3 sal li ser dagîrkirina Efrînê derbas bûn lê kurda Efrîn ji bîr nekir û ji bîr jî nakin

3 sal li ser dagîrkirina Efrînê derbas bûn lê kurda Efrîn ji bîr nekir û ji bîr jî nakin

Îro salvegera dagîrkirina Efrînê ye. Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve rêjeya nifûsa kurda sedî 57 kêm bû, 604 sivîl hatin kuştin 7 hezar û 243 kes hatin revandin û Tirkiyê 185 hezar kesên ne kurd anîn ser warê Efrînê. Efrîn parçeyek ji buhiştê bû li Kurdistanê, lê belê niha bûye cihê êş û azara. Kurd jî hêşta bi hêvî ne ku vegerin ser erdê xwe.

Dagîrkirina Efrînê hizra talankirina dagirkeran zêdetir têxe ber çavên me. Hemû dagirker Îran, Tirkiye û Îraq Kurdistanê ji boy xwe wek xenîmet dibînîn. Zemanên berê dema artêşekî cîhek bi dest di xist leşkerên xwe berdidan nav bajar û kê ji boy xwe çi didît digirt û dibir. Ji ber vê yekê jî eve ji boy xwe dikirin armanc ku cihên zengîn, erdên ku tişt têda hene ji boy xwe dibirin. Efrîn yek carî mînaka vî tîştî ye. Ji ber ku her rengî zengîn bûn têda hebû. Zeytûn û her rengî nebat têda hebûn. Eserên tarîxî têda hebûn. Van ji roja yekê ve dest danîn ser hemû tiştekî û Efrîn talan kir. Yanî Efrîn ne tenê hatîye dagîrkirin heman demê da hatîye talankirin. Ev hizrên dagirkeran heta niha jî berdewamin. Saman û siruştê Kurdistanê hiştiye ku dagirkerên me heman talanker bin jî. Efrîn li gişt Sûriya erdê herî zindî û berhemdar bû. Heman demê eger em li Îraqê jî meyzînin emê bibînin ku eve bi çavê birçî bûnê li Herêma Kurdistanê dinêrin. Eve nikarin tehemûl bikin ku Kurdistan bi bajar û xwezayê xwe Zengîn e.

Li Efrînê jî heman tişt hate serê darên zeytûnan hatin birîn, Tirkiyê zeytûnên Efrînê ji boy xwe kirin zeyt û bi marka Tirkî firot. Eserên tarîxî hatine dizîn. Dest dana ser jinên bajar. Heman demî tiştê herî xerab eve ye ku demografiya Efrînê tê guhertın. Dema Efrîn hatî îşxal kirin rêjeya kurda sedî 92 bû lê niha daketîye sedî 35ê. Tirkiyê ne tenê erda dagîr dike û talan dike, Tirkiye cihê ku ket destê wê de nasnameya wê derê dide guhertın.

Efrîn çawa ket destê Tirkiyê û çeteyên wê de

Tirkiye û grûpên girêdayî wê 20/1/2018ê operasyonek mezin li ser Efrînê destpêkir. Derdora Efrînê hemû çîyane û YPGê digot ku em tu carî nahêlin ku Tirk vê derê dagirbike. Û bi rastî jî 2 şervanên YPGê berxwedaneka mezin kirin. Mezlûm Ebdî jî gotibû ku me nêzîkî hezar şehîdan li Efrînê dane. Gelê herêmê dibêjin ku hejmara windahîyan nêzî 3 hezar kesane.

YPGê û heman demê da HPGê li 16ê Adarê daxuyanî da û gotin emê heta dawyê Efrînê biparêzîn. Lê belê du roj derbas bûn û wan got me Efrîn berdaye, wan negote xelkê jî derkevin yan tiştekî din. Wan bi yek carî xwe vekişand. Sedema vê paşvekêşanê çi bû tu carî ne hate gotin.

Lê belê piştî ku Efrîn hatye berdan 6 roja ser ra derbas bûn û Murad Karaylan got ku “şerê mezin li îmraliyê hatîye kirin”.  Karaylan weha got: ji boy ku berxwedan çênebe heyetek çû îmraliyê û zextekî mezin li ser serokê me çêbû. Ez naxwazim hemû agahîya li vir bidim lê belê rêveberiya me wê daxuyanîyekî berifreh bide we. Li navbera Tirkiyê û Rûsya îtîfaqek stratejîk heye.

Heyetek hat rêkirin ji boy îmraliyê û ser serokê me zext çêkirin. Lê belê serok Apo ev tişte red kir. Agahîyekî bi vî awa di destê mede heye.

Lê belê piştî vê axaftina Karaylan PKKê çi daxuyanî ne da. Dîyar bû ku mesela berdana Efrînê di navbera Apo û Tirkiyê da li îmraliyê biryar li ser hat dan û hat berdan. Ji ber ku YPGê xwe dizî ka keja. Yanî nêzîka du rojan hemû hêzên xwe û kesên nêzîkî xwe û jî alîgirên xwe birin. Lê belê miletê dî man. Piştî ev hêzên xwe vekşandî ancax ji nu de vê care jî got me xwe vekşandîye. Nav bajar berxwedayîn çênebû.

 Ji ber ve yekê jî guman li ser xwe vekşana PKKê heye. Di mesela Efrînê da PKKe berpirsyara yekemîne. PKKe nêzîkî 9 sala li Efrînê bû û amadekarî nekiribû. Heman demê jî herdem dewleta Tirk tehrîk dikir, li her derê wêneyên Ebdulla Ocalan danîn. Efrîn wek PKKe nîşan dan û kirin hedef.

Dest ji van tişta jî berdin lê heger ku ev heza PKKê nebû çima destpêkê Efrîn ne berdan. Eger destpêkê Efrîn daba dest dewleta Sûriyê wî demî Tirk nedikarîn werin. Lê belê PKKê ev tişte ne kir. PKKê bi qehremaniya genca û ya gel xwest ku xwe wek qehreman bide nîşandan.

PKKe heya niha jî melefa Efrînê hîç venake. Ji boy PKKê karesat li şengalê heye. Ew her dayîm Şengalê dikin rojev lê belê Efrînê nekin rojev. Ji ber ku ew dizanin ji aliyê ‘eskerî, sîyasî û diplomatîk de ew sûçdar in beramberî gelê Efrînê.  Efrîn li ber çavên me çew ket destê Tirkiyê.

Heman demê dibe amaje bi vî tiştî bê kirin ku PKKe di propagandaya xwe de her ENKS ê sûçdar dike, û gelek cara ew di ragihandina xweya Tirkî de jî dibêje ku ENKS ê ji boy dagîrkirina Efrînê kar kirîye. Gelek xelkê bakurê Kurdistanê niha bi vê yekê bawer dikin ku rastî pêşmergê roj û ENKS e jî gel Tirkiyê êrîşî Efrînê kirin. Eve yek ji hereketên gelê kurde ku kurd nav karasatekî de jî bin her dujminên hevin.

Di encam de Efrîn warê Kurda ye. Belkî hatibe dagîrkirin, belkî em nikarin biçin Efrînê lê belê em dizanîn ku Efrîn ya me ye û herdem jî dê ya me bît.

Pustên heman beş