Balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê zoma Erginê li çiyayê Gare hedef kir û pişt re şer di nêvbera çekdarên PKKê û leşkirên Tirkiyê de derket.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ragihand, îro roja şemî 13/2/2021an balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê li saet 5:55ê êvarê zoma Erginê li çiyayê Gare bo cara çaremîn bordoman kir.
Her weha da xweya kirin, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê gundê Siyanê li nahiya Çemankê ê ku dikeve binara çiyayê Gare hedef kiriye û pişt re şer di nêvbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de dirust bûye, lê belê heya niha ti zanyariyek li ser zirarên bordomanê û şerê nehatîne hîn bûn.
Ev operasyona Tirkiyê ku li bin navê “Pence Piling 2” li roja çarşema rabûrî li çiyayê Gare hat destpêkirin, heya niha berdewam dike.