PKKe di guherîna rojevê û rastiyên dîrokî de pêtir ji her biyavek din lehenge, ev rêxistin di xapandina gel de bêhempa ye, tişta ku bala mirov dikşîne eve, “grûpa Enqerê” difikre gel ji derwên wan bawer dike, ew nizanin gel bi tu awayî li rûyên wan ên qayîm dinêre wexta li medyayê derdkevin û awaza xwe ya qedîm dijenin, ger mirov li dîroka PKKê bizivre û bûyeran dane ba hev, wê çi xweya bibe, ne tiştek, zaten pirsgirêk eve, wê yek destketîya PKKê jî ji bo gelê kurd û doza rewa xweya nebe, lê belê berevajî vê wê xizmeteke herî hêja xweya bibe ku rêxistinê pêşkêşî dagirkerên kurdistanê kirîye.
Paş 37 salên şer ji nû PKKe tê û dibêje gel: êdî em dijminê xwe nas dikin!
Qey gelê kurd bera avakirina PKKê dijminê xwe nas nedikir?!
Fermandarê Biryargeha Navendîya HPGê Bahoz Erdal li roja 9/3/2021an beşdarî bernameya taybeta Stêrk TV bû, wî di 45 deqîqeyan de, nirxandin ji bo civîna KCkê, êrîşa Gare, leşkirkêşîya Tirkiyê, rojava kurdistanê û dewletên herêmî kir, emê li vir bas bikin kanê Erdal bi tu awayî destketiyên gelê kurd ji boy rêxistina xwe hesab dike û bi tu awayî ew behsa demokratîk kirina sûryê û tirkiyê dike û bi tu awayî nerîna KCKê li himber başûr û pêşmergeyên wê xweya dike.
Di mijara civîna salane ya HPGê de, Bahoz Erdal dibêje: “civîna me li ser ezmûna şera 37 salan ev mijar hemû nirxandin, em xwedî ezmûnekî şer ya mezinin, em artêşa li hember xwe baş nas dikin, em hêza xwe jî baş nas dikin, di vî milî de em bawerin ku encamên civîna me wê bandoreke erênî li ser performansa gerîla ya sala nû bike”.
Ev axaftina Erdal her bi wê wateyê tê ku bi awayek ne rasterast bibêje: “PKKê di 40 salên xwe de, tu destkeftek ji bo gelê kurd û doza gel neanîye, tenê di 37 salên rabûrî de, gerîla bûne xwedî ezmûneke mezin ya şer, hem dibêje êdî em gihiştîne wê astê ku em dijminê xwe baş nas dikin”. Ji xeynî vê yekê ti wateyek din ji boy nirxandina sivik a Erdal tune.
Gelo qey serdema axaftinên bê encam maye? Qey Erdal we dizane bi bas kirin li lehengiya gerîlayan wê bikare malbatên wan razî bike, ew malbatên kur, keç bav, û hwd çûyî û tevlî PKKê bûy ji boy rizgarkirina kurdistanê, lê niha PKKe wan bi kuştin dide û nikare ti ciyekê azad bike û xwîna wan bi herwe diçe? Na bi t awa gelê kurd êdî bi van axaftnan nayên xapandin, ew dixwazn li cîhê xuyna gerîlayan encamek wsa derkeve holê ku li gorî bihayê xwîna keç û kurên wan be, serdema xapandinê û semînarên bê wate û dubare êdî qedîyaye.
Ji xwe kurd di ezel de cengawer û lehengin, qey berîya PKKê gelê kurd dujminê xwe nas nedikir ku Erdal ji nû ve û paş 43 salan tê û dibêje: va emin, me destketîyek mezin ji bo gel anî, êdî em dujminê xwe baş nas dikin!. Ger hinekê eqilê însan hebe, hinekê fêm hebe û hin rû qayîm nebe ne 43 sala belku 43 çirke besin ku dujminê xwe nas bike, dujminên kurda pêş PKKê hebûne paş PKKê jî wê hebin û her kurdek bi exlaq û niştimanperwer weke çewa xwe û dîya xwe nas dike, wisa jî dujminên xwe nas dike, pêdvî bi t Erdal û merdala tuneye dujminan bi wan bide nasandin.
Ger ne ji PKKê be, wê tiştek li Rojava û Başûr nemîne!
Di meseleya Başûrê Kurdistanê de, Bahoz Erdal dibêje: “Tirk ne jiboy me bi tenê tên, PDKe dibêje bi sedema PKKê şênî nikarin rihet biçin ser gundên xwe”.
Erdal vê mijarê wisa bi rû qayîmî bas dike, her weke wan tu tiştek li başûr nekirîye, her weke wan 650 gundên başûr dagîr nekirine, her weke wan tu şêniyên van gundan bi neheq qetil nekirine, gelê başûr baş dizane ew ji ber çi nikarin rihet biçin ser gundên xwe, baş dizane kî ne ku bûne sedem roj bo rojê şer pêtir nêzî gund û bajarokên wan bibe, baş dizane ku PKKe bûye pira derbasbûna Tirkiyê ji bo navçeyên wan, ger ne wilo ye, çima ji başûr dernakeve?! Ger kurdistanê bi yek parçe dibîne û sînorên dest çêkrî yên Kurdistanê nas nake, çima naçe rojhilat û li wir êrîşî Tirkiyê nake?!! Ji xwe ger karekî bi wî awa bike dibe bibe sedemek ji boy bi şer çûna du dujminên kurdan ku ew jî Îran û Tirkiye ye, lê hem em hem PKKe baş dizanîn çima wisa nake, jiberku ne Îran û ne Tirkiye rêkê pê nadin, ew dixwazin PKKe li Başûrê welat be, daku bikarin her roj başûr bombebaran bikin û rê nedin kurd li vê parçeya azad de rihet razên, ew dixwazin bi hinceta PKKê bên başûr û statoya başûr jinav bibin, belê rastî eve û her kes baş dizane.
Rêzgirtin li cem PKKê çî ye?
Bahoz Erdal dibêje: “rêveberiya me ya KCKê bi awayek eşkere got ku em rêzê li rêveberî û pêşmergeyên başûr digrin û em nas dikin, di vî milî de helwesta me diyare, pêwîste rêveberiya başûr jî derkeve û bêje em rêzê li têkoşîna PKKê û gelê Bakur re digrin, em rêzê li rêveberiya xweser û gelê Rojavayê Kurdistanê re digrin, ev yek erkekî Kurdistanî û netewî ye li ser rêveberiya Başûrê Kurdistanê.”
Pirsa li vir tê kirin, eve: gelo ev çi rêzê PKKe li rêveberiya Başûr û pêşmergehan digre? Qey êrîşa ser pêşmerge li Amedîyê, Çemankê û Sihêla û qetil kirina wan rêzgirtine? Qey teror kirina berpirsên ewlehiyê yên başûr di nava zarokên wan de dibe rêzgirtin? Qey mirov dikare navê rêzgirtinê li teqandina borîya petrola kurdistanê bike ewa ku PKKê bi terzê terora DAIŞê teqandî? Gelo avakirina hin herêmên sexte li bin hin navên sexte di nava Başûrê Kurdistanê de û rênedan hikûmeta başûr ku bikeve wan herêman ma qey rêzgirtin e?! PKKê bi dehan herêmên cuda li başûr dirust kirîne û bi hinceta navçeya eskerî ne rê dide gelê sivîl têkeve wan navçeyan ne jî rê dide hikûmeta başûr bikeve wir, ji xwe li bîra me neçûye dema li Amedîyê PKKê gulle berdayî pereşotvanekê Amedîyê, û got ev navçe, navçeyek eskerî ye nabe kes bikeve wir ne li asîman ne li erdê!
Ya rast rêveberiya Başûrê Kurdistanê tu caran PKKe nekirîye hedef ku wan ji başûr derxe, belku hertim jê xwestîye tedaxulî kar û xebatên wê neke û meydana şerê xwe bibe Bakur ku cihê esas yê PKKê ye. Ti kes, alî û hêzek din weke hikûmeta başûrê welat rêzê li PKKê nagire.
Ne ji PKKe be kes başûr nas nake!
Ala Sûriyê ji bo me ne pirsgirêk e? Em dixwazin Sûriyê demokratîk bikin?
Bahoz Erdal di beşeke din a gotnên xwe de pir bi rû qayîmî dibêje: “ne PKKe ba, tiştek li rojava û başûr nedibû”!
Li vir pêwîste gelê rojava vê pirsê ji Erdal û grûpa Enqerê bike: qey radest kirina Efrînê, Serê Kanîyê û Girê Spî hûn bi destketî dizanin? Her wiha pêwîste gelê başûr jî vê pirsê ji wan rûqayîman bike: qey Apo başûr rizgar kirîye ku hûn tên û dibêjn ger PKKe nebûya tiştek li başûr nedibû?! Ew bi t awa bas lê wê xebata kurdên başûr û pêşmergeyên Kurdistanê nake, her wek pêşmerge palê pîşî be, û ti caran xebat nekiribe, hemû destkeftên başûr, hebûna başûr jî bi saya PKKê dibîne! Na Erdal beg na, bi saya pêşmerge nebe niha tu jî nedikarî rihet razêy, pêşmerge parêzvanên kurdistanê ye, heya ku pêşmerge hebe Kurdistan parastiye, tu nikarî xwe biparêzî çewa wê kurdistanê biparêzî?!
Erdal herweha gotnên xwe li derbara Rojava wisa dewam dike: “alaya Sûriyê ji bo me ne pirsgirêke? Em dixwazin Sûriyê demokratîk bikin”
Li vir Erdal beg weke serokê xwe dipeyve, Apo jî dema hatî girtin got em dixwazin Tirkiyê demokratîk bikin! Mebesta PKKê ji demokratîk kirina tirkiyê û sûryê kole kirin û asmîlekirina gelê kurde di nava civakên Tirk û Ereb û Fars de, heger na hûn bi tu awayî tên û dibêjin alayê Sûriyê ji bo ne pirsgirêke! Ma eynî ala nîne ku bi dehan sale ciwanên kurd li jêr tên qetil kirin û gelê kurd li jêr tê bê rumet kirin? Ev ji aliyekê ji aliyekê din fere em bipirsin gelo çima PKKê prisgirêk bi ala kurdistanê re heye?! Çima rê nadin li rojava bê daliqandin?! Axaftina Erdal yek tişt bi zelalî îspat dike ew jî eve ku PKKê ji xeynî ala Kurdistanê, ti prisgirêk bi t ala din re nîne, bi tenê ala kurdistanê ye ku PKKe qebûl nake.
Serketina pêşmergehan li Kobanê ji bo xwe hesab dike
Li derbara şerê DAIŞê û Kobanê Erdal di beşeka vê hevdîtna xwe ya bi Stêrk TV yê re got: “heger ne PKKe ba wê çi li Kobanê çêbiba?! Herwiha wisa bas dike ku PKKê Kobanê serdest kirîye û dibêje: rêxistinê fedakariyên mezin li wir dan”.
Bahoz li virr tê û weke Bahozê bi nav ber perên dîrokê dikeve û her tiştî ser û bin dike, reviyan û şikestina PKKê dike serketin, lê ya rast her kes dizane Kobanê bi alîkariya kîjan hêza niştimanperwer hat rizgar kirin, her kes dizane berya pêşmergeyên başûrê welat bigihin kobanê, terorîstên DAIŞê 80% ya Kobanê dagîr kirbû, her kes dizane pêşmergeyên başûr dema gihîştî qada şer li Kobanê bi tu awayî di navbera çend rojan da hevsengiya hêzê guherand û nehişt Kobanê bikeve.
Her wek çewa dengê deholê ji dûr xweşe, dengê PKKê û berpirsên wê jî ji dûr xweşe, ji boy gelê Başûr û Bakur ku li nêz guhdarî dengê PKKê dibin, qet dengek xweş nîne, ew baş fêm dikin ev deng çi qas nexweş e û çewa bi awaza tirkçîtiyê ji devê rayedarên PKKê derdikeve. Gereke PKKe ew qas bê exlaq nebe ku kurdan bi nezan û kole yên xwe bihesêbîne, kurd şiyarin û baş dizanin PKKe niha bûye darê di destê dujminên kurdistanê de.
Evqas!