Operasyona li ser Herêma Kurdistanê di çapemeniya PKKê û Tirkiyê de

Operasyona li ser Herêma Kurdistanê di çapemeniya PKKê û Tirkiyê de

Ziman derbirîna mejîkî ye, yanî mirov bi ti awa hizir bike wê ziman wisa wê hizrê berçav bike, lê belê, bi mercekî ku ziman rastîbêj be beramberî hizra mirov.

Îro me hinekê çapemeniya Tirkiyê û PKKê şopand, me bi hûrî nûçeyên her du aliyan derbara operasyona li ser Başûrê Kurdistanê bi giştî û bi taybetî Zinara Kêste ku ev dema sê rojane tê meşandin şopandin.

Şer û encamên wê nabin mijara vê nivîsê, lê belê zimanê berçav kirina şerê ji aliyê herdu aliyan ve wê bibe mijara vê nivîsa me.

Şer dinavbera du aliyan de ye, ew alî jî Leşkirê Tirkiyê û Hêzên Parastina Gel “HPG” ne, cihê şer li tê kirin ne wilatê Tirkiyê ye û ne Bakurê Kurdistanê ye, belku ciheke ku bi kurdewarî jêre dibêjin başûrê Kurdistanê û bi qanûnê jêre dibêjin Herêma Kurdistana Îraqê.

Di çapemeniya herdu aliyan de, bi dirustî û rastî liser çawaniya vî şerî û encamên wê nûçe nayên sêrvîs kirin, herdu alî xwe bi serkeftî nîşan didin, bi rastî daxuyaniyên wan cihê pêkenînê ne, daxuyaniyên wan bi awayekî cihê kenê ne ku HPG ê nivîsandiye, “me di nava tunêlan de li Zinara çiyayê Kêste kûçikek kuştiye û dest bi ser kamêra çavdêriyê de girtiye”. A em dixwazin bibêjin eve ka çewa herdu alî navê cihê şerî berçav dikin, di çapemeniya Tirkiyê de dibêjin li bakurê Îraqê, ev bi nav kirin tişteke normale jiberku Tirkiye dewletek dagîrkar û dujmina kurda ye, her wisa her kes baş fêm dike çima di çapemeniya Tirkiyê de wisa Başûrê Kurdistanê tê bi nav kirin.  Lê belê, a bala mirov dikşîne ser xwe daxuyaniyên Partiya Karkerên Kurdistanê û hêza Parastina Gel in  ku ne ji dûr û ne ji nêz navê dirust ê cihê şer nabêjin , ger bi kurdewarî hizir bikin pêdvî dike bibêjn başûrê Kurdistanê, ger bi qanûnî hizir bikin pêdvî dike bibêjin herêma Kurdistana Îraqê – Parêzgeha Duhokê – herêmdariya Amedîyê, lê ew dibêjin herêmên mîdya û Metîn a.

Li vir pirs eve, ger tu hêzeke kurdî bî, çima bi kurdewarî navê cihê şer beyan nakî ?

Ger te bawerî bi statoya qanûnî a Herêma Kurdistanê hebe, çima tu wan cihan bi navê qanûnî ê herêma Kurdistan – Îraq bi nav nakî ?

Ger te bawerî bi cugrafî ya Kurdistanê hebe, çima navên girên resenên kurdewarî bikar naînî?!!

Hûn navê her cihekî li gorî berjewendiyên xwe ên hizbî bikar tînin!!!

Gelo dibe modernisma demokrasiya we gihiştibe asta guhertina cîyopolîtka Kurdistanê?!!

Ew gotin raste dema dibêjin tu çi biçînî dê wê hilînî.

Roja PKKe li Enqerê hatiye damezrandin, ne liser binyata netewatiyê hatiye damezrandin, jiberku damezrînerên wê ne kesên netewî bûn, belku kesên Markisî bûne, her çi qas hûn hewl bidin bibin hêzeke netewî a kurdistanê hûn nikarin, jiberku li dawiyê hûn her vegerîn ser wê stratejîya ku li Enqerê ji we re hatiye danîn ku ew jî biratiya sexte ya gelan e.

Pustên heman beş