Piştgiriya ji bo PKK ê ji Perava Fîldîşî û Mijara Dilşad Barzanî

Piştgiriya ji bo PKK ê ji Perava Fîldîşî û Mijara Dilşad Barzanî

Ji alîgirên PKK ê re dijwar e ku bibêjin ew tevgereke dijî-Kurd e. Lêbelê, dema ku em li ziman û wateya kiryarên wê mêze dikin, em baş dizanin ku PKK dijminê sondxwarî yê PDK-Barzanî ye û ew vê dijminatiyê digehîne astekê ku statoya Başûrê Kurdistanê tune bike. Nûke PKK hemî hêzên xwe yên medyayî, dîplomasî û leşkerî ji bo ku Başûrê Kurdistanê lawaz bike xistine nava liv û tevgerê de. PKK e di nava rewşek pir lewaz da ye. Di rewşek ew qas lawaz de ye ku rêbaza dijminatiya wê ya li dijî başûrê Kurdistanê û PDK ê bûye xaz-xazûkî. Ew di rewşekî de ye ku ji Perava Fîldîşî û Afghanistan ê alîkariyê hêvî dike.

Perava Fîldîşî li ku ye, Kurdistan li ku ye; Yekîtiya Gelên Kameron li ku ye, PDK li ku ye

ANF, malperê ragihandinê ê PKK ê, raporek bi sernavê “Berteka rêxistinên navneteweyî dijî PDK” weşand. Dema ku em li sernavê wiha pir cidî mêze dikin, dibînîn ku naveroka wê raporê mîna PKK ê dema ku xwe weke Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi nav dike vala ye, PKK dijminatiya gelê xwe dike û ji bo ku partîyên din yên Kurdistanî reş bike ketiye nava lêgerekî xaz-xazûkîya ji derve.

Naverok û îmzekerên vê daxuyaniya nivîskî giraniya rewşê nîşan dide. Hin rêxistinên ku piştgiriya PKK ê dikin ev in:

  • PCPCI Partiya Komonîst a Proleter a Coast Ivory

  • MMLPL Xeta Proleter a Marxist-Leninist, Fas

  • CPSA (ML) Partiya Komonîst a Afrîkaya Başûr (Marksîst-Lenînîst)

  • Partiya Komonîst a PCT ya Togo

  • PPDS Partiya Sosyalîsta Demokrat a Welatparêz, Tunis

  • MLOA Rêxistina Marksîst-Lenînîst a Afghanistan ê

  • CPB Partiya Komonîst a Bangladesh

  • CPI (ML) Partiya Komonîst a Stêrka Sor a Hindistanê (Marksîst-Lenînîst)

  • NCP (Marshal) Partiya Komonîst a Nîpalê (Marshal)

  • Eniya Komara Gelên Welatparêz a Nepal a PPRF

  • NDMLP Partiya Nû-Demokrat a Marksîst-Lenînîst, Srî Lanka

  • MLCP Partiya Marksîst-Lenînîst Komonîst a Tirkiye / Kurdistanê

  • Konseya Kurdînasyona Tevgera Çîna Karker a KSRD, Ukraine

  • Partiya Karkerên PR Partiya Rada, Yugoslavia (berê)

  • PCC-M Partiya Komonîst a Colombia yê – Maoîst

  • NPCH (ML) Partiya Komonîst a Nû ya Haiti (Marksîst-Lenînîst)

  • PCP (Independent) Partiya Komonîst a Paraguay (Serbixwe)

  • Bloka Populist a Demokratîk a Perû yê BDP

  • PC (ML) Partiya Komonîst a Komara Dominik (Marksîst-Lenînîst)

  • PCR-U Partiya Komonîst a Şoreşger a Uruguay

  • Yekîtiya Gelên Kameron a UPC-Manidem – Manîfestoya Neteweyî ya Demokrasiyê.

Van rêxistinan diyar kirin ku ”ji Zînî Wertê û vir ve, PDK êrîşî PKK ê dike. Wan ragihand peymana Şengalê a di navbera Bexda û Hewlêrê de jî, li dijî PKK ê hatiye çêkirin, û mebesta PDK bû ku şerê navxweyî di nav Kurdan de dirust bike”. Ji xeynî naveroka vala ya vê daxuyanîyê, ji bo rêxistinên ku çi sûdek ji bo gelê xwe jî nebûne, di siyaseta rast da bê wate ne, yên ku neşên xwe li welatên xwe ji hereketê bikin, neşên bêjin kurdan ka çi tişt raste çi ne raste. Lê ez dikarim bibêjim ji aliyekê ve mijareke balkêşe ku ev rêxistine bi vî awa partî û Başûrê Kurdistanê dişopînin, eve bi xwe mijareka pir balkêşe. Bê guman, ev partî jî nizanin ev daxuyaniye li ser çi ye.. Ya rast eve ku her yek ji van partîyan marjînal in, komên biçûk in ku hejmara endamên wan ji tiliyên du destan zêdetir nabin. û li derveyî welatên xwe weke grûpên biçûk dijîn. Em heta wana wekî grûpên hevalan, ne partîyan dizanîn. Ev û li cîhanê hin formên weke vana liser medyaya civakî de piranî dibin endamên koman. PKK bi riya hin kadro û rêxistinên xwe wan dikin endamên van koman. PKK bi van koman bê hed dijminatiya başûrê Kurdistanê dike. Ji bo navnîşana giştî nivîsekê dişîne û îmze dike ew kom jî diweşînin.

Bi vî rengî, PKK hewl dide ku ji vê yekê nûçeyan berhev bike. Wekî din, ev partîyên ku endamên wan ji tilên destekê derbas nabin, ne Kurdistanê nas dikin, ne jî PDK ê û ne jî dizanin Zînî Wertê li kuderê ye. Wekî din, her çend ew bizanin li kuderê ye jî, diyare ku partîyên xwedan sengek siyasî ya ewqas veder ji bo kurdan nabin navnîşana çareseriyê. Me eve derbas kir, zor a bê wate ye pirsgirêkeke wekî pirsgirêka Kurda ku di asta herêmî de jî kes nikare çareser bike, ev rêxistinên marjînal ji cîhanê yên weke li perava Fildîşî, Bangladesh û Kamîron bikarin çareser bikin. Pirsgirêka Kurda ewqas a mezine ku bi siyaseta PKK ê ya xaz-xazûkî ya îmzeya ve nayê çareser kirin.

Mesela Dilşad Barzanî û xebata PKK ya Ewropa

Bê guman; dijminatiya sondxwarî ya PKK ê li dijî PDK ê tenê bi rêxistinên çep ên marjînal ve sînordar nîne. PKK di her fersendê de siyaseta xwe dubare dike. Bi taybetî, ew li dijî Başûrê Kurdistanê û PDK li seranserî Ewropa dijminahîyeke tund dike. Ew hewl dide ku ji xwe re cihekî çêbike û hewl dide ku berxwedana gelê Kurd ya li Rojava bike milkê partîya xwe bi tenê. Ew kanalên ku bi rêya Rojava ji gelê Kurd re hatine vekirin ji bo berjewendiyên partîya xwe bikar tîne, ne ji bo gelê Kurd. Em dikarin bibêjin ku mijara axaftina yekê ya her parlementer, siyasetmedar, nivîskar û hwd.. ê ser bi PKK ê dijberîya PDK û Barzanî û Başûrê Kurdistanê ye.

Ev bûyerên herî dawî bi nivîsekê ku Kovara Focus di hejmara xwe ya Çile a sala 2020an de di derbarê Dilşad Barzanî de weşand derket. Kovara Focus îdîa kir ku Dilşad Barzanî karê pere yê reş dike û du kesan dikuje. Dilşad Barzanî bûyer anî ber dergehê dadgehê. Dadgeh di mehên dawî de hate encamdan û hat fêm kirin ku nûçe ne rast e. Di encamê de, Kovara Focus gotar derxist û lêborîn xwest û sernûserê Kovarê Robert Schneider seredana Dilşad Barzanî kir, û diyar kir ku çavkaniyên bûyer ji wan re ragihandî zanyariyên derew dane kovara Focus û bi navê Kovarê Lêborîn xwest.

Gelo kê ev zanyariyên drew gehandîne Kovara Focus. Peyama kurd ragehand ku kesên zanyarî day; kurê Fermandarekê Duhokê ê serdema Saddam û Parlamentereke partîya çep a Almanya bi navê Sevim Dagdelen bûne. Sevim Dagdelen jineke nêzî PKK ê ye. Yanî kurê kevne cehşek Duhokê û Parlamentereke partîya Çep a Almanya bûn. Sevim Dagdelen li Ewropa, bi piştgirya PKK ê wek parlementer hate hilbijartin. Wê kesê bi vî karê xwe di êk dem de dilsozî û sipasiyên xwe pêşkêşî PKK ê kirin. Ger Sevim Dagdelen helwesteke dil pak hebûya û wezîfeya xwe li dijî cînayetan cêbecê kiriba, da berî her tiştî li dijî terorkirina Xazî Salih Alîxan ku di 8ê çiriyê de li ber çavên zarokên xwe ji aliyê PKK ê ve hate terorkirin derkeve. Dagdelen bi fermana rêberên PKK ê Dilşad Barzanî armanc kir.

PKK li dora biratiya çep bi çend komên çep re lîstikek pirr xeter li dijî Kurd dilîze. Bila, ji vê biratiyê pir encamek naderkeve, lê her wekî ku gotineke pêşiyan dibêje, “Mêş biçûk e lê dilê mirovî radike”. Dijminatiya PKK ê li başûrê Kurdistanê di bin navê dijminatiya PDK ê de jî mijarek biçûk e, lê dilê mirovî radike. Pêwîste rewşenbîrên Kurd dijî vê siyaseta PKK ê bisekinin. Rewşenbîrên Kurd divê bi hesasiyet nêzî vê qada ku ji hêla PKK ve hatî îstismar kirin bibin û li dijî siyaseta xazxazûkî yê bisekinin.

Pustên heman beş