Pîlaneke xeter a Heşda Şabî û PKK’ê li Mûsilê û Şengalê îfşa dibe

Pîlaneke din a Heşdê û PKK ê li Mûsilê û Şengalê eşkere dibe

Yekîneyên bi navê Seyd Şuheda pîlanên xwe ji bo hilbjartinên dahatî yên Parlimena Îraqê dest pê kirine, ew bi nav Mûsilê ketîye û soza weyfedarkirinê di rêzên mîlîsa Heşda Şabî de bi şênîyan dide, li himber dayîna dengê wan, li Şengalê jî PKK e heman karî encam dide.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşekere kir, cîhgirê berpirsiyarê ofîsa Yekîneyên Seyd Şuheda ya girêday Heşda Şabî, Faris Xizeyr ku bi Ebo Zehra tê nas kirin, xebatên xwe ji boy hilbijartinên dahatî yên Parlimena Îraqê li Mûsilê dest pê kirine.

Wê bi navê kwalîsyona Muntesîrûn tevlî hilbijartinê bibe

Li gorî agahiyên destê me, Yekîneyên Seyd Şuheda wê bi navê kwalisyona Muntesîrûn tevlî hilbijartinê bin.

Çavkaniyên pêgeha me eşkere kir, Ebo Zehra civînek li gel kadiroyên pêşketî yên ofîsa Yekîneyên Seyd Şuheda li Mûsilê çêkirîye û di wê civînê de ev biryar hatine girtin:

  • Pêwîste her kadiroyekê pêşketî yê ofîsa Yekîneyên Seyd Şuheda, herî kêm 500 dengan ji bo kwalîsyona Muntesîrûn kom bike û xebatên kom kirina dengên şênîyan ji niha werin meşandin.

  • Kwalîsyona Muntesîrûn wê li 4 bazineyan tevlî hilbijartinan be û wê namzed hebin.

  • Pêwîste kwalîsyona Muntesîrûn namzedên jin ji boy hilbijartinê hebe, çunke firseta serketina jinan pêtire bi sedema sîstema kota.

Li himber dayîna dengî, formên wezîfedar kirinê di Heşda Şabî de li ser şêniyên Mûsilê parvekirine

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kir, Ebo Zehra formek çêkirîye û ji niha li ser şêniyên Mûsilê tê parve kirin ku di wê formê de soza wezîfedarkirinê di nava rêzên mîlîsên Heşda Şabî bi gelê Mûsilê li himber dengdana wan ji bo kwalîsyona Muntesîrûn tê dayîn.

Heşda Şabî ev hengavên xwe bi te’lîmatên raste rast yên Îranê dest pê kirine, amanc jê:

  • Bê tesîr kirina hêzên Sunnî û Kurdî li Mûsilê

  • Bihêz kirina enîya bi navê Mihwer El Mqaweme û sitratecîya Hîlala Zêrîn.

Tu pêwendîya PKK ê bi Yekîneyên Seyd Şuheda ve heye

Her kes dizane PKK e ji bo Heşda Şabî li Şengalê tev digere û ev rêxistin dibe beşekî girîng ji Mihwer Mqaweme yê Îranê, Şengal ji boy Îranê ciyekê pir sitratecîke û bi xeta girîng a temam kirina Hîlala Zêrîn tê hesab kirin, PKK e û Heşda Şabî li wir bi parêzvanên vê xetê tên hesab kirin û raste rast bi te’lîmatên Îranê tev digerin, ev yêk Îranê eşkere gotîye wexta ku Peymana Şengalê a nêvbera hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Îraqê hatîye çêkirin, ku gotibû Mihwerê Mqawemê ketîye di xeterê de, mebesta Îranê ji vê xeterê derketina PKK ê û Heşda Şabî bû ji Şengalê ji bo ku tu veqetînk nekeve Hîlala Zêrîn.

Li derbara hilbjartinên pêşî me yên Parlimena Îraqê jî li Şengalê, PKK e û Heşda Şabî ji niha de ketîne nava hewlên mezin ji bo ku vê hilbijartinê di berjewendîya Heşda Şabî de bişkênin û heger rewş wusa dewam bike û Peymana Şengalê bi kiryar neyê cî bi cî kirin, xeter heye hilbijatin li Şengalê neyên encam dayîn.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, Yekîneyên Seyd Şuheda te’lîmatên nû yên Îranê ji boy PKK ê şandine û PKK ê ji hêla xwe ve te’lîmat dane rêxistinên xwe ku ji boy lîsta Muntesîrûn bi xebitin.

Fermandarê giştî yê yekîneyên Seyd Şuheda: Em raste rast bi Wîlayet Feqîh ve girêdayî ne

Hêjay gotinê ye, Yekîneyên Seyd Şuheda bi mîlîske Şî’e a Îraqî tê hesab kirin, li sala 2013an hatîye ava kirin, li destpêkê amanca wê parastina mezarên Şî’eyan bû, piştre bû beşekî girîng yê Heşda Şabî, ofîsên xwe li tev parêzgehiyên Îraqê hene, niha piştigrîya Rejîma Beşar Esed dike û têkilyên herî bihêz li gel rêxistina Bedir a Heşda Şabî hene ew li pileya yekê ji bo parastina berjewendiyên Îranê di xebite, Îran wan weke hêza xwe li navçeyê dibîne.

Ebu Ala El Welaî fermandarê giştî yê Yekîneyên Seyd Şuheda ye û ew dibêje: Rêxistina me raste rast bi Wîlayet Feqîh ve girêdayî ye û em fermanê ji tu aliyên siyasî yên Îraqê nastînin.

Yekîneyên Seyd Şuheda mîlîsa sereke ye di rêzên Heşda Şabî de ku dest di êrîşên ser berjewendiyên Amerîkayê de li Îraqê heye, weke êrîşa ser balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê.

Pustên heman beş