Çîroka Şeşemîn: çi bi Zerîya Cizîrî Dîcle Firat ê hat
Dîcle Keçek di nav axa Cizîrî de mezin bi bû. Ew zirav û dirêj bû, lê mîna polayê xwedî îrade û hêzek fîzîkî bû. Di 1989 de, dema ku ew temen 14 salî bû, ew bi rêbaza revandinê ya ku jê re digotin qanûna leşkerî anîn nava PKK ê. Dûv re jî ew bi dilsozî dimîne nava gerîla. Ew ji yekemîn Fermandarên leşkerî yên jin ên PKK ê tê hesibandin. Di sala 1991 an de dest bi erkên fermandariyê dike. Ew di şer de pêşeng bû heman dem li ser yekîneyên zilaman jî fermandarî dikir. Di nava xebatê de mîna stêrkek geş bû. Lê çîroka wê ya demxe li jîyana wê xistî piştî sala 1997 ê ligel Evdila Ocelan çûyî Şamê despêkir.
Dîcle bi salan di şer de maye, birîndar bûye û beşdarî bi dehan çalakiyên mezin bibû. Ji ber vê paşeroja xwe ya leheng ew we difikire ku ji ber van taybetmendiyan, ew ê pir were heskirin, qîmetpêdan û ji bo şandên mezintir Ocelan dê wê amade bike. Lê, li Şamê ji fermandara qada şer ya bijare rewş baş naçe. Xeyalên ku hêvîdikirn yek jî pêknayê. Ji ber ku cîhana ku Ocelan ji xwe re ava kirî pir cuda ye.
Bingeha pîvana Ocelan a jinê ewe ku bi Tirkî bipeyive, bajarî be, bi fîzîkî bedew be û Ocelan têxe navenda jîyana xwe. Jinên xwedî van taybetmendiyên ku Ocelan jê hezdike re, li Dibistana Navendî ya Partiyê dersan de bi berdewamî pê re diaxive, mezin dike û pêjî ya wan vedike û erkdar dike. Piştî ku ji dibistanê derketin, yên ku Ocelan dixwaze wan pêşbixe; wan rêdike xaniyên bi navê “xaniyên konsantrasyonê” û pey re jî, ji bo demekî dîyar, wan dişîne deverên cihêreng ên Rojava. Ocelan jinan, nemaze yên ku hêviyên wan hene ku wana erkdar bike di van qonaxan re derbas dike.
Dîcle van ji nêz ve dibîne. Piştî ku 3 meh û nîv li dewreyek perwerdê de dimîne ew dîsa ji bo qada şer Botanê tê şandin. Dîcle dibîne ku gundî nayên hez kirin û divê ku kesek ku ji hêla Ocelan ve tête nirxandin divê bajêrî be û kesê ku bi Tirkî diaxive be. Dîcle ji helwesta rêxistina ku bi salan têdikoşe û kesê ku wê wekî rêber didît ango Ocelan pirr bandorîyekî negatif jîya û warê derûnî de trawma derbas kir. Payîza 1997 an vedigere çiyayan û diçe herêma Gabarê. Trawma wê her ku diçe kûrtir dibe. Ew fikrên xwe yên di derbarê Ocelan û tiştên ku wê li Şamê dîtî de bi derdorê xwe yê nêz re parve dike. Ew naxwaze êdî di PKK ê de bijî. Ew bi vê mebdeyê bawer dike ku neraste ku mirov ji tiştek ku jê bawer nake re xizmet bike. Ew li Gabarê fermandarê yekîneya jinane. Ew bi hinceta ku wê bireve tê girtin. Ew di pêvajoyek lêpirsîna giran re derbas dibe. Di lêpirsînê de, ew eşkere dibêje ”ji bo ku min Tirkî baş nedizanî û ez ne gorî pêvanên Ocelan ên fîzîkî bûm ez zû rêkirim ve şer. Ocelan yên gundî tenê ji bo şer bikar tîne”. Ew dibêje min bikujin, ji ber ku mayîna di vê rêxistinê de wek mirinê ye. Rojek di meha Nîsanê de, pêşî gora wê bi wê didin kolandin û cilên wê jiber dikin. Lê, ew aram e, bi pora xwe ya zer û çavên biçûk ên geş, li çîyayê Gabarê mirinê pêşwazî dike. Hemberî şêxê terîqatê şik kirin û ew bi elenî rexne kirin berê Dîclê da mirina sar û tenê
Dibe ku heke Dîcle Ocelan nedîtiba, ew bi salan di nav refên PKK ê de şer bikira, û dibe ku di pevçûnek de jî bimira, û wêneyê wê yê wekî şehîd Dîcle li dîwaran were daliqandin. Lêbelê, Dîcle wekî xayîn hate îlan kirin.
Dewleta Tirk çawa gorên gerîla xerab dike û bêrêzî jêre dike. PKK jî hember gorên kesên ku wan kuştî an jî yên bixwe xwe kuştî weke dewleta tirk bêrêzî dike cihê wan berze anjî di avêje ber tayr û gûrgan.
Çîroka heftemîn: Çima Sorgûl hate darve kirin?
Çîroka Betûl Cîcîm, ango Sorgûl ê, ne mîna ya kesekê ye. Ew ji ber sedemek siyasî nehat darve kirin, rexnek wê ya siyasî-rêxistinî jî tunebû, Betûl Cîcîm tenê ji ber ku pirsgirêkên wî yên derûnî hebû hate darve kirin.
Betûl Cîcîm ji Bîngol ê bû û Xwendekara Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê bû. Betûl li zanîngehê PKK ê nas dike û ji bo perwerdehiyek dem kurt diçe Sûriyê. Ew di dawiya sala 1992 de dîsa tê şandin ji bo Stenbolê. Ew li vir ji hêla îtîrafkare kê ve tê naskirin û wê dide girtin. Betûl rastî îşkenceyek giran tê lê ew navê xwe yê rastîn jî nabêje. Ji ber ku Necdet Menzir, Midûrê Polîsan ê wê demê, neçar dibe ku wêneyê Sorgûlê li medyayê belav bike, malbata wê wêneyê keça xwe di rojnameyan de dît û wekî malbat serlêdan kir. Tirkan îşkence û zextên pirr dijwar li wê kirine. Psîkolojiya wê wêran bûye. Ji ber ku li ser wê agahdariyek îsbatkirî tune, ew di nav du salan de tê berdan. Çawa ku hat hiştin ew vedigere qadên gerîla. Tê eyaleta Garzan ê. Lê wê nekarî psîkolojiya girtîgehê bi ser bavêje. li çiyê jî rastî zexteke mezin tê loma jî psîkolojîya wê xerabtir dibe. Nobên wê yên şîzofrenî despê dike. Ew li başûrê Kurdistanê ye û Sorgûl hewceyê pizîşkên saykolojî ye. Rêveberek jin ji bo niştegerî wê pêşkêşî Evdila Ocelan dike ku Sorgûl biçe Şamê xwe derman bike. Lê Ocelan bi gotina “karê min ne xwe mijûlkirina bi dînan e” bertek nîşan dide. Sorgûl jinek pir jîr e, ji ber îşkenceya ku wê dîtî ji pirsgirêkên psîkolojîk êş kişand. Sorgûl bi salan bi wan pirsgirêkên derûnî re dimîne.
Di dawiyê de, ew di 1997 de li herêma Silêmaniyê Qeredagê xê tê înfaz kirin.
Çîroka heştemîn: Mirov çima xwe dişewitîne?
Vîyan Soran (Leyla Vali) yek ji navên ku ji hêla PKK ê ve wekî sembolek hatiye çêkirin. Mertalek wisa pîroz hatiye bikar anîn ku ger hûn bipirsin çima Vîyanê xwe şewitand, hûnê bi xiyanetkar werin tawanbar kirin. Lêbelê, di temenê 24 saliya xwe de, nayê qebûl kirin ku xwe şewitandin wekî çalakîyek berxwedanê were dîtin. Tê fêm kirin ku ger mirov xwe di nava dijmin de bişewitîne, di pevçûnekê de ji bo ku nekeve destê dijminî xwe bikujî. Lê ji bo xwepêşandan xwe şewitandin tê wateya ku di encama tengasiyek derûnî de ev bûyer rûdide. Di navbera jinên ku bi hêrsbûna ji malbatên xwe xwe şewitandin de, jinên ku xwe bi aciz bûn kuştine, jinên ku dizanin ku ji bêhêvîtiyê xwe şewitandin û dinavbera şewitandina Vîyan Soran têkiliyek heye. Vîyan Soran ji ber ku nekare hêzê li jîyanê bike û dinava derûnî yek kêmdîtinê de dijîya loma xwe şewitan.
Vîyan Soran jinek ciwan e ji Silêmaniyê ku di 1981 de hatiye dinê. Ji ber ku ew tenê ji Silêmanîyê bû, hê di 19-20 saliya xwe de, bi berpirsyariyên ku wê nikaribû hilgire xistin ser milên wê. Ew di “PKK Başûr” de dibe rêvber û dikeve nava rêveberiya PKK ê de jî. Propaganda îdolojîk a PKK ê li nava qadroyên xwe de dike dibêje “jiyan xirab e hestên mirovan jî jîyana me qirêj dike.” Di temenek ciwan de, Vîyan ket navbera berpirsyariyên siyasî, pêkanîna kesayetiya xwe û jinbûn û propagandaya hestîyarî. Vîyan jî ji bo xwe jîyanekî rêxistinî ferz kirin, divê Vîyan kamil be, divê ew kêmûkûrtî yên mirovî nîşan nede. Bi berdewamî xwerexne dike û diasta kamilbûnê dixwaze xwe biafirîne. hewl dide ku bêkêmasî bibe lê êdî Viyan ê nema dikare hebûna xwe ragire.
Viyan Soran ketiye rewşek nebaxşandî de. Xwe xistîye bin barekî xeyalî de. Vîyan Soran ji bo bilind bûnek mezin nameyek dinivîse û di 6 ê Sibatê de xwe li herêma heftenîn dişewitîne. Vîyan Soran di nameya xwe de dibêje: “Serokê min çalakîyamin di heman demê de rexnedayîna rêhevaltiya min a kêm e, da ku xwe li pêşberî mirov û dîrokê ji şermizarî xelas bikem.” Heman dem di nameya xwe de, Vîyan Soran dibêje “ ji ber ku di vê çalakiyê de dereng mayî me ez lêborînê dixwazeim”. Rastiya ku kesek 24 salî ji jiyan û hebûna xwe şerm dike, serkeftina PKK ê ye. Çawa çêdibe ku van hesta di qadroyên xwe de diafirîne. Ku mirov xwekujîyê weke çalaki bibine. Mirov ne bi jiyanê lê bi mirinê re meyldar têne çêkirin. Hestên mirinparêsî pîroz dike.
Di cewher de çalakiya Viyan Soran noqteya ku Pkk mirov anî nê,destnîşan dike. Viyan Soran ji ber ku tiştên PKK liser ferz dikir nekaribû pêkbîne xwe şewitand.