PKKê dîrokek pir dirêj a tasfîye kirinê heye, ji ava bûna vê rêxistinê û heya roja me ya îro ev siyaset dewam dike, welatparêz, kesatiyên netewî, muxalifên rêxistinê û her kesê carekê siyaseta PKKê jî rexne kirbe hatîye tasfîye kirin, bi sedan kadiroyên rêxistinê di vê rê de çûne, di niha de yê ku van kiryarên tasfîye kirinê encam didin, rêxistinên Cemîl Bayîk û Murad Karayîlan in.
Paş dest pê kirina Pêvajoya Aşitiyê a Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û nêzîbûna ku li nêvbera Rojava û Başûr de çêbûyî, hem wext zexta Amerîkayê li ser PKKê ji bo ku destê xwe ji Rojava rake, PKKê Mazlûm Ebdî fermandarê HSDê xistîye di lîsta xwe a tasfîye kirinê de, ew di fikire Mazlûm ji rêya rêxistinê derketîye û êdî ew li gel Amerîka dixwaze PKKê li Rojava bê tesîr bike.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê hinek agahiyên herî taybet li derbara hewlên PKKê yên tasfîyekirina hejmarek kesatiyên ku ji hêla rêxistinê ve daxwaz kirî bi dest xistine, li gorî wan agahîyan, rêxistina PKKê bi telîmatên şexsê Cemîl Bayîk lîstek amade kirîye û tîmek ji boy teror kirina wan erkdarkirîye.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirine ku bi ferman û telîmatên Cemîl Bayîk hevserokê KCKê, tîmeke taybet ji boy teror kirina hejmareke kesatiyên Rojava Kurdistanê hatîye pêkanîn, heya niha vê tîmê hejmareke kadiroyên Rêveberîya Xweser û fermandarên PKKê li Rojava teror kirine, çendîn caran jî hewla teror kirina Mazlûm Ebdî kirine.
Her wiha dest nîşan kir, hewlên vê tîma tasfîyekirinê a PKKê ji bo teror kirina Mazlûm Ebdî rastî şikestinê hatine, ji ber ku Mazlûm ji hêla yêk ji endamên vê tîmê bi xwe û her wiha Hevpeymanîya Navdewletî ve hatîye haydar kirin, hem wext niha Mazlûm Ebdî ji hêla hêzeke Amerîkî ve tê zêrevanî kirin.
Çima PKKe dixwaze Mazlûm tasfîye bike?