Faylên kesên nediyar û qadroyên ku bi destê PKKê-PYDê hatîne kuştin

Faylên kesên nediyar û qadroyên ku bi destê PKKê-PYDê hatîne kuştin

Demekê ku wan salên destpêkê kirîza Sûriyê û şerê navxweyî peyda bûy rejîma Sûriyê êdî nikarî hemû xaka Sûrî bi parêze, mecbûr ma li gel PKKê bi navbeynkariya Îranê xaka Rojava bi wekaleteka pişt perdê da bide dest PKKê, yekemcar devera Kobanê û paşan hêdî hêdî devera Cizîrê û Efrîn jî teslîmî PKKê-PYDê kirin.

Mihemed Şener ku kadirekî PKKê yê Rêveber bû, cesaret kir li rojava gavekê bavêje

Pîlanên PKKê yên bi sala li ser sûriyê û rojava hebûn, eve firsetek başbû ji boy PKKê-PYDê, bi sala bi hevkariya rejîma Besî hemû hizb û aliyên Kurd li Rojava bê bandor kiribûn, kesên weke Mihemed Şener ku kadirekî PKKê yê Rêveber bû, cesaret kir li rojava gavekê bavêje û peywendiyên PKKê bi hevkariya qirêj ya rejîma Besî ya esed keşf bike, lê di demekê nêz de ew kuşt, ev kiryar ji aliyê rejîma besî ve hat serpoşkirin.

Serdema ku kirîza Sûriyê derketî PKKe hazir bû, lê partîyên din yên kurdî pir lawaz hereketkirin. Kesê weke Meşel Temo xwestin hindek gava bavêjin ku meydan bi tenê ji boy PKKê nemîne, lê ew ji Aliyê hêzeke tarî ku bi îhtîmaleke herî mezin PKKe û rejîm in, tê teror kirin û meydan bi temamî ji boy PKKê-PYDê dimîne.

Piştî ku rojava hatiye kontrol kirin PKKê-PYDê dest bi tesfiyatên li nav rojava kirin

Piştî ku rojava hatiye kontrol kirin PKKê-PYDê dest bi tesfiyatên li nav rojava kirin û bi ser malên wilatparêzan da girtin û yê ku ne alîgirên PKKê bin girtin û avêtine zîndanê de û malbatên şehîdên PKKê li hemberî wan bi kar anîn û baregehên wan şewtandin.

Navçeya serekî ya li hember vê zulmê nerazîbûnên xwe nîşanday, devera Amûdê bû, Amûdê bi dîroka xwe ya berxwedanê binav û denge, demê rejîmê da jî ev bajêr di lîsta reş ya rijêmê de bû, PKKê-PYDê sala 2013ê, bi 400 çekdaran Amûdê dorpêç kir û  bi sedema vê pirovakasyona PKKê encamdayî li dawiyê de rejîma Sûriyê kom kujiyek bi serê gelê Amûdê anî, wê demê PKKê şeş kes qetil kirin ev û ji bilî kesên hatiye girtin û birîndarkirin, ev karê PKKê weke wê qetilama sînemaya Amûdê ye ku rejîmê  bi ser kurda de anî, bi vê cudahiya ku vê carê hevkarê wê anku PKKê-PYDê ev komkujî bi serê wî gel anî.

PKKê rêk ji boy ciwanên kurd vekirin, li gomirka her kesek bi pênc hezar lîrên Sûrî şandin dervey welat

Piştî van karên xwe yên qirêj, PKKê rêk ji boy ciwanên kurd vekirin, li gomirka her kesek bi pênc hezar lîrên Sûrî şandin dervey welat. Kadirên xwe razî dikirin ku biratiya gela dê li gel birayên ereb da çêkin, kesên xwediyê vê siloganê ji aliyekê bas li biratiya kurd û Ereba dikir ji aliyek din nedikarîn biratiya di navbera kurdan da pêk bînin û bibparêzin, PKKê – PYDê bi çekdarên xwe yên ser û çav girtî zulm li milletî di kirin û millet jî bi neçarî di revîne ji dervey rojava, li cihê wan Ereb di hatine bicîh kirin. PKKê rêkeftin li gel Eşîretên kurda çênedikir belku li gel şêx û Eşîretên Ereb çêdikirin. Partiya Pêşvero ku wan jî hêzên xwe yên biçûk hebûn, piştî vê komkujiyê ew jî tirsiyan û hêzên xwe helweşandin û çûne ji dervey rojava.

Tişta herî balkêş ewe yên ku destê wan di nava van komkujiyan de û karên xerab li hember vî milletî di kirin ew berpirsyarên ku ev telîmatên hizba xwe cêbecê di kirin yek bi yek ji aliyê PKKê bi xwe ve dihêne tesfiyekirin.

Ciwan Îbrahîm li Çirîya duyemîn a sala 2018an li çiyayê Garê li devera Amêdiyê bi destê PKKê bi xwe hatiye kuştin

Yek ji wan kesên ev kare ji boy PKKê encam didan Ciwan Îbrahîm bû ku bi Ciwan Ereb dihat naskirin, berpirsê asayîşa giştî bû, piştî ew kiryarên qirêj bi destê wî hatî encamdan li dawiya sala 2017ê li bin navê perwerdê da şand çiya, paşan bi rengekî pir balkêş hat kuştin û rê neda bizivre rojava, PKKê ev rayedar û qadroyê xwe kuşt, lê heya niha kuştina wî ne ragihandiye, zanyariyên di dest me de vê yekê tekez dikin ku Ciwan Îbrahîm li Çirîya duyemîn a sala 2018an li çiyayê Garê li devera Amêdiyê bi destê PKKê bi xwe hatiye kuştin.

PKKê Dozdar Hemo li sala 2019an da kuştin

Kesek din ku ew jî kadirekê kevin bû bi navê Dozdar Hemo, ew jî di kar û barên malî ve erkdar bû ku di babetên abûrî da gelek babetên diravî yên tiştên nediyar pê didan kirin, wextê aşkera bûy ew jî birine perwerdê duvda li çiya hêla û rê neda bizivre rojava û ew jî bi rengekê ji renga da kuştin, ev kes jî li sala 2019an PKKê da kuştin.

PKKê Hemzê Kor bi ti awa tesfiye kir?

Kesekê din bi navê Hemze (Hemzê Kor) di dema komkujiya Amûdê de berpirsyarê ciwanan bû, paşê her li Amûdê erkê asayîşa Amûdê pê da ku destê wî jî di komkujiya Amûdê de hebû.

Paşê perpirsatiya wî bilind kirin û kire berpirsê eyaleta Tirbespî yê, paşê bilindtir kirin û bû berpirsê kantona Hesekê, karê restoranta (Lokantê) ji bo karmendên Rimêlanê dane bav û mamê wî, vê dawiyê Hemze bi xwe hesîya, di van hevdîtinên ENKSê û PYDê da ku ENKSê daxwaza lêkolînê di komkujiya Amûdê ji wan kir, û daxwaz krî hesab di gel bikerên komkujiya Amûdê û encamderên şewitandina baregehên hizbî da were kirin, Hemze tirsiya û fêm kir wê partîya wî, wî kit qurbanî, xwast  derkeve û fîrar bike, lê li Tirbespyê desteser kirin piştî lêkolînek veşartî careke din anî û şand ser karê wî, PKKê ew li  devera Dêrezorê ku qedexeye kadir bi tenê bigere, bi tenê li tirombêlekê suwar kir û şand cîhekê, di rê de gotin tirombêla wî qulupiye ew jî têda mirîye. Her kes Hemze nas dike, li bajarên kurda jî bi tenê dernediket, hertim hinek kes li gel wî de bûn. PKKe-PYDe dixwazin bi vî awa ti tişta li paş xwe nehêlin.

berpirsê serekî yê wê komkujiyê Rêveberê Konseya PKKê anku Murad Karaylan “Cemal” e

Ev kiryarên li dijî xelkê rojava û kadirên PKKê bi xwe dihatin kirin bi okeya Qendîlê dihatin kirin, berpirsê serekî yê wê komkujiyê Rêveberê Konseya PKKê anku Murad Karaylan “Cemal” e, jiberku li wan dema ew gelek diçû rojava û di zivirî çiya, Şahîn Cîlo (Mezlûm Ebdî), Bahoz Erdal, Sofî Nuredîn, Aldar Xelîl, Xalîda Efrîn, Îlhan Ehmed, Derwîş û Şahos berpirsên van karên qirêjin û ew ji her tiştî jî haydarin, jiberku telîmat bi biryara van û bi okeya Qendîlê hatîne derkirin.

Eger dûvçûnek baş were kirin wê gelek tiştên nihênî wekî kuştin û tesfiye kirina kadiran diyar bin ku bi telîmatên vê rêveberiyê hatîne encamdan û paşê her ji aliyê PKKê ve hatîne serpoşkirin, bo mînak Botan Feraşînî bi destê du şervanan li ber derê mehkemê kuştin û yêk ji wan her du kesa di zîndanê de dawî bi jiyana xwe anî û yê duyemîn jî bi şeklekê nediyar ji nav bir.

Pustên heman beş