Divê hemû kurd piştgiriya HSD ê bikin, lê dê HSDe piştgiriya kurdan bike?

Halab-Rojava-HSD-QSD-Kurd-info

Pêvajoya ku bi êrîşa hêzên HTŞ ê ya li ser Helebê destpê kir, gelek nîqaşan jî bi xwe re anî. Heya nuha, ji bo pirsên wekî kî dê çi bike, kî dê piştgiriyê bide kê tenê bersivek heye: Her tişt pir aloz e.

Tenê tiştê ku em dizanin ev e ku hinek peymanên veşartî hene, rîsk û derfetan nav hev da ne. ji bo me kurdan jî wê rîsk û derfet hebin. Tevgerên Başûrê Kurdistanê yên di salên 1992 û 2003 an de çawa qedera çar parçeyên Kurdistanê guherand, wê heman bandorê Rojava jî bike.

Ji bo vê yekê Rojava ji bo Kurd winda nekin gelekî girîng e. Ji bo vê jî divê em piştgiriyê bidin hêzên Rojava HSD ê. Ev yek baş e. Lê pirsgirêkek heye. Gelo HSDe dê piştgiriya kurdan bike?

Tu parçeyekî Kurdistanê bi qasî Rojava ji tevgerên siyasî yên Kurd piştgirî negirtiye

Em piştgiriyê didin her pêngava ku ji bo parastina hebûna Kurd li Rojava bê avêtin. Ev erk û pêwîstiya Kurdistanîbûnê ye, ev pêwîstiya Kurdbûnê ye. Her wiha Kurdan ji sala 2011 an ve li çar parçeyên Kurdistanê her cure piştgirî dane Rojavayê Kurdistanê.

Tu parçeyekî Kurdistanê bi qasî Rojava piştgirî ji Kurdên parçeyên din wernegirt. Li Rojava nêzî 7000-8000 welatparêzên Kurd yên ji parçeyên din jiyana xwe ji dest dan. Ne tenê şexsan, tevgerên siyasî jî ji bo parastina Rojava çi ji destê wan hat kirin. Hemû partiyan dizanîn ku sîstema li Rojava ku wê demê jê re PYDe dihate gotin PKKe bixwe ye, lê hemû pirsgirêkên sîyasî-rêxistinî dan aliyekî û ji bo ku Rojava zindî bimîne bi hevra xebat hatin kirin.

Lê mixabin PKKê ev hewldana kurdan tine kir, wek ku ev hevgirî tunebû tevgeriya û kurdbûna Rojava biçûk xist. Ji bo ku ji populerbûna Rojava sûd werbigire û ji xwe re cih veke, Rojava kir qurbanî.

Serok Barzanî gavên ku jiyan dan Rojava avêtin

Di sala 2013 an de dema ku Eniya El Nûsra di destpêka pêvajoya Rojava de êrîşî Serêkaniyê kir, Serok Barzanî ku wê demê serokê Herêma Kurdistanê bû, bi çekan bi hemû derfetên xwe jî piştgirî da Rojava. Rêveberiya Rojava ya ku li tu cihî nehat qebûlkirin, li Hewlêrê ji aliyê Tevgera Barzanî ve hat pêşwazîkirin û meşrûîyetekî navdewletî jê re hat çêkirin. Derfetên xabatê û seyehta dîplomatîk hatin dayîn. Derî ji bû sedhezaran Kurdên Roava hat vekirin û serok jêre got başûr mala weye hûn ne koçber in. Eger em îro behsa desthilateke bi navê Rojava dikin, ji ber ku tevgera Barzanî nehişt Rojava were perçiqandin, em dikarin behsa vê rastîyê bikin.

Piştre di bin serokatiya Serok Barzanî de bi pêşengiya peymanên Dihok û Hewlêrê hewl hat dayîn ku Kurd li Rojava bi hev re tevbigerin.

Li Kobanî jî Tevgera Barzanî hemû hêza xwe ya siyasî,leşkerî û dîplomatîk nîşan da û xebatekî bê hempa kir ku hevpeymaniya li dijî DAIŞê jî di nava pêvajoyê de cih digire. Weke ku ev ne bes be, hêzên Pêşmerge yên ser bi wezareta Pêşmerge ve şand Kobanê.  Ji hemû birîndarên şerê Rojava re nexweşxaneyên herêma Kurdistanê hatin vekir.

PKKê bi dijminatî bersiva van alîkariyan da

Li gel vê yekê PKKê di wê serdemê de hemû alîkarî veşartin û li dijî tevgera Barzanî jî şer îlan kir. Ji bo hebûna Tevgera Barzanî ya li Rojava bi dawî bibe, hemû xebatkar û partîyên sîyasî yên ne li ser PKKê ve ji Rojava derxistin. Li şûna ku bi Kurdan re yekitiya xwe pêk bîne, bi Ereb, çepê Tirk û Şîeyan re yekîtiya xwe ava bike.

Di referanduma serxwebûna Kurdistanê de, PKKê helwêstê xwe bi alîgirîya Îraqê nîşan da. Dema Kerkûk hate dagirkirin jî got, “Tevgera Barzanî têk çû, em bi ser ketin”. Dema Heşda Şeibî li eniya Mexmûrê êrişî Pêşmergeyan dikir, bi sedan Gerîlayên PKKê ji dûr ve temaşe dikirin û palpiştîya Heşda Şeibî dikir.

Tevî vê yekê Serok Barzanî bi xwe jî di dema dagirkirina Efrînê de bang li Emerîka kir ku vê dagirkerîyê bide sekinandin, Emerîka rexne kir û yekem kes bû ku êrişa Efrînê weke êrişa ser Kurdistanê bi nav kir. Lê dema ku mala Jîna Dizeyî ya biçûk a li Hewlerê bi mûşekên Îranê hatî rûxandin û jîna şehît kirî, medyaya PKKê got, “ofîsa Hewlerê ya Îsraîlê hat xistin.” Rêveberên PKKê bi xwe derketin û gotin, “Divê Şengal bibe parçeyek ser bi Iraqê ve.”

Li hemberî alîkariyên tevgera Barzanî ya ji bo Rojava kirî, PKKê hewl da Başûr ji hundir ve xera bike û nakokiyên heyî kûrtir bike. Dixwest Silêmaniyê ji Kurdistanê veqetîne Ji bo bidawîkirina statuya Herêma Kurdistanê bi Iraq – Haşdî Şebî û Îranê re hevpeymanî kir.

Tevgera Barzanî li dijî hemû êrişên li ser Rojava sekinî lê PKKê berovajî vê yekê li gel hemû êrişkerên li ser herêma Kurdistanê tevgerîya.

Em helwesta Mazlûm Abdî jî nikarin ji bîr bikin

Di dema dagirkirina Girê Sipî û Serê Kaniyê de tevgera Barzanî bi taybetî Serok Barzanî ji bo Rojava hemû derfetên xwe terxan kir. Û Mazlum Abdî jî derket û got ez spasiya Serok Barzanî dikim. Lê paşê çi kir û got, heke şerek rûbide “Em ê li kêleka PKKê li dijî Pêşmerge şer bikin.”

Pişt re; Di hilbijartinên Kurdistanê yên di 20ê Cotmehê de hat kirin de got, ez piştgiriya YNKê dikim. Helwesta ji rayedarên Rojava di hat xwestin ew bû ku destwerdana karûbarên navxweyî yên Başûr nekin, lê ew pir bi nankorî destwerdan di pêvajoya hilbijartinên Başûr kirin û xwest PDKe sernekeve.

Navên Rojava û Kobanî hatin rakirin

PKKe li şûna ku bi Kurdên Rojava re tifaqê bike, Ereb û Şîa tercîh kir. PYDê kurdên ku ne PYDe ne dan revandin, Ereb kir piraniya nifûsa bajarên Kurdistanê. çepên Tirk partiyên wekî MLKP û hwd ku nîvî wan ajanên dewleta Tirk in li Rojava hatin bicîh kirin , lê wenekir ku kur û keçên wî herêmê ango Pêşmergeyên Roj-hilat derbasî Rojava bibin. Rê neda çi partîyên sîyasî li Rojava xebatê bikin.

Navê Rojava jî hate rakirin, jê re gotin Bakur-Rojhilatê Sûriyê. Sîstema eyaleta hat avakirin. weke“Cezîre, Dêrezor, Reqa, Tebqa, Firat, Minbic, Efrîn-Şehba” hatin avakirin, lê navê Kobanî nehat bikaranîn. Bajarên kurdan bê nav û nasname mabûn.

Ala Kurdistanê li kolanên Qamişlo hate şewitandin. Dezgehên ragihandinê yên weke Kurdistan24 hatin qedexekirin.

Di vê mijarê de her çend em li hemberî her êrîşeke li ser Rojava reaksîyoneke mezin a hestyarî nîşan bidin jî, lê mixabin pêvajoya xwedî dîrok û rabirduyek wiha ye: pêkhateyên di bin kontrola PKKê de yên wekî HSD, PYD û hwd., piştgirî nadin Kurdan.

Rojavayê Kurdistanê bûye karteke qazancê ku PKKe di ajandeyên veşartî de ji xwe re bi kar tine.  Em dixwazin piştgiriya Rojava bikin, lê pêşî em dixwazin li ser navê kurdên Rojava wê çi bihê kirin bizanin?  Divê hemû kurd piştgiriya Rojava bikin, lê PKKe li tu parçeyên Kurdistanê piştgiriyê nade tu tevgerên kurdan. Li gorî rojeva kolonyalîstan tevdigere û dibêje ku ez ê tena serê xwe li her derê tevbigerim.

Mesela em dixwazin bizanin:

Îdareya Rojava dê helwestekî Kurdistanî nîşan bide? Li şûna axaftinên îdeolojîk ên pûç û li şûna berjewendiyên partiyan, wê berjewendiyên Kurdan li ber çavan bên girtin?

Wek mînak ger seferberî hebe û piştgirî ji hemû kurdan were xwestin, gelo dê Pêşmergên Roj qebûl bike?

Ma ew ê Rojava bibe cihê ku hemû Kurd lê bijîn, an jî dê tenê wek kampa PKKê tevbigere û dê bibe cihê ku tenê ew kesên ku diruşmên “Bijî Serok Apo” berz dikin, lê dijîn?

Belê, divê hemû kurd piştgiriya Rojava bikin, lê divê pêşî îdareya Rojava nasnameya Kurdayetî derxe pêş piştgiriya kurdan berz bike. Dive bibêje ez hevgirîya hemû parçeyên din giring dibînim û dem dema yekrêzîya nav mala Kurdî ye.

Pustên heman beş