Xeta Başûr ya bazirganîya “Maddeyê Hişber” ya PKKê eşkere bû

Xeta Başûr ya bazirganîya"Maddeyê Hişber" ê PKKê eşkere bû

Yek ji xetên bazirganîya maddeyê hişberê yê PKKê eşkere bû, vê rêxistinê tenê di yek gerê de, 10 kîlo derbasî Başûrê Kurdistanê kirin.

Li gorî agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, rêxistina PKKê 10 kîlogramên maddeya hişberê ji Îranê derbasî Başûrê Kurdistanê kirine, ev qebare tenê di yek gerê de hatîye derbas kirin.

Agahiyên ku ji çavkaniyên taybet yên Başûrê Kurdistanê ji boy pêgeha me hatine şandin eşkere kirine, li roja 14 meha adara îsal 2021an, kesê bi navê «Salih Abdulla» û bi kod navê «Salih Sor» ku ji şêniyên gundê Bêwrana jêr ya girêday bajarê Serdeştê yê Rojhilata Kurdistanê, qebarê 10 kîlogiram maddeyê hişberê radestî PKKê kirine.

Dest nîşan kir, «Salih Sor» kadiroyê dezgeha îstixbarata Îranê Îtîla’atê ye, wî li sînorê navçeya bi navê Gorhêlke ya girêday bajarokê Hêro ya ser bi Pişderê ve, li roja 14 meha rabûrî, ev maddeyê hişberê radestê rêxistina PKKê kirîye.

Agahiyan herweha eşkere kir, Salih Sor ev 10 kîlogiram maddeyê hişberê radestî kadiroyê PKKê yê bi navê «Egît» mirne û ji bo her kîlogramekê kojmê 400 dolarên Amerkî wergirtine.

Rêxistina PKKê ji boy bi dest xistina pereyan, dû çavkaniyên sereke hene, ya yekê bazirganîya maddeya hişberê ye û ya dûyemîn stendna bi zor ya bacê ye ji şênî û bazirganên Kurd.

Li gorî Yekêtîya Ewropayê û Polêsên navdewletî Interpolê, bazirganîya maddeyên hişberê çavkanîya sereke a darayî a rêxistina PKK ê ye.

Navenda Ewropî a li dûvçûna melefa maddeyên hişber û hîbûna hişberê ku bi “EMCDDA” tê nas kirin, raporeka hevpar a sala 2019an weşand ku li gel sazîya Polîsên Ewropayê Yoropolê amadekirîye û têde, rêxistina PKK ê bi bazirganiya herî berfireh a maddeyên hişberê li Ewropayê sûçbar kirîye.

Yekêtîya Ewropayê ragihandibû, ji 2012 heya 2019an, PKKê milyarên dolaran ji vê bazirganiyê bi dest xistine.

Di raporê de hatîye: rêxistina PKK ê ku ji sala 2002 di kategorya Yekêtîya Ewropayê a terorê de bû, destekê herî beriz di bazirganîya maddeyên hişberê li Ewropayê de heye û bi rêya bazirganîya nemeşro’ a vê rêxistinê, bazarê maddeyê hişberê li Ewropayê zêde karaye.

Hemwexta evê raporê, rêxistna Polîsên Ewropayê Yoropolê di raporên xwe yên berê de, tesbît kir ku dahata salane a PKK ê ji bazirganîya maddeyên hişberê digihe nêzî 3 milyar dolaran.

Pustên heman beş