Veqetîn ji PKK ê îxanet yan niştimanperwerî?

Ez bo dema salekî berpirsê îstixbarata PKK ê bûm

Beşa duyemîn

Di beşa yekemîn a nivîsa xwe de me ji zar devê Nîzamedîn Taş ku di nava PKK ê de bi heval “Botan” dihat naskirin kir. Nîzamedîn Taş bi eşkere sedemên qutbûna xwe ji PKK ê eşkere kirbûn, niha emê bas li yek din ji endamên serkirdatiya PKK ê bi navê Xelîl Ataç bi kod navê “Ebubekr” kin û emê ji zar devê wî bas li sedemên qutbûna wî ji PKK ê kin.

Xelîl Ataç “Ebubekr” kî ye?

Xelîl Ataç li sala 1958an li navçeya Xelfet a parêzgeha Orfayê “Ruha” ji dayik bûye, weke ew bi xwe dibêje cînarê mala ‘Ebdulla Ocelan bûye. Tevî xwendina xwe li beşê perwerdehiya zanîngehê li dawiya sala 1975an tevlî refên grûpa aydolojîk bûye ji boy pêkanîna partîyekê û ew dibêje grûpa me li wê demê 10 kes bûn û min bi dil û can kar jêre kiriye. Sala 1978an tevî karê rêxistinî li Mereşê xwendkar bûye ku ji hêla polîsên Tirkiyê ve tê desteserkirin û sala 1979an bi planekî ku ji bal rêxistina zindanê ve hatbû amadekirin, li cihê Îbrahîm Xelîl yek ji zindaniyên grûpa wan di zindanê de, ew rizgar kiriye û paş 20 rojan li bajarê Entabê bi trênê reviya Sûriyê û li wê derê çûye cem Felistîniyan li Libnanê û li wê derê perwerdehiya leşkirî wergirtiye, pişt re li cem Ebdulla Ocelan û Kemal Pîr û hejmarek din ji qadroyan erka rêxistin û perwerdekirina gerîlayan bi rêve biriye.

Li sala 1983an heya sala 2004an endamê serkirdatî û Konseya serkirdatiya PKK ê bûye. Derbara sedemên qutbûna wî ji PKK ê “HAMID Gewherî li 25/11/2015an hevdîtinek pêkaniye û têde Xelîl Ataç ji Hamid Gewherî re gotiye:

“PKK ê dest ji azadî û serxwebûna Kurdistanê hilgirt”

“Sedemên qutbûna min ji PKK ê ji boy hin xalan vedgere, rexmê pirsgirêkên hundirîn, PKK ê dest ji azadî û serxwebûna Kurdistanê hilgirt, ez du caran li Mûsil û Hewlêrê bi Emerîkîyan re civîyam. Wan ji min re digot, Ebdulla Ocelan niha azad nabe û ger hûn çareserkirina doza kurda danin bera azadkirina Ocelan em dikarin bi hevre kar bikin. Şer hatbû sekinandin, wan got: siyaseta sekinandina şer bidomînin, emê bi Tirkan re bipeyivin û hewl bidin pirsgirêka we çareser bikin. Wan got: konsolê me li bajarê Adana wê derbara Kurdan vê erkê bi rêve bibe.

Ji boy bersiv dayîna Emerîkîyan min pêwendî bi Cemîl Bayîk û serkirdatiyê re kir, konferensek pêkanî û got: em nikarin bi Emerîkîyan re lihev bikin, got: aydolojiya me li dijî Emerîkayê ye û ew dixwazin me bixin hêla Ruyzonîstan. Ez bi Usman Ocelan, Serhat, Ekrem, Doxan, Botan, Mahîr, Elî Dûsin, Celal Şirnax û hejmarek din ji hevalan re li Mûslê bûyn, li Bexdayê em civîyan û biryar da vegerîn çîya û ger me encamek baş bi dest xist başe û ger na emê jê qut bibin.

“Ez bo dema salekî berpirsê îstixbarata PKK ê bûm”

Em çûyn “Kanî Cengê” li serê “Kutek”ê li Qendîlê û me danustandin bi serkirdatiya PKK ê re kir. Pirsgirêkên navxwe, têkilîyên me bi PDK ê û YNK ê re, mijara xweseriyê û komara demokratîk û ragirtina şerê li dijî tirkan me nîqaş kir û me ragihand pêwîst nake em şer bikin û me got divê ji boy karê rêxistin û ber bi pêş birina pirosesa siyasî kar bikîn û pêwîst dike gerîla jî tevlî vê siyasetê bibe, wan qebûl nekir. Ji ber vê yekê em nêzî 100 kesan bi neçarî li sala 2004an ji PKK ê qutbûn.

Ez bo dema salekî berpirsê îstixbarata PKK ê bûm, bera wê demê daxwaz ji min kirbû ez wê erkê wergirim, piştî çend rojan danûstandinan min qebûl kir. Pêwîst bû grûpekî ku li destpêkê de hejmara wan 35 kes bûn perwerde bikîn ji bo Rûsya, Libnan, Îran, Tirkiyê, Elmanya û Fransa û me pêtir ji her ciyek din seng dabû Tirkiyê.

Zanyariyên sirî û hinek pere li cem min bûn ji boy bi rêvebirina karên me, min ji wan re got ezê biçim van bidim dest komîteya me li Mûsil, ez li tirombêlê suwar bûm û çûm Mûslê, her tişt min teslîmî “Rostem Cudî” û “Zekî şingalî” kirin û li wê derê min qutbûna xwe îlan kir. Yên din jî ku li çîya bûn revîyan û hatin cem me. Kanî Yilmaz, Sîpan Rojhilat û Kemal Efrînî “kemal Sor” ji me teror kirin, lê em derbas bûyin. 35 salan me xizmet ji PKK ê re kiriye, dibe di karkirinê de şaşîyên min hebin, lê belê piraniya karên xwe min bê pirsgirêk birêve birîne. Jiberku min komara demokratîk nexwast, gef li min xwarin, niha jî ez dujmnatiya wan nakim, bi hezaran gerîla bi siloganên “bijî Kurdistan, bijî serxwebûn û bijî azadî şehîdketin”.

Pustên heman beş