Di 2020an de bextê dewlemendên cîhanê pir sipî bû

Di 2020an de bextê dewlemendên cîhanê pir sipî bû

Dewlemendên cîhanê karîn di sala rabûrî de, kirîza Koronayê di berjewendîya xwe de bişkênin, bextê wan sipî bû û wan 7.6 tirilyon dolar li ser samanê xwe zêde kirin.

Di demekê de ku vîrosa Korona ser û bin abûrîya cîhanî hedef kir, vê yekê bandor li ser bextê dewlemendên cîhanê nekir, yên ku karîn kirîza Korona ji bo berjewendîya xwe bikar bînin, di sala 2020an de, li cîhanê zêdeyî 2.200 mîlyardêr li gorî texmînên kovara Forbes, 7.6 tirîlyon dolar li ser serweta xwe zêde kirin.

Dest nîşan kir, ji vî diravî dewlemendên cîhanê 1.9 tirilyon dolar qazanc kirine.

Li gor wê lîsta ku di roja yekem ya sala 2021 de hatîye nû kirin, serweta kesên ku çûne di rêza milyardêran de li sala 2020an, ji % 31 zêde bûye, ev jî bilinditrîn rêjeye di dema 5 salên rabûrî de.

Pênc navên yekem yên lîsta xwediyên pêtirî 100 mîlyar dolaran bi vî awayî ye:

  • Cêf Bêzos damezrênerê Amazonê 190 mîlyar dolar.

  • Îlon Mask, birêvebrê Têsla û Speys X, 170 mîlyar dolar.

  • Bêl Geytis, damezrênerê Maykrosoft 132 mîlyar dolar.

  • Bêrnard Arno, bazirganê Firensî 114 mîlyar dolar.

  • Mark Zukerbêrg, damezrênerê Facebook 104 mîlyar dolar.

Pustên heman beş