Veqetîn ji PKK ê îxanet yan niştimanperwerî?

Veqetîn ji PKK ê îxanet yan niştimanperwerî?

Mistefa Şefîq “Arî”, li sala 1966an li gundê Îdlibê li navçeya Mizurî Balla li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1985 – 1986an ji boy xwandina pizîşkî li zanîngehê hatiye wergirtin, lê neçû zanîngehê û çûye Îranê, bo dema 4 salan li bajarê Ormîyê û derdora wê jiyan kiriye. Endamê Yekîtîya Xwendkaran û Qutabîyan bûye û piştre bûye endamê Partîya Demokrata Kurdistanê. Li Cotmeha sala 1989an weke yekem grûpên ciwanên Başûrê Kurdistanê bi 13 ciwanên din re tevlî refên PKKê dibin.

Ew sedemên tevlîbûna xwe ji boy nava refên PKKê ji boy mijarên fikrî ên weke sosyalîzmê û destve anîna edaleta civakî vedigerîne, lê belê, di nava PKKê de ev xwastekên wî nehatîne misoger kirin û jêre eşkere bûye ku stratejî di PKKê de esasê fikrî û felsefî û aydolojîk ên şeklîne û ew cîhê ku Ocalan têde ye, stratejîya PKKê têde tê danîn.

Di vê derbarê de ew dibêje: ” dema Ocalan hatiye desteserkirin, stratejîya PKKê jî hat guherîn û Ocalan di yekem derketina xwe di mehkemê de li meha xizîrana 1999an de, pişta xwe bi şêwazê tevgerîn û xweparêzî ya Mezlûm Doxan, Kemal Pîr û Xeyrî Dormoş germ nekir. Van sê endamên serkirdatiya PKKê li sala 1982an de li zindan û mehkemeya Diyarbekir, berxwedaneke dîrokî û zansitî nîşan da, bi vê berxwedanê stratejîya serxwebûna Kurdistanê xiste nava programa PKKê de vê yekê jî bandoreke herî zêde li ser me kir.”

“Min dixwest Ocelan jî mîna hemû girtîyên din ên PKKê berxwedaneke dîrokî ji kurdan bike, lê wî berxwedan li stratejîya Komara Demokratîk kir ku vê yekê pêdvî bi ew qas şer û şehîdan nedikir. Ez li bendê bûm serkirdatiya PKKê vê sitratîjiyê qebûl neke, lê belê ew jî berevajî biryarên kongreya 7an a PKKê ku dibêje: “Em girêdayî ti biryareke Ebdulla Ocalan nabin, heya wê dema ku di zîndanê de ye û wî peywendîyeke rasterast bi rêxistinê re nîne.” berevajî biryara kongreya 7an, Konseya serkirdatiya PKKê, stratejîya nû ya Ocalan qebûl kir. Rastî eve, di nava PKKê de stratejî esasên fikrî û felsefî û aydolojîk şeklin, ew ciyê ku Ocalan têdeye, stratejî têde tê danîn, bo mînak PKKê sê qonax derbas kirîne.”

Qonaxa yekemîn qonaxa Enqerê ye, qonaxa duyemîn qonaxa Sûriyê ye ku di vê de hemû stratejiyên PKKê li derdora têkilîyên Ocalan û Sûriyê û şerê çekdarî de bû û serkirdatî ji vê yekê haydar nebû. Qonaxa sêyemîn, qonaxa îmraliyê ye ku di vê qonaxê de bi hemû awayekî dixwaze xwe li gel Tirkiyê biguncîne û stratejîya Komara Demokratîk û xwe guncandina li gel Tirkiyê danîye.”

Mistefa Şefîq bi kod navê “Arî” ku yek bûye ji endamên damezrînerên Partîya Azadî ya Kurdistanê “PAK” û endamê serkirdatiya wê rêxistinê jî bûye. Wek ew bi xwe dibêje, paş kongreya 7an ji boy karên PKKê hatiye şandin ji bo Ermenîstanê û li Qefqazê ji PKKê qut bûye.

Pustên heman beş