PKKe li Şingalê bûye Harpakos

PKKe li Şingalê bûye Harpakos

Cenazeyên 104 Kurdên Êzdî yên gundê Koço ku ji alîyê Daîş ê ve hatibûn qetilkirin, berîya du roja di merasîmekê da bi axê hatin sipartin. Dema ku mirov li dîmenan temaşe dike, xwîna mirov dicemide. Her kesê ku dibêje “Ez mirov im” di wan dîmenan de êşa gelê Êzdî di dilê xwe de jîyan dike. Lê Kurdan ew êş du caran jîyan kir. Di wê merasîmê de rewşek ne asayî hebû.

 Her kesê ku ew rêwresmê li gundê Koço temaşe kiriye dizane ku hinek tişt xelet rêve di çûn. Heya mirov dikare bibêje ku di wê rêwresmê de fermaneke nû ya 75 an hate çêkirin. Bi bêdengî, hêdîka bêyî ku xwîn birije. Gava ku Êzdî difikrîn ku ew hatine rizgarkirin, ew dinava fermaneke nû de dijîyan. li ser tabûtên cangorîya ala Iraqê danîn nîşana fermana nû bû. Di vê fermanê de şûna kuştinê asîmîlekirin, şûna heqaretê çîrokên dostanî ji Êzdîyan re dihat vehandin.

Komkujiyek hate jîyankirin, di vê komkujiyê de Kurdên Êzdî hatin kuştin, li seranserî cîhanê hemî Kurd ji bo ku van Kurdên Êzdî rizgar bikin bûne yek. bi dehan zarokên Kurda ji bo rizgarkirina qîz û xortên Êzdîyan canê xwe da. Ji bo rizgarkirina Şingalê operasyonek hat kirin. Şengal tê rizgarkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rizgarkirina jinên kurdên Êzdî, baroyek taybetî ava kir. Ew carna bi operasyonê, carna jî bi fide-bertîl bi sedan jinan rizgar dike. Parlamentoya Kurdistanê 3 ê Tebaxê wekî “Roja Jenosîda Kurdên Êzdî ” bi fermî nas kir. Hemû Kurd karesata ku ji hêla Kurdên Êzdî ve hatî jiyan wekî ya xwe dibînin. Lê mixabin cenazeyên 104 kesên ku hatin qetilkirin tên û ala Iraqê li ser e. Ew al, ala Erebên ku Êzdî qetil kiri bû. Hêza ku ew ala anî Şingalê û gundê Koço cêwî yê Daîş a ku ew komkujî kirî, ango heşda Şebî bû. Gelo çima wiha di be ?

Çima? Ji ber ku ruha Harpakos li Şingalê digere. Harpakos tê bîra we? Xayînê mezin ê ku dîroka kurdan de serdema berbijêr ve çûnê dayî despêkirin. Ew xayînê mezin hate bîra we? babê dîrokê, Dîroknasê navdar Herodotus ev îxaneta Kurd bi gotinên mîtolojîkî nivîsandiye.

 Padîşahê Med a Astyages di xwena xwe de bi ava ku ji keça wî Madana tê, dixeniqe. Şîrovekarên xewnê dibêjin ku dê ji keça te Madana kurek bibe û derbasî şûna Astyages bibe. Ji bo pêşîlêgirtina vê xewnê, Astyages keça xwe dide Cambyses ê Faris. Keçikê kurek ji Cambyses dibe. Astyages dixwaze vî lawikî jî bikuje. Ew ji Harpakos ê ku fermandarê arteşa Med a ne re dibêje ku zarok bikuje, lê Harpakos zarok nakuje. Harpakos ji hêla Astyages ve tê sizakirin.

Navê wî zarokî Kîros e û ew dixwaze împeratoriya Med têk bibe. Bûyera xîyanetê li vir dest pê dike. Harpakos, ku bertek nîşanî Astyages dide, bi Hakhamanesh yan re têkilîlî ya çêdike. Ew ji Kîros re dibêje ku ger ew êrîşî Med an bike, ew ê alîkariya wî bike, û ew Kîros tehrîk dike ku êrîşî Med an bike. Ew dibêje ku ewê Astyages radestî wî bike. Şer dest pê dike, serfermandarê artêşa Med a Harpakos dijî Kîros Şer nake. Kîros di şer de serfiraz dibe û împeratoriya Med a jinav dibe. Astyages dîl digire. Dema Astyages di nav leşkeran de tê girtin, ew dizivire Harpakos û dibêje: “Ey rûreşê xayîn, te xiyanet li min kir, te hişt ku desthilata me hilweşît. Qe nebe tu derbasî cihê min biba bila melikî ji bo qewmê me Mad a ango Kurdan maba. Çi ma te hişt ku xulamên me pers-kîros liser me bibin desthilat”

Em jî ji PKKê dipirsîn çima we bi rêveberiya Iraqê re hevkarî kir da ku Şengal nekeve bin desthilatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê?

Çima we bi Heşda Şabî re hevalbendî kir ku pêşmerge nevegerin Şengal?

PKK ma hûn bi ala Iraqê ya ku li ser tabûtên cangorîyên Êzdîyan hatî pêçan şanazî dikin û pê serbilind dibin ?

Ey PKK! Ey Xayin madem te bi lîstok ve hîle kirin û te xwest Şengalê ji Kurdistanê qut bikî bila te Arab neanîya, te Şîe û Iraqî ne anîban. Te ev ruswabûne çêkir bila te ala Iraqê ne danîba ser tabuten Kurdên Êzidî.

PKKe sedema daliqandina ala Iraqê li ser cenazeyên Kurdên Êzdî ye. Her ew PKKe ye, ya ku ne dixwest ala Kurdistanê li Şengal bilind bine. Wan ala Iraqê li Şengal bilinkir. PKKê ew komkujiya mezin a giyanî ya ku ji hêla gelê Êzdî ve hat jiyan kirin bes nedît, PKKê xwest wan ji xaka Kurdistanê û remzên Kurdan jî dûr bike û her weha PKK ê soz daye Iraq, Iran û heşda Şabî ku ewê Pêşmerge ji xaka Şengalê dûrbixin.

Tiştê ku li Şengalê diqewime ne rewşeke asayî ye. Ne normal e ku li rêwresmên li Koço hatî meşandin de ala Iraqê liser tabûtên Cangorîyên Êzdîyan be. Daleqandina ala Nazî ya li ser tabûtên qurbaniyên Cihûyên Holokostê yên ku ji hêla Naziyan ve hatibûn qetil kirin çi be, daleqandina ala Iraqê li ser tabûtên Êzdîyan jî ewe. Li Şengal komek êzdîyên ku li derdora PKK ê civîya yî tenê ji bo berjewendîya partîya xwe anku PKKê wana dike Iraqî. Ji axa Kurdistanê tên veqetandin û berê wan didin çola ereba. Ev yek xîyaneta herî mezine PKKe li Kurdên Êzdî û hemû Kurdan dike. PKKe bê qîleta sîyasî ye. Ev yêk piştî çend sala wê Êzdî ya ber bi xelîyana olî, qewmî û nijadî ve bibe.

Berpirsê vê rewşê ne gelê Êzdî ye. Lê ferze ku hemû gelê Kurd liber vê rewşa Şengalê xwe berpirsyar bibînin. Ji ber ku PKKe li Şengal bûye Harpakos. Li gel dujminên Kurda bûye yek û Kurdan ber bi Ereb bûyînê ve dikêşe. Heya ku pêşîgirtinek ji bo vê sîyaseta PKKê ya ku erka Harpakos dilîze nehê girtin, ev rewş dê kûr bibe û Êzdî ya ber bi tune bûnê ve bibe. Di vê derazînka Dîrokî de PKK weke Harpakos xîyanetê li ser Kurdan farz dike. PKKe bûye darê destê dagîrkaran de. Pêşî girtin li PKKê, pêşî girtine li ruha xîyanetê.

Pustên heman beş