Parlimena Îraqê: 239.7 mîlyar dolar hatine talan kirin

Komîteya Parlimena Îraqê: 239.7 mîlyar dolar hatine talan kirin

Komîta destpakiyê a Parlimena Îraqê kujmê diravê Îraqê ku bi qaçaxî bo dervey welat hatîye şandin eşkere kir û got ku nêzî 350 tirilyon dînaran ku dibe 239.7 mîlyar dolar hatine dizîn û bo derve çûne.

Endamê komîta destpakiyê Teha Dîfa’î ev yêk îro roja dûşemî 4/1/2020an ji bo ajansa nûçeyên Îraqê eşkere kir, navbûrî gotîye: ji hêla hejmareke karbidestên Îraqê, bi sedan mîlyar dolar ji diravê Îraqê hatîye talan kirin û bo derve welat hatîye şandin.

Herwiha dest nîşan kir, di çend salên rabûrî de, 239.7 mîlyar dolar diravê Îraqê bi rêkên qaçax ji hêla wan karbidestan ve hatine dzîn û bo dervey welat hatine şandin, ev kujme dibe pêtirî budceya dû salan ya Îraqê, lê belê kujmê diravê Îraqê yê ku paş sala 2003an hatîyn talan kirin û bo derve hatîye şandin bi 685 mîlyar dolaran tê texmîn kirin.

Li gorî komîta destpakiyê  hikûmetê komîteyek li djî gendeliyê damezrand û ev komîte di rojên yekem de bi rengek zelal û berbiçav xebitî, piştre paşde vekişya ji ber zexta siyasî.

Pustên heman beş