Zuhakê sedsala 21an û celadên wî
PKKê, îro nasnameya 3 keçên Kurd eşkere kir ku li sala rabûrî li Başûrê Kurdistanê bi destê eskerên Tirk dane kuştin, rêxistinê ew ji Bakurê welat revandibûn û li pênavê dozekê bi kuştin dan ku pêwendîya wê bi gel welat ve tuneye.
Rêxistina PKKê îro nasnameya 3 keçên Kurd ku hêjan di temena sinêleyê de ne eşkere kir ku li Başûrê Kurdistanê bi destê eskerê Tirk bi kuştin dan, rêxistinê ew ji Bakurê welat revandibûn û paş derbasbûna 7 mehan ji nûve îro hatîye û pir bi rû qaymî sersaxî ji malbatên wan re kirîye û gotîye: ewan bi ruhê fedayê Apo can da.!
PKKê weke her tim nav û wêne û zanyariyên tam li ser van 3 keçan parvekirine, lê belê tu zanyarî li ser temena wan eşkere nekirine ji bo ku cînayeta revandina zarokên Kurdan li ser rêxistinê tesbît nebe.
Navên van 3 keçan evin:
Zîlan Gok ji Mûşê.
Emel Bor ji Wanê.
Şehnaz Okşamak ji Amedê.
Gelo qey zarok ji îpimryalîzmê û modernîteya kapîtalîst fêm dkin?!
Ev her 3 keç ku PKKê ji Bakurê welat revandibûn, li 25 îlona sala rabûrî 2020an di êrîşeke hewayî ya Tirkiyê de can dane, PKKê îro paş derbasbûna nêzî 7 mehan ji nûve daxuyanî da û têde gotîye: me 3 hevrêyn din gorî Apo kirin.
Zîlan, Emel û Şehnaz hêjan di temna sinêleyê de ne, PKKê ew ji boy dozekê bi kuştin dane ku pêwendîya wê bi Kurd û Kurdistanê ve tuneye, belku ew ji boy demokratîk kirina Tirkiyê feda kirin, di daxuyaniyê de pir bi rû qaymî gotîye: Ruhê fedayî yê Apo bandor li van keçan kir, îdolojîya Apo ya rizgarîya jinê ew kêşî çiya kirin, ewan her di zaroktîya xwe de ji bo pêşî girtina li faşîştê, împiryalîzmê, modernîteya kapîtalîst xebtîne, gelo ev çi kelamê qirêje PKKe qala wê dike? Ma zarokên di vê temenê de tiştekê ji îpimryalîzmê û modernîteya kapîtalîst fêm dkin?.
Revandina zarokên Kurdan çavkanîya sereke ya çêkirina şervanane ji bo PKKê, ev yêk ji hêla rêxistnên navdewletî yên parastina mafên zarokan ve hatîye tesbît kirin.
Xwîna zarokên Kurdan fedayê Apo be
Her dema zarok yan sinêleyekê Kurd di nava rêxistina PKKê de hatibe qetil kirin, PKKê gotîye: ev xwîn fedayê Apo be, HPGe di hemû daxuyaniyên xwe de bas li ruhê fedayî yê Apo dike, difkire haya gel ji Apo tuneye, difikre gel fêm nake ku ev zilam bûye xwîn mijî zarokên Kurdan û ew li Îmraliyê ji boy dewleta Tirk xizmetê dike.
Zilamê li Îmraliyê razay, yê ku bûye bela serê gel, PKKê weke botekî di serê Kurdan lê kirîye û hinekî maye bibêje Apo xudaye, xuday jî pêwîstî bi qurbanan heye, em jî ji ber vê zarokên Kurdan ji boy xudayê dikin qurban.
Heger mirov hinekî li ser efasaneya Zuhakî bi sekine û bifikre, wê bi zelalî eşkere be ku ev ne efsaneye, Zuhak hêjan saxe û celadên wî rojane xwîna zarokên Kurdan ji boy wî feda dikin.