Li şeva derbasbûyî êrîşek bi roketan li ser Hewlêrê pêkhat, balefirxaneya navnetewey hedef bû, êrîş paş derbasbûna dû mehan li ser êrîşeke hemawa tê, wexta ku li sibata îsalê Hewlêr bi 14 roketan hatîye hedef kirin.
PKKe di guhê gay de di xew de ye
Êrîşa şeva derbasbûyî ya ser Hewlêra paytexta Başûrê Kurdistanê, her di sa’etên yekem de li Îraqê, navçeyê û dinyayê deng veda, daxuyanî ji hêla dewlet û saziyên navneteweyî hatin dayîn û êrîş şermezar kirin, lê belê rêxistina PKKê tu tiştek di medyaya xwe de li ser êrîşê nego, her weke ew di guhê gay de yan di binê bîrekê de razaye û agahîya wê ji bûyerên ser erdê tuneye.
Ajansa ANF ê ku ziman halê fermî yê rêxistina PKKê ye, nûçeyek ku ji dû rêzkan pêkhatîye parvekirîye û têde dibêje: li nêzî balefirxaneya Hewlêrê teqînek çêbû.
PKKê êrîşa ser Hewlêrê wusa bas kirîye, her weke dû zarokan dûlaba otombêlê li deşta Hewlêrê şewitandine
Medya PKKê tu firsetekê ji bo êrîşa ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji xwe nake, rojane di ANF ê de, Stêrk tv, Ronahî tv û Roj News ê û hemû ekiran û pêgehên girêday PKKê, bi awayekî qirêj û pilan kirî, êrîş li ser hikûmeta Başûrê welat tê kirin, agahîyeka herî biçûk jî be, PKKe dike rojev ji bo ku vê hikûmetê pê neciwan bike û li ber çavên gel reş bike.
Lê belê ev cara dûyemîne di dema dû mehan de êrîş bi roketan li ser Hewlêrê tê kirin û medya PKKê tu agahîyan li ser van êrîşan parve nake, belku êrîş wusa biçûk nîşan dane, her weke dû zarokan dûlaba otombêlê li deşta Hewlêrê şewitandine.
Ajansa ANF ê ku weşanê bi 10 zimanan dike li derbara êrîşa şeva derbasbûyî wusa dibêje: li nêzî balafirgeha naventeweyî ya Hewlêrê teqînek pêk hatîye, li ser ziyan û encamên êrîşê agahiyên zelal nehatine girtin.
Heger mirov medya PKKê bi şopîne wê bi awayekî zelal eşkere be ku kêfa rêxistinê bi êrîşa ser Hewlêrê hatîye, dema bûyereka biçûk jî li başûrê Kurdistanê di qewme, ajansa ANF ê, dike mijar, daxuyanîyan dide, çalakî, mîtîngan li dar têxe, hemû ekran û pêgehên xwe erk dar dike, ji bo ku vê bûyera biçûk bike şaşêtîyek û li ber hikûmeta Başûr bike, lê belê li ser bûyereke mîna êrîşa ser Hewlêrê gotîye ku agahî tunene!.
PKKê bi vî awayî alîkarî ji bo êrîşa ser Hewlêrê kirîye
Pirsa li vir tê kirin, gelo heger kêfa PKKê bi vê êrîşê nehatibe, çima PKKe bê helweste û di medyaya xwe de tu agahîyek li ser parvenekirîye? Bersiv eve ku PKKe nikare bas li vê êrîşê bike ji ber dû sedeman, ya yekê eve ku şirîkên PKKê anku Heşda Şabî wê aciz bin û sedema dûyemîn jî eve ku PKKe bi awayekî dest di van êrîşan de heye, ji ber ku rêxistinê bi awayê locistî alîkarîya şirîkên xwe ji boy encamdayîna vê êrîşê kirîye.
PKKe bi b êtîrafa Îranê bi fermî mîna Heşda Şabî ketîye di Mihwerê Miqawemê de, erka wê parastina berjewendiyên Îranê ye, lewma her karekê Heşda Şabî li dijî Başûrê Kurdistanê ji boy berjewendîya Îranê encam dide, bi agahî û alîkarîya PKKê encam dide, ji ber ku Heşd û PKKe mîlîsên yek alî ne, bi gotineke din: ferman û te’lîmatên ku Îran ji boy heşda Şabî di şîne, para PKKê têde heye.