Di 8ê Marsê de, Rêxistina PKKê xwe weke parêzvana jinên Kurd nîşan da û wiha axivî ku bera damezrandina PKKê jinên Kurd paşketî bûn, lê belê bisporekê siyaseta navdewletî amaje bi wê yekê dike ku ewa PKKê li himberî keç û jinên Kurd kirî bi xwe pêşêlkarîyek mezin a mafên mirov û dijî beha û pirensîpên exlaqî, siyasî û komelatîye.
Partîya Karkerên Kurdistanê li destpêka damezrandinê hejmareke jinan di nava rêxistinên wê de hebû, lê belê piştre û paş desteser kirina Abdula Ocalan û derketina PKKê ji xeta netewî, roj bo rojê hejmara jinan di rêzên PKKê de kêm bû, lê belê ji boy pir kirina vê valatiyê li asta beriz biryar hate dayîn ku keçên jêr 18 saliyê bi rêya xapandin û revandinê tevlî rêxistinê bên kirin, ji bo vê mebestê jî çendîn rêxistinên taybet hatin ava kirin ku li gorî agahiyên nefermî, pêtirî 85% ya jin û keçên di nava PKKê de, di temena jêr 18 saliyê de hatine revandin û xapandin.
Tişta ku PKKê kirî, pêşêlkarîya mafên mirovan û dijî pirensîpên exlaqî, siyasî û komelatîye
Di vê derbarê de, Awat Mistefa, bispor di siyaseta navdewletî de bi pêgeha Basnyozê ya Başûrê Kurdistanê ragihand, di nava PKKê de raste hejmareke herî zor a jinan hene, lê belê piranî jê di temena jêr 18 saliyê de hatine revandin û eva ku PKKê kirî, pêşêlkarîya mafên mirov û dije beha û pirensîpên exlaqî, siyasî û komelatîye.
Navbûrî dibêje: tevî ku PKKe van jinan di çarçûveya hêz û dîspilîna serbazî de bi kar tîne, ev bi xwe jî ne tenê azadîya cênder nîne ku bi jinan hatîye dayîn weke PKKe probagindayê ji bo dike, lê belê destdirêjîye li ser azadîya wan hatîye kirin.
Ev çavdêrê siyaseta navdewletî amaje dike ku her çende PKKe û hêz û girûpên ser bi wan ve, peymanameya bi kar neînana zaroyan di hevrikî û şeran de li gel hejmareke rêxistinên hikûmî û nahikûmî yên girêday ajansên mafên mirovan îmze kirîye, lê belê heta niha PKKe û çendîn rêxistinên siyasî li rojhilata navîn weke tevgera Hemasa Felestînî û çend rêxistinên din, hêjan li jêr çavdêr û taqîba tora parastina zarokan ya cîhanê dey ye û reftarên wan li dijî zarokan dewam diken.
Awat Mistefa dibêje: PKKe ji bilî li nava rêxistinên çep nebe û ewên mîna wan difkirin, heger na ji hêla çi alîyekê din wek parêzgara mafê jinê, yan piştigra tevgera fêmînistan na yê nas kirin, bi ekis ew weke rêxistineke dij bi mafên jinan tê mêze kirin.