Beşa 1: Rastîyên sîyasî yên ku Cemîl Bayik berevajî kirî
Rêveberê PKK Cemîl Bayik bi beşdarbûna di bernameyekî Stêrk TV de hinek daxuyanî dan. Ji aliyekê, axaftina Cemîl Bayik plansaziya PKK ê ya ji bo sala 2021an eşkere kir. Ji aliyeke din, daku mirov fêm bike PKK e dixwaze bi kê re, li ku derê û çi bike, jî girîng bû. Gelek rastî bi zanebûn û bi pilansazî hatin berevajîkirin. Rastî serûbin bûne. Ger em van rastiyan dîsa danîn ser pîyan, em dikarin rastî û heqîqetê bêtir fêm bikin.
Cemîl Bayik pilangêriya Biharê ya PKK ê radigihîne
Di daxuyaniyên Bayik de, tê dîtin ku PKK dê li werzê Biharê êrîşên xwe yên li dijî Başûrê Kurdistanê dijwartir bike û li dijî Pêşmerge şer berdewam bike. Daxuyaniya Cemîl Bayik ku dibêje em Pêşmerge û statoya Başûrê Kurdistanê nas dikin tenê ji bo veşartina vê plana qirêj hatîye gotin. Kes nabêje wî alîyê ku ew dixwazin pêre aştî bikin û yekîtiyê avabikin “dev ji sîxurî bûyînê berde.” Piştî karesata xendeka, PKK ê nikaribû girseya xwe li tu deverî rake ser linga, kûlmek mirovên mayî destda jî xiste kolanan û çalakiya bi wan dide kirin. PKKê navê van meşên ku li Wanê dest pê kir û duh li Batmanê jî hatî pêk anîn, kir, “Meşên Yekîtiya Neteweyî”. Eve 5 salin, PKKê ku girseya xwe seferber nekiriye û ji wan re negotiye bibêjin “bimre dagirkerî”, lê ji nişka ve girseya xwe derdixe kolanan û diqîrîne “bimre îxanet”. Sedema ku PKKe van meşan pêk tîne, mijara eşkerekirina biryara şer a li dijî hikûmeta Başûrê Kurdistanê û pêşmerge ye. Dixwaze vê pilangêriya xwe a qirêj, bike milkê gelê Kurd.
PKK bi deklerasyona KCK ê ya ku di 24 ê Tebaxê de hatî weşandin şer li dijî Rêveberiya Herêma Kurdistanê îlan kiribû. Piştî wê daxuyanîyê, di 8 ê Çirîya Paşîn de bi gulebarankirina midûrê Asayîşa gomirka Serzêrê ve, dest bi şer kir. Piştra, 5 Çirî yê li Çemankê û 16 Kanûnê li Amêdîyê bi tevahî 3 pêşmergeyên Kurdistanê teror kirin. Bi teqandina boriya nefta Başûrê Kurdistanê re 110 milyon dolar zirara darayî gihandin gelê herêmê. Di Çile ya paşîn da jî, PKK e di bin serokatiya ciwanên bakûrî yên ku perwerdaya çekdarî dîtîne de, li Silêmanî û derdora wê êrîşî avahiyên PDK ê kirin. Wekî ku hûn jî dibînin, yên şehîd kevin pêşmerge ne, yên baregehên wan tê şawitandin PDK ye, lê PKK dike qêrîn dibêje êrîşî me dikin.
Cemîl Bayik dibêje: “Plana qedandina PKK ê çêkirine, Tirkiye pêşengiya plana ku ew dibêje dike.” Rast e, Tirkiyê û dagîrkarên din Pîlaneke tasfiyekirina “destkeftên Kurda” heye. Lê kîjan?
Tirkiye, dixwaze kîjan destkeftiyên Kurda tesfîye bike
Cemîl Bayik di axaftina xwe de Li zîyareta Hulusî Akar ji bo Bexda û Erbîl ê dixaze têgekî wisa biafirîne. Li gorî vê têgihiştinê “PDK û Tirkiye bone şirîk û dê êrîşî PKK ê bikin. Ji bo vê armancê dixwazin Iraqê jî tevlî vê planê bikin. Iraq pir lawaz e, lê li dijî Tirkiyê berxwe dide.” Lêbelê, rastî tam berevajî ya gotinên Cemîl Bayik e.
Heya niha tenê tiştê ku Tirkiye û hemû hêzên dagirker di navbera xwe de li hev nekiribû, jinavbirina statuya Başûrê Kurdistanê ye. Ji bona vê jî plansaziyek mezin heye. Navenda vê planê Iraq e. Weku Cemîl Bayik qal dike “Iraq pirr lawaze ji Tirkiyê ditirse” ne we ye. Berevajî vê, Iran li pişta Iraqê ye. Ew têra xwe bi hêz in ku dikarin Emerîka ji Bexdayê bi zorê derbixin. Têkilîyên Tirkiyê û Iraq ê li ser pilangêriya Jinavbirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. PKK jî di vê têkiliyê de cihê xwe girtiîye. PKK bûye Heşda Şebî di vê planê de û cih girt. Lingê vê tifaqa dijî-kurd, dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê ya Iraq-Iran û Tirkiyê, PKK ye. PKK di vê tifaqê de erk û wazîfa Cehşatî yê daye ser milên xwe.
PKK bûye darê di destê Iraq ê de
Ger em mijarekê hinekî din lêkolîn bikîn dê bînin ku Iraq û Tirkiyê li dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê li hev kirine. Vê peymanê sê hêmayên praktîkî hene. Yekem; Vekirina deriyê sînor ê Ovaköy. Duyemîn; Mesele eve ku nefta Başûrê Kurdistanê têxin bin kontrola dewleta Iraqê. Sêyem: Dorpêçkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemî awayî. Her sê jî navêk de têne kirin.
Hikûmeta Iraqê zextên cidî li ser Herêma Kurdistanê dike. Gava ku vê dike jî, piştgiriya herî mezin ji PKK ê distîne. PKK Li gel artêşa, Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dorpêç kiriye. Sedema ku hikûmeta Iraqê ji nedana mûçeyan ew qas rehet e dîsa jî tifaqa ligel PKK ê ye. Hêza ku Iraq û PKK tîne ba hev jî Îran e. Em dikarin bibêjîn hêza Iraqê ya li başûr cîh bûyî, Pkk ye.
PKK dixwaze ku dewleta Iraqê bîrên nefta Kurdistanê dagîr bike
Sedema ku Cemîl Bayik hewl dide Iraq ê wisa bêhêz bide nîşandan, veşartina hevkarî û şirîkatî ya di navbera Iraq û PKK ê da ye. Wekî din, di derbarê mijara Ovakoy û Neftê de PKK xwedî plangerîyekî hevpare li gel Tirkiya û Iraqê. Loma jî PKK bêhtir erka Heşda Şebî dilîze. Heşda Şebî ya Başûrê Kurdistanê, PKKe ye. Malpera PKK ê ANF ê di manşeta xwe de wiha nivîsandibû “ PDK ê ji bona şerê neftê li dijî Hikumeta Iraqê leşkerên xwe bi cîh kirin” PKKe nabêje“ leşkerên Iraqê dixwest dest daynin ser bîrên nefta Kurdistanê lê pêşmergeyan pêşî lêgirt” bi kurtasî PKK dixwaze ku dewleta Iraqê bîrên nefta Kurdistanê dagîr bike. Bi taybetîjî dixwaze ku herêma Mexmûrê hinek kêşan dirist bike. PKK dixwaze hincetekê çêbike ku hêza xwe ya li Mexmûrê jî bixe nava statoya Heşda Şebî de. piştî Şengalê li Mexmûr jî PKK dibe Heşda Şebî.
PKKe dixwaze xwe li dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê weke hêzekî Cehş a Iraqê erkdar bike
Di Kanûnê de, hat ragihandin ku hêzên Heşda Şebî li Dubizê, ku bi Kerkûkê ve girêdayî ye û 40 km ji Mexmûr ê dûr e, hatine bicîh kirin. Dîbega û Dubiz deverên pir nêzî hevin û giringin ji ber serderîya bîrên nefta Kurdistanê. Hêzên herêmî piştrast dikin ku PKK xwedî hêzek leşkerî ya 300 kesî ye ku li derdora Kempa Mexmûrê ye. Wekî din, li kampê de hêzekî parastina cewherî ya bi sedan kesî pêk dihêt heye. PKK êdî dixwaze van hêzan bi fermî bike nava sîstema Heşda Şebî de. Ango dixwaze xwe li dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê weke hêzekî Cehş a Iraqê erkdar bike. Heman dem li başûr ve dixwaze Hikumeta herêmê dorpêç bike. Weke hêzekî biser Iraqê ve bibe nobedarê dagirkera.
Weke ku tê dîtin, şîroveyên siyasî yên Cemîl Bayik bê bingehin û berevajî kirina rastîya ne. Wekî din mijara herî esas, mesela derîyekî nû li navbera Iraq-Tirkiyê da bi navê ovakoy ê vekirinê ye.