Mijara azadiya raderbirînê û azad hizirkirinê, azad jiyan kirin û bi azadî tevgeriyan, ji wan mijaran e ku PKK e ji her aliyek din pêtir piropagindeyê jê re dike û bazarê xwe pê germ dike, carna dema PKK e bas li azadiyê dike mirovek ne şehreze be wê wisa bifkre ku peyva azadî her li gel peydabûna PKK ê peydabûye û bera ku PKK e hebe ti tiştek bi navê azadiyê nebûye! Lê belê a rast azadî li cem PKK ê bi tenê di vê yekê de tê qebûlkirin ku tu di nava çarçûva aydolojiya PKK ê de tevbigerî, her dema te xwest ji PKK ê qut bibî yan jî PKK ê rexne bikî wê demê azadiyê ti ramana xwe namîne, wê demê tu dibî ajan, caş, xwefiroş û mîta tirkan û te ti bihayê xwe namîne, her çi qas tu kurd perwer bî jî, lê belê dema tu ji PKK ê veqetî wê demê tu Xaîn û ajan û xwe firotîy.
Li ser vê bingehê PKK e ji her kesekî re ku jê qut dibe dibêje Xaîn. Di beşa yek û du de me bas sedemên qutbûna her yek ji Nîzamedîn Taş bi kod navê “Botan” û Xelîl Atac bi kod navê “Ebubekr” kir, di vê beşa nivîsa xwe de jî emê li zardevê yek din ji endamên Konseya serkirdatiya PKK ê ku birayê Ocelan bi xwe ye, anku “Osman Ocelan” ê bi kod navê Ferhad bikîn, emê ji zar devê wî bizanin nerîna PKK ê li ser bi dewlet bûna başûr çî ye, çima dijatî dikir û çima her kesê piştevanî li başûr kiriba bi ajan û xwefiroş dihat sûçbarkirin, emê bi zelalî sedema veqetîna Osman Ocelan ji PKK ê bizanin.
Osman Ocelan kîye?
Osman Ocelan “Ferhad”: li sala 1958an li gundê Emar li navçeya Feledîn a parêzgehîya Orfayê ji dayik bûye. Wî ji boy mamostatiyê xwendîye, lê jiber tevlîbûna wî di bizava kurdî a bakurê kurdistanê de nikarî bibe mamoste, weke ew bi xwe dibêje li sala 1975an de, jîyê wî 17 sal bû dema şoreşa Îlonê sekinî, bi sekinîna şoreşê nîqaş di nêvbera kurdên Bakur de derdikeve, ew bi birayê xwe re “Ocalan” dest bi xebatê dike û li pey rêbaza birayê xwe diçe. Li ser vê xebatê di hevdîtinekê de li gel Hamid Guherî li roja 1/12/2015an de li ser beşdar bûna di vê bizavê de dibêje:
Bizava me ji du xetên çep û netewî pêk dihat. Ez weke Osman Ocelan beşdarî xeta netewî bûm, lê belê rêxistin di destê çepan de bû û em xeta lawaz bûn. Min xebat dikir aliyê netewî pêtir ber bi pêş biçe û serbikeve, min digo ez sosyalîzm û demokrasiyê naxwazim ger di xizmeta neteweya kurd de nebe û ez tevlî nabim. Sala 1975-1980an serdema danîna aydolojiya bizava netewî bû. Li sala 1975an bo dema sê salan heya damezrandina PKK ê ez alîgir bûm. Ebdulla Ocelan, Heqî Qerar û Kemal Pîr PKK e damezrand. Ocelan nûneratiya netewa kurd dikir, Heqî Qerar nûneratiya neteweya Laz û Kemal Pîr nûneratiya Gurciya dikir. Ev sê netewe li Tirkiyê dihatin asmîle kirin û wext bû jinav biçin, van sê kesa xwest neteweyên wan asmîle nebin, loma PKK e damezrand.
Sedemên qutbûna Osman Ocelan ji PKK ê çibûn ?
Osman Ocelan derbara qutbûna xwe ji PKK ê dibêje: “dawiya sala 2002an, me civînek berifreh li Xinêre pêkanî. Cemîl Bayik. Duran Kalkan, Elî Heyder Qaytan, Mistefa Karasû û ez ku endamên Konseya Serkirdatiya PKK ê bûyn, beşdarî wê civînê bûyn. Ji bilî min, wan 4 kea biryar dabû, careke din li dijî PDK ê şer bikin, digo ger Sedam biçe wê PDK e bibe dewlet û bi dewlet bûna wê di berjewenda PKK ê de nîne, divê bi şer em rê li vê yekê bigirin. Min rê li wan girt û jêre got li cihê rêgirtinê, divê alîkarya wan bikîn dewletê ava bikin.
Tawanên Osman Ocelan di nava PKKê de çi bûn?!
Sala 2004an Apo li ser Kemalîzmê peyivî û ev yek ji min re gran bû, jiberku kemalîzm li dijî kurdan bû û başî ji me re têde tune ye. Mijareke din ku ji boy min gran bû, lihevhatina Cemîl Bayik bi Îranê re bû ku min bikujin. Hinek kes li Îranê tevlî PKK ê bûbûn û wan got ku ez ji xwe hişyar bim. Ew bûn sedem ku ji PKK ê qut bibim. Bera wê demê ez du caran ji bal PKK ê hatibûm zindankirin, cara yekê li Îranê û cara diduyan li Pîrbelayê li pişt Zaxo yê.
Min di nava PKK ê de sê tawan hebûn. A yekemîn li ser mijara dujminatî kirina PDK ê û YNK ê bû., min digo bila em dijminatiya wan nekîn û weke pirekê mifa ji wan re wergirîn ji boy avakirina têkilîyan bi Ewropayê re, a diduyan min digo bila di nava PKK ê de mafên mirovan hebe û dawyê bi kuştina di nava PKK ê de bînin, ya ssêyan lihevhatineke netewî îmze bikîn ku hêzên kurdî yekgirtî bin. Ev ji min re kirin tawan û ez neçar kirim li roja 1/6/2004an ji PKK ê qut bibim”.
Di beşa çaremîn a nivîsa xwe de emê bas li yek din ji serkirdeyên qutbûyî ji rêxistina PKK ê bi navê “Mistefa Şefîq” ê bi kodnavê Arî kîn û emê ji zardevê wî bi xwe sedemên qutbûna wî ji PKK ê bizanbin.
Li benda me bin….