Çima KCK e nikaribû bêje Mezlûm Ebdî?

Çima KCK e nikaribû bêje Mezlûm Ebdî?

Ji bo wefata dayika Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî Gelek siyasetmedaran û despêkê serok û serok wezîrê Herêma Kurdistanê, peyamek sersaxiyê weşandin. KCK saziya herî dawî bû ku peyama sersaxiyê belavkirî. Di peyama sersaxiyê ya KCK ê ku di 21 Çile de di ANF de hate weşandin de xalên pirr balkêş hene.

Çima ne Mezlûm Ebdî, lê Şahîn Cîlo?

Çima di daxuyaniya KCK ê, fermandarê HSD ê Mezlûm Ebdî wekî Şahîn Cîlo bi navkirin tercih kir. Weke ku tê zanîn, navê Şahîn Cîlo navê Ebdî yê di nav PKK ê de ye. Ji aliyek din ve, Mezlûm Ebdî ji hêla raya giştî ya siyasî û hêzên koalîsyona navdewletî ve tê telafûz kirin. Wekî din, KCK di heman daxuyaniyê de ji Mezlûm Ebdî û dayika Evîn Guyi, gerîlayek jin re, bêy ku xeteriya hesasiyetên siyasî berçav bigire, peyama sersaxiyê lêda. Herdu jî wekî “hevalên me” têne binavkirin. KCK dikare sersaxiyê ji malbatên gerîla Evîn Guyi an gerîlayên din re jî bike. Lê danîna van navan mil bi mile Mezlûm Ebdî re niyetek xirab nîşan dide. Dema ku Tirkiya Ji bo êrîş kirine ser Rojava li hincetan digeriya PKK ê Mezlûm Ebdî weke Şahîn Cîlo da naskirin. Ev helwesta PKK ê pirr balkêşe.

Bê guman Tirkiya bi tenê vê hincetê weke nîşan nagire. Ya ku divê li vir were dîtin ev e ku hesabe kî KCK ê heye. Niha li Rojava ya ku herî zêde Tirkiyê aciz dike û bi sedema wan gefan dike, KCK-PKK ye. Ji bo vê sedemê, ew ê bêy du dilî nîşan bide ku li Rojava mohra PKK ê heye. Jixwe ev parçeyek ji vê pîlanê ye ku bi xurtî bi gelê Rojava wêneyên Evdila Ocelan dane bilindkirin, û dirûşme pê dane avêtin. Ji ber ku her kes dizane ku pirsgirêka Îmralî yê ne pirsgirêkeke welê ye ku li Qamişlo û Amûdê bi diruşma “bijî serok Apo” avêtinê ve çareser bibe. Armanca PKK ê ewe ku ji Tirkiyê û hemû cîhanê re bibêje “binêrin ez li vir im.”

Sedemeke din a ku KCK di daxuyanîyê de navê Şahîn Cîlo bikar tîne, peyame ke Mezlûm Ebdî re hatî ye dayîn. Di wateyekê de, KCK ji Mezlûm Ebdî re dibêje: Hûn karmendên me ne, hûn nekarin ji me pêştir biçin, hûn nikarin ji me zêdetir pêşbazîyan bikin. Bê guman, sedema herî girîng a vê yekê ev e ku KCK-PKK destkeftiyên gelê Kurd li Rojava desteser dike û jê sûdên mezin werdigire. Ji bo ku berdewamiya vê yekê misoger bike, PKK difikire ku “divê wesayeta wê ya li ser rêveberên Rojava bê navber were parastin”. Ji ber vê yekê divê ku yek derizîn jî neyê dayîn. Mîna şûrê Damocles, divê hertim li ser serê Mezlûm Ebdî û rêveberên Rojava biheje. Diyar e, hem siyaseta giştî ya PKK û hem jî bi taybetî siyaseta qadroyên wê “gef û çav tirsandinek domdar” e. Bi vî rengî, ew nahêle ku mirov ji rêzê (!) veqetin.

PKK di sîyasetê de “dînazor bûnê” ferz dike

Di heman demê de aliyek din ê şolî jî heye. Endamên damezrînerên PKK ê mîna sîtava Evdila Ocelan in. Ew we dizanin ku çiyayên biçûk wan afirandine, wan Kurdistan rizgar kirîye. Li gorî wan, ji derveyî wan kesek din dernekeve pêş. Pêwîst e ji xeyrî wan gel ji tu kesî re rêzgirtinê neke. Ocelan xweda ye û damezrînerên PKK ê jî pêxember in. Her kesê din ebid û xizmetkarê wan e. PKK xwedîyê Pergaleke wisa yê hiyerarşike. Nayê qebûl kirin ku kesek ji sinifa mirîdî û ebdatî yê derbikeve. Ger kesek piçekî derkeve pêş, dê pergal hilweşe. Loma Rêvebirîya PKK ê pêşketina Mezlûm Ebdî navê wî derbikeve pêş qebûl nake. Ciwanbûn di siyaseta Kurd de nayê tehemûl kirin. Dînozor bûn li ser siyaseta Kurd têne ferz kirin.

Evdila Ocelan bertek nîşanî Demirtaş da

Li gorî Mistafa Qarasu, Mezlûm Ebdî kesekî lewaze, ku paradîgmaya nû ya PKK ê tênegihştî ye. Hew qas derxistina Mezlûm ji bo pêş lîstikek hişmendî ya Emerîka ye. Divê ev lîstik were jinavbirin. Cemîl Bayik jî heman tiştî difikire. Ji ber vê yekê, ji hêla psîkolojîk ve, nayê qebûl kirin ku Mezlûm Ebdî PKK ê ango serkirdeyên damezrinêr derbas bike. Ger tê bîra we, PKK ê ji bo Selaheddîn Demirtaş jî heman refleks nîşan da. Populerbûna Silhedîn Demirtaş di nav PKK û Evdila Ocelan de bû sedema bertekek mezin.

 Evdila Ocelan bixwe di Tebaxa 2013 an de ji Silhedîn Demirtaş re gotibû, “Ew te ji serokatiyê re amade dikin, haya te jê heye? Ez fam dikim, hûn dilgeş in, hûn dikarin rêve bibin, lê min berê tedbîrên rêberiya xwe girtîye, hûn jî vê bizanin” wî hişyarî da. Bi rastî, Ocelan ev hişyarî bêtir dijwar kir û li dijî serokatiya Kongreya 2 ye mîn a HDP ê di 22 ê xezîrana 2014an de derket. Apo dixwest Silhedîn Demîrtaş ji sîyasetê dûrbixe û wî bike serokê şaredariyê kê.  Wî hertim Fîgen Yûksekdax derdixist pêş û armanc dikir ku Silhedîn bimîne bin sîbera wê de. Lê wê demê werzê sîyasî yê Tirkiyeyê ew qebûl nekir. Nexşerêya Ocelan pêk nehat. Hêja jî endamên PKK yên radîkal di bêjin Silhedîn Demirtaş bi zanebûn dijî Evdila Ocelan weke alternatif derdixine pêş.

Bi kurtî; KCK-PKK tu carî qebûl nake ku kesek ji Evdila Ocelan û Koma Enqere yê derbaz bibe. Dîroka kesên ku dixwazin vê yekê di nava PKK ê de bikin tê zanîn. Gava ku yek hinekî derkeve pêş, serê wan jêdibe. Mezlûm Ebdî ji  bi vî şêwazî di bin zexte ke mezin ya PKK ê da ye. Rastiya ku KCK di daxuyaniyek fermî de Mezlûm Ebdî wekî Şahîn Cîlo û ew wekî “heval” binav kirî vê yekê nîşan dike. Gelo emê bibînîn ka dê sîyaseta PKK ê de Dînazorî bişkê an, na.

Pustên heman beş