Nirxandinên Bayik û Karayilan û pirsgirêka yekîtiya neteweyî di nava Kurdan de

Nirxandinên Bayik û Karayilan û pirsgirêka yekîtiya neteweyî di nava Kurdan de

Di hevpeyivîna Cemîl Bayik de, di 28ê Adarê de, derbara Gare, HDP, Yekîtiya Neteweyî, û hwd de ku li Stêrk TV hate weşandin. Mijarên girêdayî rojevê hatin nirxandin. Dûv re yekser, Murad Karayilan jî beşdarî radyoya Dengê Welat bû û mijar bi vî rengî şîrove kirin. Di her du hevpeyvînan de jî, şîrove hatin kirin ku di navbera PDK û PKK ê de guftûgo heye, Lêbelê Pêşmerge li Berdesor êrîşî PKK ê kir û ev dikare vê diyalogê biqedîne.

Di axaftina xwe de, Cemîl Bayik diyar kir ku ew bûyera Berdesor lêkolîn dikin û got “Ger hevalên me bersiv bida, wê çaxê da biba sedemê şer. Lê ew li ser bingeha daxwazên gelê me di Newrozê de ji bo yekîtiyê hatîn dayîn, vekişiyan”. Lêbelê, di navbera axaftinên Karayilan û Bayik de nakokiyek heye: Li gorî Cemîl Bayik, di navbera PDK û PKK ê de asteke pir girîng a muzakereyê heye, navbeynkar hene. Li gorî Karayilan, di navbera PDK û PKK ê de têkiliyek di astek mezin de tune, lê destpêka diyalogê heye.

Ma Cemîl Bayik piştgirî dide diyaloga navbera PKK û PDK an jî sabote dike?

Axaftina Cemîl Bayik bi giştî wekî axaftineke maqûl xuya dike, heman dem ya Murad Karayilan jî wisa ye. Lê rastî, ji van axaftinên ku maqûl xuya dikin pir cuda ne. Bi taybetî, axaftinên Cemîl Bayik dixwaze janê sunî ji bo hewldanên muzakere yên yekîtiya neteweyî çêbike, da ku yekîtîya netewî mirî ji dayik bibe. Çima?

Yekem; Cemîl Bayik di çapemeniyê de ev qas vekirî behsa va gotûbêja dike, ev jî mîna hewlek sabotajê ye. Demekî ku Dewleta Tirk a dagirker pirr bi tundî Êrîşî Kurdan dike deşifre kirina van hewlên dîyalogê weke “raporkirina dewleta Tirk” xuya dike. Ji ber ku di vê deme da diyaloga di navbera Kurdan de tiştê here zêde diçe zora Tirka ye. Hê hevdîtineke micid û bihêz çênebûyî deşifre kirin tenê dê pêşîya Îran û Tirkan vebike ku van hewlên diyalogê jinav bibin.

Duyem; Ji ber ku mesela yekîtiya neteweyî bi bûyerek xeyalî ya weke Berdesorê xera nabe. Berdesorê çi pevçûn û şer çênebûye ku bibe egera sabotekirina diyaloga navbera PKK ê û PDK de. Di rastiyê de, PKK ji payîza borî di nav 6 mehan de, Midûrê Ewlekariya Giştî ya Serzêrê Xazî Salih Alîxan û 4 pêşmerge din şehîd kirin. PKK ê li 9 nuqteyên cûda êrişî hêzên Pêşmerge kir, û 8 nuqteyên cûda mayîn hatine danîn. Ango, her çend Cemîl Bayik dibêje her gav pêşmerge êrişî me dike, lê derewe, hê difna gerîlayek tenê jî xwîn nebûye. Ji ber vê yekê yên êriş diken gerîla bûne, lê pêşmerge ji bo şer dernekeve, bersiv nedaye. Ew çax mesele çîye? Cemîl Bayik dixwaze pirsgirêka Berdesor mezintir bike û bi rastî berî ku ew dest diyalogê bikin ev diyalog were bidawî kirin. Bayik dixwaze vê mesajê bide yên navbeynkarî dikin “binerin me dest bi hevdîtinan kir lê wan nehişt”

sêyem; bê guman , ya herî girîng jî ewe ku PKK ê, perspektîfa yekîtiya neteweyî li ser bingeha berjewendiyên Kurd û Kurdistan nîne. PKK ê di paradîgma-îdeolojiya xwe de têgeha “netewe” wekî têgehek kevneşopî û çêkirî nîşan daye. PKK ê fikra xwe ya liser têgeha “netewe” wekî dayika hemî nexweşîyên sîyasî, şer û her xirabî ya sedsala 20 an teorîze dike. Tevgerek ku têgîna netewe red bike, wê çawa behsa yekbûn û diyaloga neteweyî bike.

Bê guman, em van sê mijarên bingehîn niha li aliyekê dihêlin. Li ser axaftinên Cemîl Bayik hinek encaman parvebikîn. Ji ber ku Cemîl Bayik Berdesor danî ser masê, em jî dikarin pêşî bi Berdesor dest pê bikin.

Gelo li Berdesor çi qewimî?

Xeta Berdesor nêzîkê sînorê Iranê ye, devereke xalên gumrikê yên PKK ê lê hene. Erka yekîneyên gumrikê li vir ew e ku ji kolberên (qaçaxçiyên) dirav bistînin, û di bin navê bacê de ji gundiyên ku havîna pezê xwe dibin zozanên Kêleşînê dirav kom dikin. Balkêş e ku, hemû yekîneyên gerîla yên li ser xeta Kêleşîn, Biradost, Berdesor ê rasterast di bin destê Cemîl Bayik de ne.

Lêbelê, wek ku ew behs dike, di şeva 21 ê Adarê de, tu êrîş li nuqteyên gerîla çêne bûye. Em li ser vê mijarê li çavkaniyên herêmî geriyan û mesele ev e: Li nêzî gundan, ji herêma Berdesor, nuqteyeke kontrolê ya pêşmergeyan heye. Pêşmergeyan li ser rêyekê dîtin ku hinek endamên PKK bi karekê ve mijûlin, Ew vê yekê wekî hewlên danîna mayînan li ser rê texmîn dikin û hinek teqe li hewa dikin. Ji bo ku ew gerîla ji deverê dûr bikevin. Jiberku di 13ê Adarê de, pêşmergeyekê bavê çar zarokan bi navê Tarık Qadir li vê deverê bi mayînek PKK ê şehîd bibû. Pêşmerge jî, Ji bo dîsa rewşek wiha xemgîn dernekeve di amadebaşîyê da ne.

Çawa ku Cemîl Bayik behs kirî, “gerîla naxwaze gotûbêjên yekîtiyê sabote bike” lê “Pêşmerge dixwaze gotûbêjên yekîtiyê sabote bike” tiştek wiha tune. Cemîl Bayik bi peyvên ruhê Newrozê, daxwaza yekîtiya gel û hwd. Bi van gotinên girîng dixwaze rastîyê berevajî û şûlî bike.

Qibla diyaloga Kurdî de ne Berdesore Şengal e

Ne mumkîne ku mirov nakokiya di navbera Kurdan û pirsgirêka yekîtiya neteweyî bi du gulleyan li Berdesorê ve eleqedar bigire dest. Ev mîna şirovekirina darê bi pelî ye. Divê çiqên dara yekîtî û diyaloga neteweyî ya Kurd di serî de bi têgînên bingehîn ên wekî pênasekirina netewe û neteweyî, têkilî û tifaq a, bêyî ku hevdu wekî dijmin bibînin bê reqabet kirin bi kurtasî pêwîste em têgîneyên bingehî şirove bikîn. Cemîl Bayik bêy ku van mijarên bingehîn destnîşan bike dibêje yekîtiya neteweyî û diyalog = Berdesor. Lêbelê, em di heman demê de dibêjin ku birêz Cemîl Bayik yekîtî û diyaloga neteweyî = Şengal, yekîtî û diyaloga neteweyî = Heşda Şebî wekî dost nedîtinê, destpêdike.

Cemîl Bayik israr dike, “Em dixwazin fêr bibin ka li Berdesor çi diqewime.” Em jî dixwazin fêr bibin ka li Şengalê çi diqewime. Ji ber ku şertê yekem ê yekîtiya neteweyî ewe ku her bihostek axa welat re bikarin bibêjin Kurdistan. Heya ku hûn nebêjin Şengal Kurdistan e, yekîtiyek netewî çênabe. Heya ku hûn li şûna Pêşmerge li Şengal bi Heşda Şebî re tifaq bikin, wê yekîtî çênebe. Ger medyaya PKK ê kesek wekî sekreterê Asayib Al-Heq Kays Xazelî, yê ku sond xwarî ku herêma Kurdistanê wêran bike, wekî hevalê Êzdî û weke xwe li dijî tifaqa Şengalê nîşan bide, wê çaxê yekîtiya neteweyî çênabe. Ji ber vê yekê, di diyaloga yekîtiya neteweyî ya Kurd de, qîble ne Berdesor, qîble Şengal e berêz Bayik.

PKK roja ku keftî Şengal heya îro, hinek kes li dora xwe kom kirine, wan ber dide ser şeqama û bi wana dide gotin ku “herêma Kurdistanê çiqas xirab e”. Ev kûlmek mirovên Kurd bi belavokên Erebî hatîn nivîsandin bi wana di dene xwandin û dijminatiya Kurdistanê dikin. PKK ne ku dixwaze Şengal xweser bibe, PKK dixwaze Şengal ne liser Herêma kurdistanê be. PKK weke dergehê azadiya Êzdîyan Bexda û Mûsil dîyar dike. Hewlêr û Hikûmeta Herêmê weke dijmin dîyar dike. Berê Êzdîyan dide cola ereba ne ku dide zozanên Kurdistanê. PKK li Şengal armanca ereb bûyînê pêk tîne. Sîyaseta PKKe li Şengal dimeşine, ereb bûne.

Diyaloga navbera Kurdan li ser ajandeya Şîa nameşe

PKK li Iraqê digel şîeyên alîgirê Iranê li ser rojevekî hevpar tevdigere. Ev ajande ji bo Kurdan ajande yek pirr xetere. Ji ber ku li gorî vê rojevê, Iran dixwaze di şerê herêmî de Herêma Kurdistanê bike meydanka şer. Ji ber ku Hewlêr bi hemî kêmasiyan ve jî, wargeha neteweyî bûna Kurda û di siyaset, aborî  û hemû alî de temsîla îradeya kurd-Kurdistanê dike. Hewlêr kirina meydana şer, tê wateya paşvexistina netewebûna Kurd û berzekirina deskeftên heyî. PKK parçeyek ji vê ajandaya wisa metirsîdar e. Ev pirsgirêka dijminahiya li dijî Herêma Kurdistanê û PDK, pirsgirêka sereke ye ku diyaloga navbera Kurdan de asteng dike.

PKK dibêje em dixwazin bi PDK re li ser maseya dîyalogê rûnin, lê dema ku li ser masê ye, hê jî li destê xwe de xençera Îran û Heşda Şebî, digire. Di 9 Çirî de, milîsên Ketayib Ehlil heq ên girêdayî Heşda Şebî êrîş birin ser nivîsgeha PDK li Bexda û ala Kurdistanê şewitandin. Ev ne welê rasthatinek e. PKK bi Heşda Şebî re tifaqek stratejîk kirî ye. Ya ku gotûbêjên neteweyî ya navbera Kurdan têk dide ev e. PKK; li nava organizasyona heşda Şebî de baskê Kurd e.

Cemîl Bayik dibêje, “Em dixwazin fêr bibin çima dema ku ew diyalog didome li Berdesor êrîş kirin. Em jî dixwazin fêr bibin, “Çima dema ku diyalog didome hûn hê jî hevalbendî bi heşda şebî re dikin”? Çima hûn li Şengal belavokên Erebî bixwînin û dijminahiya Herêma Kurdistanê bikin? Çima Newroza we organize kirî we nehişt ciwan bi Ala Kurdistanê bikevin qada Newrozê û we ala rengîn nedaliqandi bû? Çima yekîneyên we li ser rêyên pêşmergeyan li Amêdîyê mayînan datînin. Berî her tiştî, va 50 sal in hûn di nav siyasetê da ne, ma qey hûn nizanin li ser şaşa TV gotina “PKK û PDK hevdîtina dikin” di be mijara îxbarê.

Pustên heman beş