Xula perwerdehîya kadiroyên YNK ê li Qendîlê û desteser kirina sîxoran

Xula perwerdehîya kadiroyên YNK ê li Qendîlê û desteser kirina sîxoran

Têkilîyên bi guman ên Yekêtîya Nîştîmanî a Kurdistanê bi rêxistina PKK ê re, tiştekê veşartî nemane, êdî her kesek, her welatparêzek baş dizane kanê ev têkilî xizmeta kîjan alî dikin, baş dizane ku ev têkilî tenê ji bo dijatîya hikûmeta Başûr û lêdana pêgeha Kurdistanê tên xurt kirin.

Şîrovekirina têklîyên YNK ê û rêxistina PKK ê ne mijara vê nivîsê ye, emê li vir bas li bûyerekê bikin ku li dawîya sala 2020an li nêvbera van herdû şirîkên ku niha weke cêmkan xweya dikin, çêbûye, bûyer wihaye: YNK e û PKK e civîyan, biryara hat girtin, xuleke perwerdehiya leşkirî ji boy kadiroyên YNK ê li Qendîlê were çêkirin, ev yêk çêbû, lê belê PKK e ji vê biryarê paşde vekşîya û kadiroyên YNK ê desteser kirin û niha li Qendîlê li jêr lekolînê ne, gelo ev çawa çêbû?

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê hinek agahiyên herî taybet li derbara civîna 8/12/2020an ya nêvbera YNK ê PKK ê bi dest xistine û eşkere kirine kanê tu biryarek di vê civînê de hatiye girtin.

Îstixbarata PKK ê sîxorên YNK ê li Qendîlê eşkere kirin

Li gor agahiyên di destê me de, li 8/12/2020an, li binara Qendîlê PKK ê û YNK ê civînek saz kir û biryar hat girtin ku xuleke perwerdehiya leşkirî ji boy kadiroyên YNK ê li Qendîlê were çêkirin, ji boy vê mebestê yekem girûpa kadiroyên YNK ê ku pêtirî 20 kesan bûn li roja 12/12/2020an ber bi Qendîlê bi rê ketin.

Çavkaniyên me eşkere kirin, paş derbasbûna çend rojekan, îstixbarata PKK ê 3 kadiroyên YNK ê yên ku tevlî vê xula perwerdê bûy, bi cînayeta sîxorî kirinê desteser kirin.

Piştre PKK ê xula perwerdê bi dawî anî û civîneke awirte bi YNK ê re çêkir, di wê civînê de, YNK ê xwest kadiroyên wan werin azad kirin, lê belê PKK e razî nabe û ji YNK ê re dibêje: kadiroyên we li Qendîlê li jêr lekolînê ne ji bo ku were îfşa kirin kanê ew ji bo çi mebestekê hatine sîxoriyê bikin.

YNK ê çi gefek li PKK ê xwarîye heger ev agahî werin îfşa kirin

Paş derbasbûna çend rojekan, YNK ê civîneke din li gel rêxistina PKK ê çêkir, lê belê ev xebatên YNK ê ji bo azad kirina van 3 kadiroyên wê bê êncam bûn, lewma YNK ê êdî gef li PKK ê xwarin û jêre got ku heger ev agahî werin îfşa kirin, wê tev baregehên PKK ê û rêxistinên girêday wê, li Silêmaniyê, Germyan, Raperîn û Helebce werin qepat kirin.

Gelo çima Îran dixwaze PKK ê û YNK ê pêtir nêzî hev bike?

Ji bo ku rastîya têkiliyên YNK ê û PKK ê baştir werin fam kirin, pêwîste em bizanin kanê hewlên Îranê yên li hev nêzîk kirina van herdû partîyan ji bo çi amancekê ne, Îranê Mîhwerê Muqawemê li navçeyê heye, mebest pê PKK e û Heşda Şabî ye li devera Şengalê, lê belê niha veqetiyanek heye û Îran dixwaze vê veqtiyanê bi rêya xurt kirina têklîyên YNK ê û PKK ê çareser bike, wate armanc jê bikaranîna YNK ê ye ji boy xurtkirina Mîhwerê Muqawemê.

Çavkaniyên pêgeha me eşkere kirine, li destpêkê bi telîmatên Îranê xuleke perwerdeyî ya hevbeş ji boy kadiroyên YNK ê û PKK ê bi hevre hat rêxistin, piştre ev xula perwerdehiya leşkirî ji boy kadiroyên YNK ê li Qendîlê.

Îran dixwaze ji vê enîyeke hevbeş bo lêdana PDK ê û pêgeha Hikûmeta Başûr ava bike, enîyeka wiha ku hertim amade be û li benda telîmatan be ji bo ku pîlanên Tehranê li Başûrê Kurdistanê cî bi cî bike.

YNKe ji boy PKK ê hespekê resene, wexta berjewendî qedîya dibe kerê barê

Demek dirêje YNK ê têkilî digel rêxistina PKK ê de ava kirine, lê belê PKK e hertim hewl dide ji van têkilîyan sodê werbigre û YNK ê di qada Kurdistanî de lawaz bike, her çend ku hevserokên YNK ê vê yekê baş fam nakin, lê belê rastî eve, dixwazî bawer bikey yan jî na, rêxistina PKK ê pir bçûk li YNK ê di nêre, YNK e ji bo PKK ê weke hespekê resenê Kurdî lê hatîye, wexta dixwaze lê siwar dibe û wexta ku berjewendîya wê bi dawî tê, jêre dibêje kerê barê.

Tişta ku PKK ê û YNK ê dgihîne hev bi tenê eve, ji aliyekê dijatî kirina PDK ê û Barzanî û ji aliyekê din navenda pîdane emran ji boy van dû partiyan ku ew jî Îrane, ji sala 1996an heya îro ji ber rêgirîkirin li hêzeke serbazî a Îranê li Geliyê Elî Beg ji hêla Pêşmergeyên PDK ê, Îranê jî mîna PKK ê sûnd bi dujminatiya PDK ê û Barzanî xwariye û ji boy vê yekê yekem car YNK e xist bin bandora xwe di gava duyemîn de jî PKK e.

Pustên heman beş