Gelo qey nirxa gundekê başûr bi tenê eskerek Tirk e?!

Gelo qey nirxa gundekê başûr bi tenê eskerek Tirk e?!

Dewleta Tirkiyê ji xizîrana sala rabûrî êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê destpêkir, wan navê pencên heywanan li vê operasyonê kir, armanca vê êrîşê çi ji navbirina PKKê be weke tirk dibêjin, yan jî dagîrkirina başûr be weke PKKe dibêje ne girînge, ji ber ku ev yêk tu tiştekê ji heqîqetê na guherîne, heqîqeta ku PKKe ji bo wê tev digere ku ew jî demokratîk kirina Tirkiyê û biratîya gelane li ser binyata jinavbirina xewna kurdan û bi kolekirin û asîmîlekirina wan di nava dewletên dagirker de, bi gotineke din, PKKê qada xebata xwe ya sexte piştî çûlkirina bi sedan gundên ser sînor yên Bakurê Kurdistanê û asîmîle kirina kurdên wan navçeyan di nava tirkan de veguhastiye Başûrê Kurdistanê û xeterî xistîye ser take perçeya azad a Kurdistanê.

Di bazdaneke berdewam deye

Emê di vê nivîsê de bas li çend xalên girîng bikîn, ew jî evin:

• Di 8 mehên rabûrî de PKKê tu zirar li Tirkiyê xistiye û tu zirar li başûr xistiye?
• Di van alozîyan de destkeftên PKKê û Tirkiyê çi bûne?
• Gole destkeftên gelê başûr di vî şerê PKKê û Tirkiyê de çi bûye?

Piştre hûn biryarê bidin gelo ev tişta ku PKKe dike, berxwedan û pêşî girtine li dagirkerî û faşîzmê, yan rêxweş kirine ji bo dagirkerî û faşîzmê?

Li roja 15 meha 6 ya sala 2020an, Tirkiyê êrîşa mezina ser Başûrê Kurdistanê destpêkir, qûnaxa duyemîn ya êrîşê li roja 10î Sibata îsal destpêkir, di van 8 mehan de, Tirkiyê pêtrî 28 nuqteyên xwe li başûr zêde kirin, 18 KM kûrahî kete di nava xaka başûr de.
Da em pêtir vê gotnê zelal bikin:

18 KM kûrahî tê çi watayekê?!

Digel destpêkirina êrîşa bejayî ya bi navê “Penca Piling” li Heftenînê û dorbera Zaxo bo alê sînor, PKKe di reveke berdewam de bû, navçeyên wan têde cî digirt, yêk li pey yêk ji Tirkiyê re hiştin, her ciyekê Tirkiyê jî dagîr kiriba nuqte û Qereqolên xwe lê ava dikirin, li dawiyê êncam bi vî awayî derket:

• 53 gundên Zaxo ji şêniyên hatin vala kirin û bûn navçeyên Eskerî.
• Li nahiya Derkarê 14 gund û dever hatine çûl kirin.
• Li nahiya Batûfê 39 gund û dever hatine çûl kirin.

PKKê digo me li Heftenînê dinya li pêş çavên hêzên dagirker tarî kirîye, lê ya rast operasyonê bi kiryar heya meha Tebaxê dewam kir û piştre sekinî, ev yêk jî bi wê wateyê tê ku PKKê di van 50 rojên şer de, 53 gund bo Tirkiyê hiştin û kirin navçeyên eskerî.

Nirxa gundekê başûr çi qase?

PKKe şerekî wiha li başûr dike ku li gor zansitên leşkirî hevsengiya hêzê têde tuneye, hêza ku Tirkiyê hey bi hemû çek û teknolojîya xwe a şer li gel çekên di destê gerîlayan de nayê himber kirin, di şer de her yêk ji hêla xwe ve amarên zirarên canî yên hev parve dike, Tirkiyê digo me sedan çekdarên PKKê qetil kirine û PKKê jî digo me bi sedan ‘esker qetil kirin, lê belê herdu alî rast nabêjin.

Heger kêfa kurdekî bi kuştina ciwanekê kurd were, pêwîste ew gumanê ji kurdbûna xwe bike, nîqaş li ser vê yekê nayê kirin, lê belê emê bi data û zanyarî vê yekê ji we re bibêjîn.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, ji roja destpêkirina êrîşa Penca Baz wate ji roja 15/6/2020 û heya roja 7/10/2020an:

• 54 eskerên Tirk hatine kuştin.
• 32 esker brîndar bûne.

Li himber vê

• 113 gerîla can ji destda.
• 30 gerîla birîndar bûne.
• 23 gerîla dîl ketin dest Tirkiyê.

Tu ji kîjan quncikî li vê amarê binêrî, zirara mezin bi Başûrê Kurdistanê ketîye, ji berku başûr 53 gund ji dest dan, gelo em dipirsin ma qey nirxa gundekî başûr çi qase? Ma qey lojîke tu gundekî fedayî eskerekî bikî? Ma ev yêk pêşî girtine li dagirkeriyê yan rê xweş kirine bo dagîr keriyê, bersiv bila ji boy heweyên birêz be.

Ji Heftenînê bo Bagêra û Çemankê

Ji dema qûnaxa yekemîn ya operasyona Pence Baz û heya qûnaxa duyemîn ku 8 meh di nêvbera wan de ne, şer ji xeta sînor wate ji Heftenînê ber bi kûrahiya başûr ve hat, em basî bazdana PKKê ya ber bi kûrahiya başûr û şikestinên eskerî yên vê rêxistnê nakin, lê emê bi tenê mînakekî danîn berçav, gelo ger hûn nexşê başûrê kurdistanê danin berçavên xwe û xetekê ji Heftenînê ber bi Bagêra û li wir ber bi Çemankê û Çiyayê Gare bikêşin, wê çaxê wê çi xweya bibe? Emê ji were bibêjîn, wê bi zelalî xweya bibe piştî şikestina PKKê li Bakurê Kurdistanê di qûnaxa yekem de PKKe û Tirkiye dixwazin navçeya Behdînan jî bi derdê gundên Bakur bibin piştre ber bi Qendîlê û her yek ji hewlêr û Silêmaniyê biçin û statoya başûr ji nav bibin, em rojane bi çavê serê xwe dibînin bi t awa balefirên Tirkiyê, Çemankê û dorbera komelgeha Bagêra bordoman dikin, me bi çavê xwe jî dît li roja çarşemî ya rabûrî Tirkiyê ‘eskerên xwe xistine nava gundên devera Berê Gare, PKKê jî ji bilî hinek daxuyaniya û slogan û piropagindeyên medyayî ti karek nekir, kuştna hin leşkerên Tirkiyê jî bi tenê ji bo şûlîkirina vê planê ye ku dixwazn başûr bikin meydana şer û statoya wê ya navnetewî ji holê rakin.

Bi kurtasî emê bi çavê serê xwe bînîn, li şûna wan 30 ‘eskerên ku PKKe dibêje me li Gare kuştine, wê çend gundên deverê bxe jêr desthilatdariya Tirkiyê de, bi gotneke din, di qûnaxa yekê ya Pence Baz de nirxa gundekî başûr eskerek Tirk bû, di vê qûnaxê de PKKe wê nirxê erzan bike û wê her dû gundan bi eskerekê tirk bifroşe.

Li dawyê em ji gelê başûr re dibêjin, heger rewş wisa bidome PKKe wê ne bi tenê tevahiya gundên başûr belku hemû başûrê kurdistanê fedayî çend sed eskerên tirk bike, pêwîste gel şiyar be û bizanibe PKKe ji bo berjewendîya Tirkiyê li başûr cî girtiye, mezin bûna herêmên Tirkiyê û biçûk bûna herêmên PKKê li başûr, mînakeke zîndî û berçav e ji boy vê axaftina me, heger em bi lojîk bifikrîn û van tişta danîn ber hev, wê ji bo me pir zelal be gelo ev yêk berxwedan û parastina başûr e, yan jî firotina Başûre bi dagîrkaran.

Pustên heman beş