Du civînên li Kerkûkê û hevkariya di navbera Heşda Şebî, PKK ê û Lahor cengî da

Du civînên li Kerkûkê û hevkariya di navbera Heşda Şebî, PKK ê û Lahor cengî da

Vê hefteyê li Kerkûkê du civîn hatin kirin. Her çende ku naverok û aliyê van civînan gelek ji hevdu cuda xweya dikin jî, lê belê ew li gorî êk sitratîjiyê kar dikin. Yekem civîn rêxistina bi navê tevgera azadî ya ku li Başûrê Kurdistanê nûneratiya PKK ê dike pêkanî. Ya din jî rêxistina Heşda Şebî ye. Ger em van her du civînan hinekê vekolin, em dikarin nexşeyên ji bo Bihar-Havîna bê, ên ji boy Kerkûkê hatîne çêkirin deşîfre bikin.

Navenda Çand û Hunerê ya YNK û bîranîna Qasim Suleymanî

Heşda Şebî, bîranîna kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî El-Muhendis li Kerkûkê çêkir. Navenda Çand û Hunerê ya Kerkûkê navendeka ser bi YNK ê ye. Bi rastî, pêdivîye ku ew tenê ji bo bûyerên hunerî û civînên ne siyasî were bikar anîn. Merasîma ku Heşda Şebî ji bo Qasim Suleymanî li navenda çand û hunerê ya YNK ê da çêkirî ramana çi dide?

Emerîka nameyeke huşdariyê ji bo YNK ê şand

Di çalakiya ku serokê heşda Şebî Falih Feyaz têda amade bûyî, alên Emerîka û Îsraîlê hatin bin pê kirin. Diruşman dijî Emerîka hatine dan. Berisva wîlayetên yekbûîy li ser wê dîmenê zû hate dayîn, û Emerîka nameyeke huşdariyê ji bo YNK ê şand û têda ragihand ku ew xebateke Heşda Şebî a bi vî awa di saloneke ayîdî YNK ê de qebûl nakin. Tîma Lahor Cengî paş wê nameyê ew navenda çandê girt. Wekî din, YNK ê di çapemeniya xwe de girîngî bi vê bûyerê neda, her weke çi tiştek çênebûy xwe xişîm dana. YNK ê hewl da ku pêşiyê li wan nerazîbûnên wê li dijî wê werin xweya kirin bigre, xwast têkilîyên xwe yên bi konsolxaneya Emerîkayê re biparêze û di keşek aram de bihêle.

Mam Celal : “Em buhistek ji axa Kerkûkê nadin dujminan”

Ji aliyeke din, berpirsyarê melbenda Kerkûkê yê YNK ê daxuyaniyek da û îdîa kir ku ew bi tevahî ji bûyerê haydar nebûn û got: “em weke hemî aliyan hatîne daxwazkirin, lê ez nizanim kê ew avahî bi kirê dabû heşda Şebî” bi awayek giştî, pêwîste kesên ku dixwazin navenda çand û hunerî bikar bînin pare bidin. Organîzatorê çalakiya Heşda Şebî heqê wê jî neda.  Piştî ku her tişt xelas bûy, me zanî ku nûnerê YNK ê jî beşdarî wê ahengê bûye ku têda alên Emerîka û Îsraîlê hatine bin pê kirin. Ji ber vê yekê em dizanin ku alîkarî û hevalbendiya Heşda Şebî û Lahor Cengî di bîranîna Qasim Suleymanî ya di 11 çile de careke din hate tescîlkirin.

Rehmeta xwedê lê be Mam Celal Talebanî digot: “Em buhistek ji axa Kerkûkê nadin dujminan”, ev salon li ser fermana Mam Celal Talebanî hatbû avakirin, lê îro dagîrkarên Kerkûkê di wê salonê de kombûn û şahî meşandin.

Civîna “Tekoşîna li dijî dagirkeriyê” ya Tevgera Azadî

YNK e bi eşkereyî beşeke ji meşrû’ kirina heşda şebî. Di heman dem de beşek ji vî karê ku ji aliyê PKK ê ve hatiye kirin jî heye. Civîna Tevgera Azadî jî li vir dikeve dewrê. Civîn, bi pêşengiya Tevgera Azadî, du rojan berdewam bû û rêxistinên beşdar bûy hemû ew rêxistin bûn ku li bin seywana YNK ê da ne. Mijara civînê: “Kurdistan di şer û aştiyê de” bû. Lê ya balkêş eve ku helwestek heye çavkaniya şer û aştiyê li Kurdistanê veşêre, ji ber ku bi tenê Tirkiyê bi dagirkera Kurdistan û Kerkûkê nîşan dide. Dewletên Iran, Iraq û Sûriye wekî tifaq têne pêşkêş kirin, ne weke dagirker.

ku hûn ji nêz ve mêze bikin, hûnê vê nakokî û durûtî ya PKK ê bi zelalî bibînin

Piştî ku di sala 2014ê da Cemîl Bayik bûye hevserokê PKK ê hevkariya xwe ya stratejîk li gel Îranê nû kir, PKK ê jî bi rêya piropagindeyên girseyî , manîpulasyona girseyî û mijûl kirina, rojev guherî. Gava ku hûn ji nêz ve mêze bikin, hûnê vê nakokî û durûtî ya PKK ê bi zelalî bibînin. PKK e li Bakurê Kurdistanê bi armanca Tirkiyebûnê tevdigere û siyasetê dike. Li her sê parçên din dewleta Tirk weke dagirkerê serekî bi nav dike. Li Bakur dewleta Tirk weke Komara Demokratîk dibîne, li Başûr jî wê dewletê bi cûreke din binav dike. Di rastî da pirsgirêka kurdistanê ne tenê bi dewleta Tirk ve girêdayî ye. Îran, Îraq û Sûriya jî heman sîyasetê dijî Kurdistanê di meşînin.

Pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêkeke navneteweyî û herêmî ye. Yên ku pêşiyê li doza kurdistanê dikin dewletên herêmî anku Tirkiya, Îran, Îraq û Sûriya ne. Kurteya poletîka û manîpulasyona PKK ê ên niha li Başûrê Kurdistanê bi rêve dibe, eve: ” PKK e ji bo veşartin û rewatîdan bi hejmûna Îran û hêza çekdara şîa ya bi navê Heşda Şebî li ser Başûrê Kurdistanê kar dike”. PKK e ji sala 2015ê û vir de di xizmeta sîyasetên Îranê yên li başûr daye û dixwaze têgeheke wisa bide ava kirin.

Îranê li hinek deverên wekî Qelaçûlan yekîneyek a hêza taybetî bicîh kiriye

Bajarên Helebce, Pênciwîn, û Qeladzê li Silêmaniyê ew navçe na ku rojane îtîlaata Îranê desthilatdariyê lê dike. Ev jî rastîyeke tê zanîn, ku çawa Îranê li hinek deverên wekî Qelaçûlan yekîneyek a hêza taybetî ya giring bi navê hêza YNK bi cîh kiriye. çima PKK e qet vê yekê nake rojev?

Mijara Kerkûkê, ku ji sala 2017an pêde ji aliyê Heşda Şebî û artêşa Îraqê ve hatiye dagîrkirin, nayê nîqaş kirin. Çima dagîrkirina Îraqê, dagîrkirina Heşda Şebî, dest danîne ser erdên gundiyên Kerkûkê ji aliyê ereban, erebkirin û tirkumankirina Kerkûkê, qet nayê baskirin û nabe mijara rojevê ji aliyê PKK ê. Tevî ku pirsgirêka herî mezin a Kerkûkê îro eve ku dewleta Îraqê demografiya Kerkûkê diguhire û gundên kurdan vala dike û dide ereban, lê belê rêxistinên ser bi PKK ê anku Tevgera Azadî û PKK e bi xwe jî vê rastîyê vedişêrin. Li xelkê Kerkûkê binêrin, ew dibêjin dijmin dûre, lê dijmin li Kerkûkê ye. Gava PKK e û dagîrker dibin hevalên hev, ew ji kolonyalîstan re nabêjin dagirker, ew dibêjin paşa, axa.

Amadekariya hilbijartinên pêş wext ên Îraqê

Heşda Şebî û Tevgera Azadî li ser Kerkûkê xwedî yek helwest in. Ew amadekariya hilbijartinên pêş wext ên Îraqê di 6ê xizîrana 2021an dikin. Li herêmên ku bi navçeyên Kurdistanê yên dervey sînorê Herêma Kurdistanê dihên nasîn, kurd heya niha bi lîsteyên hevpar têda beşdarî helbijartinan bûne, li Mûsil, Kerkûk, Dîyala û hwd… Sedema vê yekê eve ku parêzvaniyê li dengên kurdan û hejmara kursiyên kurdan li Parlemana Îraqê de bikin. Lê belê, wisa dixuye ku hinek partîyên Kurdistanê dixwazin bi rêberiya Îranê bi lîsteyeke hevbeş rê nadin kurd bi lîsteyeke hevpar tevlî helbijartinan bibin. Gelo wateya wê çiye? Wateya wê eve ku kurd herî kêm 12-14 kursiyan di parlemanê Îraqê dê ji dest bidin.

Tevgera Azadî plan danaye ku di van hilbijartinan de li derveyî lîsteya Kurdistanî lîsteyeke bi navê “Tevgera Demokrasiya Gel” yan navekî wek vî navî ava bike

Agahî heye ku Tevgera Azadî plan danaye ku di van hilbijartinan de li derveyî lîsteya Kurdistanî lîsteyeke bi navê “Tevgera Demokrasiya Gel” yan navekî wek vî navî ava bike. Ew dê heman proje li Kifrî, Şengal û Mûsilê cêbecê bike. Bi vî awa, wê dengên kurdan werin parçe kirin. Dibe ku di havînê de navê Tevgera Azadî û Kerkûkê bi hevre pir bibihîzîn. Em wê navên Heşda Şebî û PKK ê jî bi hevre bibihîzîn.

Bi kurtî, mirov dikare bibêje ku ev her du civîn xwedî rêjeyeke veşartî ne. Her çiqas dibe ku her du civîn wekî bask û rengên ji hev cûda xuya bikin jî, lê ew xwedî sîyaset û mijareke hevparin. Rastîyeke herî zelal eve ku her kes dizane, baskê Lahor cengî di nava YNK ê de, Heşda Şebî û PKK e di bin seywana Îranê de kar dikin.

Pustên heman beş