Şîroveyek li ser operasyona Gare û partiyên Kurdî

Şîroveyek li ser operasyona Gare û partiyên Kurdî
  • Mehmet Îzgît

10 Sibatê, Hêzên Çekdar ên Tirk li dijî Çiyayê Gare operasyonek da destpê kirin û 14 Sibatê bidawî bû. Ev operasyon di çarçoveya dagirkirina Kurdistanê, înkar û îmhaya dijî Kurda ye. Bingeha stratejiya dewleta Tirk di sedsala 21an de meşandina siyasetek berfirehker li Rojhilata Navîn، Qibris, Qerebax û hwd e. cîhê di tengezarîyên sîyasî û leşkerî de li Tirkiyê bandora firehbûnê heye. Lêbelê navenda stratejîya berfirehkirina Tirkiyê Kurdistan e. Ji sala 1990 ve li herêmê de xala nîrengîyê Kurdin. Tirk dixwazin kêşa Kurd berevajî bikin û bigirin bin kontrola xwe de. Ev xeyal ne bes ya Tirka ye hemû dagirker wiha difikirin. Heya ajandeyên veşartî yên dagirkeran, hêzên sîyasî yên kûr baş nehê zanîn operasyona Gare nahê fam kirin. Ev mijar hê dê pirr werin nivîsîn û şîrove kirin. Lê em dixwazîn di babetê PKK ê û PDK ê de bersiva çend pirsan bidîn.

Ma Hevkariyek stratejîk di navbera Tirkiyê û PDK ê de heye?

Operasyonên di van salên dawî de dijî PKK ê têne kirin ji hêla PKK ê ve rasterast PDK e weke berpirsiyar tê girtin û heman dem PKK dibêje Tirkiye Û PDK hevkarin ku me xelas bikin. Gelo ma Rewşa ku ji hêla PKK ve hatî diyar raste? Bê guman na?

Têkilîyek di navbera Gare û baregeha hewayî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka li Harir, de heye?

Li deverek girîng a stratejîk wekî Iraq, ku xala nakokiya li Rojhilata Navîn e, bi taybet li Herêma Kurdistanê, kes nikare bêyî destûrê klika siyasî ya ku di şexsê NATO-Emerîka de tê temsîl kirin, bihostek pêş de biçe. Operasyonên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê tên kirin jî tê de ye. Her weha, divê were zanîn ku Çiyayê Gare tenê bi hewayî 15 km dûrî balefirgeha leşkerî ya ku li Harir e. Rêya di navbera Harir û Rojava-Sêmalka de di binê çiyayê Gare re derbas dibe. wekedin, êrîşên hewayî dikare ji silsila çiyayê Gare li ser baregah û navendên leşkerî yên li Harir ve were kirin. Divê were zanîn ku Emerîka hebûna PKK-KCK a di bin rêberiya Cemîl Bayik de, li ser vê xetê na ecibîne loma jî vê operasyona Tirkan dipejirîne.

Peymanên navneteweyî dibe ku bê edalet be, lê meşrûiyetê dide

Tewana ku operasyonek li cihek wisa girîng a stratejîk tenê bi destûra PDK ê tê meşandin, propagandayeke ku tenê kes û komên ji erdnîgarî-siyaset û stratejiyê qed fehm nekin jê bawer dikin. Destûra operasyonekê ji bo herêmek wisa stratejik bi lokalî na be, bi destûra hêzên cîhanî dibe. ne bi pêkhateyên siyasî yên herêmî tê kirin. Jixwe konsolosxaneya Dewletên Yekbûyî yên li Enqereyê daxuyanî da û ragihand ji bo operasyona Gare “Em li rex hevalbendê xwe Tirkiyê ne”. Wekî din, hinceta pêkanîna operasyonên Tirkiyeyê li ser van herêman li ser destûra peymanên navneteweyî  û Peymana di sala 1983an de di navbera Iraq-Tirkiyê de weke “Peymana hevkariya Ewlehiya Sînor” hatî îmzekirin bingehê xwe digire. Ango hew qas faktorên navneteweyî ku piştgirî didin operasyonên Tirkiya hene, ma mirov dikare bibêje ev operasyon bi hevkariya PDK ê tên meşandin. Çi bingeh ji boy van tewanbarkirina nîne.

Hulusî Akar çima çû serdana Iraqê? Çima operasyona Gare niha çêbû?

Di Medya PKK ê de propagandaya li ser operasyona Gare “ew di seredanên Hulusî Akar de yên li Bexda-Hewlêrê di 19 ê meha Çile a sala 2021 de biryar hat girtin”. Lêbelê, biryara operasyona Gare di van demên dawî de nehatîye girtin. Operasyona Gare berdewamiya Operasyonên biryarbûnê ne ye ku di 2018an de dest pê kirî. Wekî din, kes li ber çavê çapemeniyê biryarên wisa girîng, nagire.

Ger PDK piştgirî bide operasyonê dê çi bibe?

PKK di propagandaya xwe de dibêje “PDK di va 6 salên dawîn de alîkariya Tirkiyê dike û pêşmerge cilên artêşa Tirk li xwe dike.” Lê belê, Hemî xwarina bingehîn PKK ê bi riya herêmên di bin kontrola PDK ê de tê birin. Bi gotinek din, daxuyaniyên ku PKK belavdike weke “PDK bi dewleta Tirk re li hev kir dixwazin me biqedînin” ev propagandayek reşkirinê pêve tiştek nîne. Ger PDK bi ba hevparê operasyonek wisa, rêveberiya PKK ê ne dikarî li Gare, Metîna û heramên başûr bimaba da nûke li der dora Gola Urmiyê bi cîh bûya.

YBŞ dikare kincan biguhere û bibe Heşda Şabî, lê pêşmerge vê nake

Mijara ku pêşmerge kincan diguherîne propagandayek reş e ku ji bo îsbatkirina ku PDK beşdarî operasyonan bûye hatî ye çêkirin. Beriya her tiştî, ger Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û PDK dixwazin biçin şer, tiştek tune ye ku pêşiya wan bigire. Tawana ku PKK îddîa dike “PDK ji gel ditirse ji bo vê yekê nikare bikeve şer” tenê beşek ji propagandaya reş e. Ya rast eve ku;  Mesut Barzanî şerê navmala Kurdî weke heramî dizane. Heman dem dizane ku şerê Kurd-Kurd tenê di berjewendiyên dagirkeran da ye. Loma jî Mesut Barzanî pêşî li hemû cûrên şerê navxweyî digire.

Di sîstema KCK – PKK di şevekê de endamekî HPG ê dikare bibe YPG, roja din jî dikare bibe YBŞ. Ew heta cilên YBŞ ê li xwe dike û cilên Heşda Şabî li xwe dike û dibe Heşda Şabşî. Ango ji bo endamekî PKK ê her tişt weke kinc bedilkirinê ye. Hema rêxistin bêje ew dikarin cilên ala Tirkan li ser jî li xwe bikin, ji berku rêxistinê ferman daye. Lêbelê Pêşmerge nikare vê yekê bike û nake. Pêşmerge artêşeke ku xwedan statuyek navneteweyî ye, mîna nîv-dewletî hatî rêxistin kirin, xwedî teamül û qanûn e.

Di vê operasyonê de PKK li ku ye?

Ne xelete ku mirov ji bo operasyonên ku di nav sînorên Herêma Kurdistanê de têne kirin bibêje operasyonên “Qazanc-Qazanc” Ji ber vê yekê her du alî bi ser dikevin. Aliyê Tirk erd dagir dike û baregehên nû ava dike, axê bi dest dixe. PKK jî tê deverên nû û bakîr, bi riya medyayê jî propagandaya maxdûrîyetê dike, girseyek nû diafirîne û bi hinceta operasyonê xwe nêzî bajara dike û cîdibe. Ya herî girîng, ew di navbêna van operasyonan de ji xwe re cîhek diafirîne, ew bi sûd wergirtina ji nakokîyan tawîzên darayî bi dest xwe dixe. Ya rast ev e ku ji van operasyonan tenê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê winda dike. Gundî nikarin vegerin warên xwe, gund vala dibin, bêkarî zêde dibe, û dengên pevçûnan bi gelemperî dîmenek bêîstîqrar diafirîne.

Alîkariya Ocelan ji bo projeya Mîsaqa millî

Li vir kêşa esas di rengê danûstandinên dinavbera PKK ê û dewleta Tirk da ye. Heke em pêwendiyên di navbera Ocelan û dewleta Tirk de baş fam nekîn em nikarîn operasyonên artêşa tirk ji bo devera Şekîf, Heftenîn û Xakûrkê jî fam bikîn.

 Li vir hewce ye ku em werin ser video yên Evdila Ocelan ên lêpirsîna sala 1999an û pirtûkên wî, ku têde pêşnîyarê ji bo dewleta Tirk dike, dibêje “werin em bi hevre Mîsaqa Millî guncaw bikîn.” ku pir girîng in lê ji hêla raya giştî ya Kurd ve têne paşguh kirin. Ya rastî, ev materyalên Apo, heta di şîrovekirina her gavek siyasî ya 20 salên borî de jî rêberiya bûyerên li herêmê rû didin dike, hîn jî ji hêla rewşenbîr û civaka Kurd ve baş nehatîye nirxandin. PKK her gavekî Apo yê xelet weke “serok tektîk dike” binav dike. Lê ya rast; serokê PKK ê Ocelan di lêkolînên xwe yên li Îmraliyê de bi dewletê re têgehek nû pêşniyar dike û bi dewletê re peymanekî nû çêdike.

Evdila Ocelan di vîdeoyên lêpirsîna xwe de ji dewletêra vê pêşnîyarê dike:  “werin em Erbîlê bistînin, Barzanî-Talebanî dijî Tirkiyê ne. Hûn cîh nedin wan bila ev peymana nepenî bimîne” emê Tirkiyê di asta herêmî de bikîn hêza sereke hûn mecale xebatê bidin min ez bişoxilim. Ev gotin û teklîfên Ocelan di exlaqê sîyasî de cîhê xwe nîne. Ev plana Ocelan pêşnîyarî dewletê kiriî va 23 sale li ser herêmê tê meşandin. Apo li Îmralî bi hezara rûpel liser “pêwîstîya Kurdan bi dewletê nîne” nivîsand. Li ser giringîya Mîsaqa Millî rê nîşanî dewleta Tirk dide û dixwaze Kurdan jî li ser bike şirîkê peymana Mîsaqa Millî. Ger em van gotin û peymanên Ocelan-PKK ê ne sekinîn emê kêşên rojane weke şerê dinavbera Tirkan û PKK ê de bizanîn. Lê rastî ne welê ye, hemû hewlên Tirk û PKK ê li ser planên Îmralî hatîn çêkirin dimeşin.  Em nikarin bi belgê darê analîza darê bikîn. Pêwsîte hemû pêngavên PKK ê û dewleta Tirk yên piştî sala 2000 ê li gorî van peymanên Îmralî hatîn çêkirin em bikîn, ji bo ku em xwe bigîhînin rastîyê.

Kêşe ne ew kêşe ye ku em bibêjîn li Gare “kê serkeft an jî kê binkeft” tiştê em bixwazîn fam bikîn pêwîste ew be gelo çawa çêdibe ku di van operasyonan de hem Tirk û hem jî PKK biser dikeve. Ger em hesabekî zirav li ser operasyonên ji sala 2015 û vir de bikîn emê bibînîn ku dewleta Tirk û PKK her du hêz serkeftine . ango ev operasyonene li ser “ qazanc-Qazanc” ê ava bûne.

Pustên heman beş