Peymana Lahur Cengî û Ebo Fedek ji boy Kerkûkê û dewama îxanetê

Peymana Lahur Cengî û Ebo Fedek ji boy Kerkûkê û dewama îxanetê

Yekêtîya Nîştîmanî Kurdistanê ji bo rê girtinê li vegera PDKê bo Kerkûkê, careke din destê xwe xistîye destê Heşda Şabî, ji bo ku vê armancê jî bi cî bike, li rojên rabûrî li gel xetertirîn fermandarê vê mîlîşyay ya Şîe civîn encam daye.

Hewlên balê Lahurê Şêx Cengî hevserokê Yekêtîya Nîştîmanî Kurdistanê ji boy bihêz kirina pêgeha Heşda Şabî li Kerkûkê ji paş bûyerên 16î Oktoberê nesekinîne, li rojên rabûrî pîlaneke din ya qirêj eşkere bû, berpirsên YNKê li Kerkûkê bi fermana Lahurê Cengî li gel Ebo Fedek şûngirê Ebo Mehdî Muhendis civîn pêkanîye, çawanîya rêgirtinê li vegera PDKê ji boy Kerkûkê û awayê wê alîkariyê ku YNKe wê di vê derbarê de pêşkêşî Heşdê bike, mijara civînê bû.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, li roja 9 şubata îsalê, Ebo Fedek serok erkanê mîlîşya Heşda Şabî li gel hejmareke berpirs û fermandarên desteya birêvebir a vê mîlîşya Şîe mezheb, bi balefireka eskerî gihîştibûne Kerkûkê, ew bû dema 3 rojan li Kerkûkê mabû.

Ebo Fedek û şanda pêre ji hêla Rakan Cibûrî parêzgerê sepandî yê Kerkûkê û Ebo Reza Necar fermandarê enîya bakur yê Heşda Şabî, her wiha hinek ji şêx û kesatiyên Sune mezheb ve hatibû pêşwazî kirin.

Çavkaniyên pêgeha me eşkere kir, Ebo Fedek bo dema 3 rojan li Kerkûkê maye, di van 3 rojan de, civîn li gel van alîyan kirine:

  1. Fermandarêtîya operasyonên hevbeş a Kerkûkê

  2. Tev hêzên ewlehiyê û yên îstixbaratî.

  3. Kesatyên Turkmen.

  4. Melbenda 2 a YNKê.

Lê belê ji bera ku em bas li civîna li gel YNKê bikin, pêwîste em bizanin kanê Ebo Fedek kî ye:

  • Navê wî: Ebdulezîz Mela Micêriş el Mihemedawî ye.

  • Kod nav: Bi kod navên “Xal û Ebo Fedek Micêriş û Mela Micêriş” tê nas kirin.

  • Yek ji fermandarên mîlîşya Esab Ehlulheqe.

  • Emîndarê berê yê mîlîşya Hizbullahe.

  • Kesekê nêzî Îranê ye û bi te’lîmatên Wîlayet el Feqîh tev digere.

  • Pêwendiyên herî baş li gel Qasim Suleymanî hebûn.

  • Dest di sedan cînayetên kuştin, cînayetên taîfî û revandinê de heye.

  • Li gorî wezareta gencîneya Amerîkayê, Ebo Fedek li gel sipayê pasdaran kar kirîye.

  • Amerîkayê li kanûna dûyemîn a îsal 2021an xistîye di lîsta terorîstên cîhanî yên daxwaz kirî de.

  • Li 24 şubata îsalê weke serok erkanê Heşda Şabî li ciyê Ebo Mehdî Muhendis hatibû dest nîşan kirin

Ebo Fedek daxwaz ji YNKê kir ji boy rêgirtinê li vegera PDKê bo Kerkûkê  bikevin nava hewlên mezin de

Li gorî agahiyên destê me, civîna Ebo Fedek û berpirsên Heşda Şabî a li gel YNKê, bi serokatîya Heme Sor Duşîwanî bû, Ebo Fedek di vê hevdîtnê de dustatî û têkiliyên Heşda Şabî bi YNKê re tekez kir û ji ber vê sedemê daxwaz ji YNKê kir ku ji bo rêgirtinê li vegera PDKê ji bo Kerkûkê bikevin nava hewlên mezin de.

Berpirsê melbenda 2 ya YNKê jî ku agahî û te’lîmatên Lahur Şêx Cengî pêre bûn, soz bi Ebo Fedek daye ku ji bo cî cî kirina vê daxwazîya Heşdê hemû hewlekê bidin û her wiha ji boy xort kirina pêgeha Heşda Şabî li Kerkûkê tu xemsarîyekê nekin.

Hêjay gotinê ye, paş civînên Ebo Fedek li gel YNKê, Turkmen û Erebên Sune mezheb yên Kerkûkê, bi alîkarîya YNKê hinek xwepêşandan li Kerkûkê çêkrin, di van xwepêşandanan de ku hemû ji alîgrên parêzgerê Kerkûkê û YNKê bûn, xwestin Pêşmerge û PDKe nevegere Kerkûkê.

Pustên heman beş