PKKê sêktera torîzmê li Başûrê Kurdistanê wêran kirîye

PKKê sêktera torîzmê li Başûrê Kurdistanê wêran kirîye

Şerê saxte yê PKKê li dijî artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê dewam dike û zirara şer para gel e, ev rêxistin weke penceşêrê berbûye canê welat û zirar bi her der û alî xistîye, wêran kirina başûr bi berxwedan û lehengî dizane, ew hatîye di gundên vê perçeya azad de razaye, ketîye xêr û bêrê û dibêje: “çi dibe bila bibe, dem dema azadiyê ye, em li virin ji bo ku pêşiyê li ber faşîzmê bigirin, emê tecrîda li ser Apo bişkênin, emê dilê tirkê teres bi şewitînin”, lê belê ya rast tenê dilê başûriyên belengaz dişewitîne.

300 gundên başûr di xeteriyê de ne

Pêgeha Darka Mazî hinek agahiyên taybet li derbara zirara PKKê li ser sêktera torîzmê bi dest xistine, li gorî wan agahîyan eşkere bû ku PKKe sedema daketina vê sekterê ye bi rêjeya 50%, tenê di 3 salên rabûrî de, xeterî xistîye ser 300 gundan.

Herêma Başûrê Kurdistanê, ji rûyê çavkaniyên xwezayî û mirovî ji boy pêşdabirina sêktera torîzmê pir dewlemend e, dikare torîzmê bike çavkaniya sereke ya bihêz kirina abûrîya xwe, lê belê hinek sedem hene ku nehêsane ev yêk pêk were, ya herî sereke rêxistna PKKê ye.

Bi sedema PKKê bi sedan navçeyên torîzmê li Başûrê Kurdistanê wêran mane, torîst nikarin herin wan deran, bi taybet navçeyên çiyayî jiberku ev navçe bûne qada şer û xeterîya borodmanê li ser heye, emê bi data van gund û navçeyan bas bikin.

Me di nivîsek xwe de gotibû ku PKKê pêtrî 650 gundên Başûrê Kurdistanê kirine qada şer, li vir emê bas li wan 299 gundan bikin kanê bi tu awa vê rêxistinê têde cî girtiye û ev gund kirine navçeyên eskerî, li demekê ev gund bi xweza, jîngeh û şûnwarên xwe pir dewlemend in û bi navçeyên herî balkêş û ciwan yên Başûrê Kurdistanê tên hesab kirin.

PKKê 76 gund û navçeyên torîzmê li parêzgehîya Duhokê girtine

Deverdariya Amedîyê

52 gundên deverdariya Amêdîyê bi temamî xeterî li sere û bi sedema PKKê karîna sûd wergirtinê bo torîzmê têde tuneye, PKKê ev gund kirine navçeyên qedexe krî û ev jî beşek ji wan gundane:

Navçeya Sersink 6 gund

  • Gundê Hevindka.

  • Gundê Zêwe.

  • Gundê Gergo.

  • Gundê Gîzê.

  • Gundê Rêdêniya.

  • Gundê Şêrane.

Navçeya Bamernê 5 gund

  • Gundê Dukerê.

  • Gundê Pasê.

  • Gundê Gerekuhê.

  • Gundê Geliyê Dihê.

  • Gundê Şêx Pîramûs.

Navçeya Çemankê 6 gund

  • Gundê Meranê.

  • Gundê Şikeftê.

  • Gundê Bîlmendê.

  • Gundê Çem Rebetkê.

  • Gundê Mesleka.

  • Gundê Giriya.

Navçeya Şêladzê 6 gund

  • Gundê Sîte.

  • Gundê Rêncberxe.

  • Gundê Çemê Cî.

  • Gundê Maziyê.

  • Gundê Hêlî.

  • Gundê Banisra.

Navçeya Dêralok 11 gund

  • Gundê Wêle.

  • Gundê Nêrwe Jûrî.

  • Gundê Gero.

  • Gundê Şîvê.

  • Gundê Sîriyê.

  • Gundê Sernî.

  • Gundê Saka

  • Gundê Zêwka Şêxa.

  • Gundê Reşave.

  • Gundê Zêwka şikan.

  • Gundê Dirginê Benavî.

Navçeya Kanî Masê 13 gund

  • Gundê Kanî Masê.

  • Gundê Mayê.

  • Gundê Tirwaniş.

  • Gundê Dergela Seyida.

  • Gundê Edinê.

  • Gundê Sererû.

  • Gundê Nore.

  • Gundê Dergela Mîsa Begê.

  • Gundê Kaniya Mîska.

  • Gundê Bazê.

  • Gundê Bêlîzanê.

  • Gundê Kanî Balavê.

  • Gundê Hirorê.

Deverdariya Zaxo 11 gund

  • Gundê Şeraniş.

  • Gundê Deşta Texê.

  • Gundê Şikefta Behêrê.

  • Gundê Soya.

  • Gundê Şîlan û Şilîn.

  • Geliyê Pisaxa.

  • Gundê Qesrok.

  • Gundê Bankê.

Deverdariya Şêxan 8 gund

  • Li navçeya Etrûş:

  • Geliyê Bîlkîf.

  • Gundê Bêboziye.

  • Gundê Kelînê.

  • Gundê Dehlê Newê.

  • Gundê Nisra.

  • Gundê Rubedkî.

  • Geliyê Bêdolê.

Deverdariya Akrê 5 gund

  • Li navçeya Dînartê

  • Gundê Dîpirê.

  • Gundê Bamşimiş.

  • Gundê Devrî.

  • Gundê Dosteka

  • Gundê Keşkava.

Li sînorê parêzgehîya Hewlêrê

PKKê 206 gund li navçeyên Sîdekan, Mêrgesor, Rewandiz û Çomanê dagîr kirine

Deverdariya soran – Sîdekan 118 gund dikevin jêr destê PKKê, 46% jê di sînorê Sîdekanê de ne.

Navçeyên torîzmê li van deran:

  • Berbizîn.

  • Bîrmesard.

  • Mêrge.

  • Seqer.

  • Mêrge Mîr.

  • Mêrge Dukan.

  • Bêrmê Dîndaran.

  • Kanî Xomar.

  • Şekyo.

  • Şîmîrg.

  • Niwar.

Deverdariya Rewandê 4 gund

  • Gundê Sawsêwkan
  • Gundê Bogrîskan.
  • Gundê Hewarî Mekê.
  • Gundê Zargelî.

Deverdariya Mêrgesor 70 gund

Navçeyên torîzmê

  • Geliyê Balinda.

  • Ergoş Mêroz.

  • Rûbarê Berderî.

  • Rûbarê Çemê.

  • Zînya Sitpî.

  • Çiyayê Şîrîn

  • Şêrwana mezin.

Deverdariya Çoman – navçeya Qesrê 9 gund

  • Gundê Sernêl.

  • Gundê Wesan.

  • Gundê Rezwîlke

  • Gundê Boran.

  • Gundê Qelatê.

  • Gundê Mawnan.

  • Gundê Koîle.

  • Gundê Çomsak.

  • Gundê Iskawe.

Hacî Omeran 5 gund

  • Gundê Gunderoj û Bilindahiyên wê.

  • Gundê Şore.

  • Gundê Gelejêr.

  • Gundê Alane.

Sînorê Parêzgehîya Silêmaniyê 17 gund PKKê dagîr kirine

Qeladiz, navçeya Sengeser 17 gund

  • Gundê Zargelê.

  • Gundê Sêlê û Bolê.

  • Gundê Kopinke.

  • Gundê Serge Nêl.

  • Gundê Sînemok.

  • Gundê Suredê.

  • Gundê Aşqolke.

  • Gundê Piştaşan.

  • Gundê Bêpalan.

  • Gundê Ebu Bekre.

  • Gundê Beredê.

  • Gundê Barawe.

  • Gundê Kaskan.

  • Gundê Şaroş.

  • Gundê Girdî Remkan.

Çiya û Navçeyên Torîzmê

  • Qebristana Şêx Menîsa.

  • Çiyayê Sawên.

  • Şikefta Keça Kafir li dola Tewre.

  • Dola Şeydan.

  • Kurtek.

  • Deşta Înzê û Lêwjê.

  • Zoanên Cenge û Bojan, Sîlab û Malex.

  • Kirmesoran li çiyayê Qendîlê.

Navçeyên torîzmê li 9 Deverdariyên Başûrê Kurdistanê xeterî li sere

Li Herêma Başûrê Kurdistanê, rêxistina PKKê bûye xeterî li ser navçeyên torîzmê yên 9 deverdariya, roving nikarin nêzî wan navçeyan bibin, weberhêner nikarin projeyên torîzmê li wan deran çêkin, anku bi sedema PKKê ev der wisa mane, ne Hikûmeta Başûr dikare xizmetekê jibo wan navçeyan bike, ne jî şêniyên wan navçeyan dikarin herin ser warên xwe.

Ev deverdariyên ku PKKe têde cî digire evin:

  • Li Sînorê Duhokê: Amedîyê, Zaxo û Şêxan.

  • Li Sînorê Hewlêrê: Soran Mêrgesor û Çoman.

  • Li Sînorê Silêmaniyê: Pişder û Raniyê.

PKKê çi qas zirarên madî bi Sêktera torîzmê xistiye

Ji roja ku PKKe hatî heya niha, ne gelê başûr û nejî doza kurdî tu xêrek ji serê vê rêxistinê nedîtîye

Li gor agahiyên ku pêgeha Darka Mazî ji kenalên fermî yên hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi dest xistin rêxistina PKKê bi rêjeya 50% zirar bi Sêktera torîzmê xistiye, bi sedan hezar derfetên kar ji dest keç û ciwanên başûrê welat birine.

Bi awayekî gelemperî heger di salê de, 5 milyon rêwî rû bikin başûrê welat, ev hejmare bi sedema hebûna PKKê li navçeyê, ji boy 2.5 heya 3 milyon rêwiyan daketîye.

Paş ku rêxistina PKKê Bakurê Kurdistanê û gundên wê di şerê xendekan de kavil û wêran kirî, rû kire Başûrê Kurdistanê û heman hengav li Başûr avêt, wê sûnd xwar ku ew bibe serêş ji boy gel û hikûmeta vê perçeya azad ya Kurdistanê, bi sedan gund, deverên çandinî û torîzmê dagîr krinine û ji bo xwe navên aşopî lê kirin, wek herêmên “Parastina Medya”, baregehên xwe lê çêkirin, bac ji welatiyan stand, kirin navçeyên eskerî, ev jî bû sedem ku zirareke mezin hem bi welatiyên wan gundan bikeve û hem jî bi abûrîya welat bikeve.

Ji ber ku gelê başûr di wê rastiyê gihiştiye ku PKKe xaka take perçeya azad kirîye qada şerekî saxte li dijî Tirkiyê, gelê başûr baş fêm kirîye ku ew PKKeyî ya nikarî yek metira xaka Bakur ji destê faşîzmê serbest bike, nikare tu xêrekê li wan û doza wan ya meşro bike.

Pustên heman beş