûda hûn destê xwe bidenê, ewê milê we ji we bistîne, heger wê şevê pêşmerge helwest li himberî wan nîşan nedabaye PKK guhdariya çi qanûn û çi pirensîba ne dikir û PKK e da vê derê ji xwe re bike kurîdora xwe, gelo li wê şevê kîjan hêz bû li Pêşabûrê derbas bûy?
YPG e dibêje, “ew hêzên Bakur ku li şerê DAIŞ ê de alîkariya me kirbû, vedigerîn cihê xwe. Kesên ku ji wê derê derbas dibûn hêzekî PKK ê bû ku li ser çekên giran û teqemenî pispor bûn. PKK e jiberku dixwaze li Biharê êrîşî pêşmerge bike, van hêzên pispor hêdî hêdî ji rojava tîne qada Başûrê Kurdistanê. Û ev hêze dixwazin heya Biharê cugrafî ya navçeyê nas bikin û aliyê fikrî jî hazr bin daku li Biharê êrîşî Herêma Kurdistanê bikin.
Vê grûpê dema xwest bi qaçaxî sînor derbas bikin û pêşmerge hişyarî da û rêgirî kir, ne ji milê Rojava ji milê Başûr li çiyayê Spî ji wan re telîmat çû û gotin ku êrîşî pêşmerge bikin, yanî biryara êrîşkirina pêşmerge raste rast ji bal PKK ê ve hat dayîn.
Pevçûna Pêşabûrê, YPG e û HSD e jî di gelek aliyan de asteng kirin. HSD ê xwest ew PKK e yên radîkal yên di nava xwe de bê deng bike û li milekî jî xwest ku bi hêzên ser bi wezareta pêşmerge jî li jêr de lihevhatinekê çêke û meselê qepat bike. Ji ber vê yekê jî piştî 24 saet li ser bûyerê derbas bûy ancax karî daxuyaniyekê bide, lê belê di daxuyaniya xwe de jî YPG ê xwest hemû heqîqeta înkar bike û xwe mafdar derxe. Bila YPG e baş bizane ku daxuyanî ji boy xapandina raya giştî belke bi bandor be, lê belê ew hêzên koalîsyonê ku hemû bûyer bi “Uydu” yê anku heyvên destkird (setelayêt)ê dişopînin bi daxuyaniyê nayên xapandin. Ji berku koalîsyonê dît ku wê şevê tiştek li ser sînor çêbûy tiştekî li dervey lihevhatinê ye helwestek tund li dijî HSD ê diyar kir. Û hişyariya dawî da HSD ê ku careke din bûyerek bi vî awa li ser sînor rû nede. Ji ber vê yekê jî HSD e mecbûr ma piştî YPG ê daxuyaniyekê bide û meyzînekî “hevsengiyekê” çêke, HSD e ji virr şûnde mecbûre ku du qat zêdetir hişyar be li ser rûdana bûyerek bi vî awa nexwazraw, jiberku hêzên hevpeymanî piştgirî dide HSD ê, lê belê tevgera HSD ê a li derve di bin kontirola hevpeymaniyê de ye, heta kîjan sîlah li ku derê bê avêtin, ev jî di bin kontirola hevpeymaniya navdewletî de çêdibe.
Sê encamên girîng
Bûyera Pêşabûrê sê encamên girîng derxistin holê:
1- Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşmerge gelek aram û bi sebir bûyera dişopînin, nahên tehrîka, lê belê heger hinek ji hedê xwe derbas bibin ewê bersivekî tund bidin xwediyê vê hêzê.
2-Rêveberiya Rojava mîna PKK ê ye, bê hede, bê hiqûqe û bê wefa ye, ji boy berjewendiya xwe dikare her tişî bêje û bike, dê soz û peymanên xwe kengî bikşîne ne diyare. Her dema kesekî pişta xwe da PKK ê wê PKK e xencerekî li pişta wî bide.
3-PKK e ji boy berjewendiya xwe dikare meşrûiyeta rojava bike bin xetereyê de û Rojava ji xwe re weke xercekî di berîka xwe de dibîne.
Operasyona “Kaniya Aştiyê” ya Tirka, Helwesta Barzanî ya Kurdistanî, û Gelê Rojava
Ew bayê nerim ê di navbera Rojava û Başûr de hebû ne bes tenê ji ber zorî ya Amerîka çêbû, rêveberiya Rojava dît ku ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêzê digire, wan Berjewendiya xwe têde dît.
Heta Mezlûm Ebdî got ku (Ez Serok Mes’ûd Barzanî Spas Dikim), ev qas girîngî da vê piştgirî yê. Taybet jî piştî dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî yê ku di aliyê pîskolojîk de piştgirî da Rojava, herêma kurdistanê bû, Gelê Rojava dît ku herêma başûr li pişt wane, dijî hewildanên dagirkirinê yên Tirkiyê dema her kes bê deng, Mesûd Barzanî derket û got: “em bi rewşa dawyê ku li Rojava Kurdistanê heye endîşdarin. Me bi çend kanalan re pêwendî hene û jiboy ku felaketeke din neyê serê gelê Rojava, çi j destê me tê, yê herî baş emê bikin. Û heman demê Barzanî rastewxo xîtaba Trump kir û li dijî dagirkerî helwest nîşan da”. Û li pişt wî re herêma kurdistanê jî di aliyê abûrî û tendirustî… hwd de piştgirî da Rojava.
Herçend PKK e hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tesîra wê a erênî li ser kurdan înkar jî dike, lê belê herêma kurdistanê jiboy kurdan çavkaniyekî îlham û hêvîyê ye. Ew Kurd ê ku tê û li Hewlêrê dimîne, û dibîne di mekteban de ala Kurdistanê bilind e, û pêşketinên bajêrvaniyê dibînin û dibînin 20 salên dawiyê Herêma Kurdistanê rûyê xwe çewa guherî, dibêjin heger başûr kir, em jî dikarin bikin. Heger PKK e her çend wan tişta înkar jî bike, lê belê însanê ku hişmendî hebe dibîne ku kevneşopa Barzanî ku tekoşîna pêşmerge destkefteke mezine û kurdên din jî dikarin pişta xwe bidin vî destkeftî. Rêveberiya rojava jî piştî dagirkirna Serê Kaniyê û Girê Spî ji hebûna Başûrê Kurdistanê û piştgirya wê hem madî hem menewî piştgirya xwe girt, yanî ev bayê ku di navbera Kurdên Başûr û Rojava de hebû ji ber vê sedemê çêbû. Lê belê ev tweet a Mezlûm ku wexta pêşmergeyek ji hêla PKK ê ve li Amedîyê hatî şehîd kirin avêtibû, û heman demê şewitandina nivîsgehên ENKS ê û QDP-S ê de da nîşandan, diyar kir ku ev bayê nerm dikare berê xwe biguhere û bibe reşeba.
PKK e ne Mezlûm Ebdî belku Şahîn Cîlo dixwaze
Gelo em dikarin bêjin Mezlûm Ebdî teslîmî PKK ê bû an jî careke din berê xwe da PKK ê û bû Şahîn Cîlo? Belê em dikarin bêjin.
Şahîn Ebdî berî demekî kurt bûyerên herêma kurdistanê û aloziya PKK ê derxandin nirxandibûn û gotbû: “heger şerek derkeve emê pişta ti aliyekê negirîn”, başe di dema 15 rojan de çi çêbû ku Mezlûm Ebdî helwesta xwe guherand. Jiberku PKK ê zextekî mezin li ser Mezlûm û hemû Rêveberiya Rojava kir, me berya niha gelek caran dabû diyar kirin ku Mezlûm Ebdî jî şerbeta destê PKK ê vexwariye. Nikare ji wan taybetmendiyên PKK ê bi yekcarî xwe qut bike, lê belê dizanibû kî hegire berê xwe nede PKK ê ewê were jinavbirin. Berjewendiya xwe dît ku careke din weke Şahîn Cîlo diyar bibe. Ne xwe Mezlûm Ebdî baş dizane Amedîyê li ku derê ye û baş dizane ku fîşeka yekê PKK ê avêtiye û dizane ku li vê derê pêşmergeyek bi destê gerîla hatye şehîdkirin û baş dizane PKK e dixwaze tehrîkekî şer çêke. PKK e ji boy berjewendiya xwe dixwaze Mezlûm Ebdî bike Şahîn Cîlo û Rojava Kurdistanê jî bike wargehekî PKK ê. PKK e dikare ji boy berjewendiya xwe a hizbî her kesekî xerc bike heger ku Mezlûm Ebdî xwe bide xerckirin û bibe Şahîn Cîlo, sed mixabin jêre û ji boy Rojava Kurdistanê.