Dagirkirna Zinara Çiyayê Kêste û lehengiya sexte ya PKKê

Zinara Çiyayê Kêste û lehengiya sexte ya PKKê

Ger mirov li Ewropa yan Amerîkayê jiyan bike û li çapemeniya Partîya Karkerên Kurdistanê binêre, wê mirov wisa fêm bike ku gerîla karîne kontrola Bakurê Kurdistanê bikin û kunên mişka li leşkirên Tirkiyê kirîne qeyserî û lêva leşkerên tirk ji tirsa PKKê dilerize û ketîne derdek pir giran.

Lê ger mirov li Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Berwarî Bala jiyan bike, wê bibîne ku Partîya Karkerên Kurdistanê mîna wan kesane yên ku dibêjn gotina şer bêje û roja şer li wir nemîne.

Ev gotin bûye stratejîya PKKê ya li başûrê Kurdistanê, di navbera çend meha berdevkê PKKê yan yek ji rayedarên wê dê di nava çapemeniya xwe de derkevin û gotinên pirr mezin bibêjin û supayê Tirkiya tehrîk kin û cîhên xwe yên leşkerî û rêyên çûn û hatina xwe berçav kin û wisa xweya kin ku wan kontrola başûrê Kurdistanê kiriye û bingehên serbazî yên herî bihêz ava kirîne û li demek nêz de wê şerên mezin li dijî tirkiya encam bidin.

Li b vê yekê bi tenê rê tê xweşkirin ku supayê Tirkiyê bi hêzek herî mezin ve were nava başûrê Kurdistanê de û hin cihên din jî bixe bin kontrola xwe de û qereqola têda ava bikin.

Himberî vê hêza leşkerî ya tirkiya, PKKe li saetên yekê wê hin gulleya berde leşkirên Tirkiyê û piştre baz bide û biçe di quncikên tarî de xwe veşêrin, bi vê yekê wê bi tenê dengê qêrî û gaznicên şêniyên gunda gihin ber asîmana û terş bû tewalê gundiyan berbelav bin û beşekê wî terş û tewalî bibin xwarinek xweş ji boy leşkirên tirkiya û beşek din jî wê bibe goştê nîv bijartî ji boy gerîlayên PKKê.

Li ser vê yekê, dibe mînaka herî bihêz mînaka dagîrkirina Zinarê Kêste li devera Berwarî Bala be,  supayê Tirkiyê  bê ku tu hesabekî ji boy hêza gerîlayan bike, her weke Zinara Kêşte beşek ji Tirkiyê be, her weke çewa bi azadî li taxa taqsîm a Stenbolê bi serbestî tên û diçin her bi wî awa çûne û zinara gundê Kêste dagîr kiriye, leşkerên Tirkiyê bi meş ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve hatin û cihên ku PKKe bi herêmên parastina Medya binav dike dagîr kirin, lê di çapemeniya xwe de weke hertim ji boy heqaret kirin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, Tirkiyê Zinara Kêste li navçeya Berwarî bala dagîr kir û Hikûmeta Herêmê ti bertek nîşan neda!

Li dema PKKe li navçeyekî be, wê navçeyê bi navçeyên parastî û azad kirî ji aliyê PKKê ve dide nasandin, li ser her navçeyekê navek nû danîne, navê ji hemûyan berçavtir “Herêmên Parastina Medya” ne ku PKKe bi tu awa rê nade ne sivîlek Başûr ne jî pêşmerge û ne jî saziyeke hikûmî bikeve wir, her kes bi her kar û hêncetekê ve bixwaze bikeve wan navçeyan PKKe yan rêgiriyê lê dike yan jî wan digre û weke sîxurên Tirkiyê dide nasandin, lê dema leşkirên Tirkiyê tên derî ji wan re vekirîne, bi tenê hinek teqeyê dikin, çend keç û kurên kurd ji boy propaganda Partiya xwe didin kuştin û piştre wê derê diterikînin û zêdetir tên nava Başûrê Kurdistanê de, di çapemeniya xwe de jî dibêjin “Tirkiyê Herêma Kurdistanê dagîr dike”! Li vir ev pirse ser hil didin, gelo lehengên çiya, fedaî yên ku Murad Karaylan qala wan dikir ku her dem pêwîst bike wê fermanê bide wan ku êrîşî başûr bikin li kone?! Çima Herêmên Parastina Medya naparêzin?! Çima her cihê Tirkiyê xwest dagîr bike weke av vexwarinê bi hêsanî dagîr dike?! Gelo sedem çine ku heya niha PKKe nikariye bi tenê metrek ji wê xaka bi dest Tirkiyê ve berdayî rizgar bike?!!

Bi kurtî piştî dagîrkirina Zinara Gundê Kêşte wê tirkiye Qereqolên leşkirî lê ava bike, ev yek jî wê bibe sedemek sereke ku azadiya hemwelatiyan li deverê bikeve xetereyek mezin de û dîsan çûn û hatina gerîla jî wê bikeve xetereyê de, yanî bi kurtî wê ev dever bibe deverek leşkerî.

Dema deverek bibe deverek leşkerî yanî jiyana medenî têda namîne, nemana jiyana medenî li navçeyekî wê bibe sedema koçber bûna hemwelatiyên wê navçeyê, ev koçber bûne wê ewilî bandorek pir xerab li PKK bike û wê wan ji sînorên Bakurê Kurdistanê dûr bike û dîsan weke her tim hemwelatiyên başûr bibin qurbaniyên şerekî ku ti peywendîya wan pêre tuneye.

Pustên heman beş