Gelo Gundê Kêste ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hat qurban kirin?

Pevçûnên di navbera TSK û PKK ê li herêma Berwarî Bala berdewam dikin. Di 10 rojên borî de ji her du aliyan jî kuştî û birîndar çêbibûn. Gund hatin bombebaran kirin, gundî neçar man ku dev ji warê bav û kalên xwe berdin.
Devera ev şer lê tê kirin ango Berwarî Bala, yek ji erdnîgariya herî bedew a Kurdistanê ye. Ew bi av, gund, rûbar, kevir û zozanên xwe ve biheşta ser dinyayê ye. Hûn ji kîlometreyekê dûr dikarin bêhna sêva, beybûn û gulên Berwarî Bala bêhin bikin. Devera Berwarî parçeyek ji biheştê ye. Berwarî hewşa Amedîyê û rewşa Duhokê ye. Berwarî bala, ew devere ku Behdînan dike Behdînan. Lê ev perçeya biheştê niha di nava zivroka şer de ber bi xeniqandinê ve diçe. Gelo çima ev şer tê meşandin? Navê vî şerî çi ye?
Pêwîste gelê Kurd pirr baş navekê li vî şerê di navbera PKK ê Artêşa Tirkan de tê kirin, bike. Bi rastî ma ev şere, şerê Kurdan e? Ma şerê Artêşa tirk û PKK şerekî Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê ye? Çi bersivên me hene ji bo van pirsan? Ji ber ku heke îro Hêzên Çekdar ên Tirk û PKK ê li Berwarî Bala li Metîna şerê rizgariya Kurdistanê dikin, em gişt wê biçin tevlî vî şerî bibin, lê ku ne şerê netewî be, divê ew şer ji axa me ya pîroz, derkeve. Dema ku em li çapemeniyê dinêrin, em dibînin ku hin navên nêzîkî PKK ê, taybetî rêveberiya PKK ê, bang li raya giştî dikin, ji gel re dibêje li dijî vê operasyonê şer bikin. Weke, Serokê Konseya Rêveber a KCK ê Cemîl Bayik duh daxuyaniyek da û ji raya giştî xwest ku “serhildanek ji bo parastina zarokên xwe” çêbikin. Bayik her wiha got, “Ev êriş ne tenê li dijî gerîla û PKK ye.”
Divê gelê me armanca van operasyonan bibîne û helwestekî nîşan bidin. Cemîl Bayik bangî me kir, û divê em jî bangî Cemîl Bayik bikin.
Beriya her tiştî, divê bê gotin ku kes naxwaze ciwanên Kurd bimirin. Xeletiyên PKK ê li cîhekê, ciwanên ku di mirin li cîhek din. Wekî din, xwe fedakirina wan ciwanan nayê vê wateyê ku PKK, li ser xeta rast e. Ji ber vê sedemê jî, bangên hestyarî yên ku Cemîl Bayik û PKK li ser xwîna ciwanan li me dikin, pir bê wate ye. Tiştê ku em rexne dikin siyaseta PKK ê û PKK bi xwe ye. Di serî de PKKê îxanet, li wan ciwanên ku di vî şerî de jîyana xwe ji dest dayî, kir. Gelê Kurd qebûl nake PKK vê sîyaseta xwe ya xelet bi cenazeyên ciwana veşêre.
Kurd dizanin ku dewleta Tirk çi qasî dijminekî xedar e ji bo Kurdan. Ya ku gel nizane û dixwaze bizane jî eve, tiştê ku PKK dixwaze bike çî ye. Di vê babetê de du pirsên me yên girîng hene. Çima PKK û artêşa Tirk li Behra Reş, Ege, û Marmarayê heya Bakûrê Kurdistanê de yek gulle jî bernadine hev, lê başûrê Kurdistanê dikin qada şerê xwe? Çima PKK şer derbasî Başûrê Kurdistanê kir? Divê PKK bersiva vê pirsê bi cidî bide. Mînak, karwana leşkerî ji navendek leşkerî ya girîng ji Bolu, dikeve rê û bi qamyon û tank 1529 km rê dihêt heya digihîje Hekariyê, Çalakiyek tenê jî hember vî karwanê leşkerî nahê kirin, tê heye Colemêrgê, ew tê û li Helîkoptera suwar dibe, neqlî Zinara Kêste û Mizûrî jorî dibe. Li wir, ku sê gerîla dikarin xwe li cîhekê veşêrin û çend gulleyan berdin vî dijminî, lê nakin. Li Tirkiyê her tişt di cih de ye, Tirk qûna xwe ji cîh helnagirin, lê hejarên gundê Kêste di bin gulleyên balafiran de bi çavgirî hewl didin ku heywanên xwe ji ber vî şerî xilas bikin. Ger PKK durist bûya, ew ê vî şerî ne li başûrê Kurdistanê nekira da li metropolên Tirkiyeyê bikira.
Cemîl Bayik di axaftina xwe de, qala axaftina cîhazê ya Mirad Qerayilan jî dike û dibêje “ev şerê Kurdistanê ye”. Lêbelê, berdewamîya axiftina xwe de ew jî mîna Qerayilan,dibêje ev şer şerê gelan e, ew şerê mirovahiyê ye. Qerayilan bêtir pê de çû û got ku ev şer şerê demokrasî bûna Tirkiyê ye. Qerayilan di axaftina xwe de bang li hêzên Tirk ên ku li Başûrê Kurdistanê ne jî kir û got bila li cîhê xwe hereket nekin. Naha em dixwazin ji Cemîl Bayik û Mirad Qerayilan bipirsin: Ma hûn şerê Berwarî Bala, şerê Kêste, şerê Avaşîn ji bo demokratîk bûna Tirkiyê dikin? Ji ber ku Qerayilan wiha gotibû. Bi rastî, ya rast ev e ku şerê PKK ê ne ji bo hilweşandina dewleta tirk û mafê kurdan e. Ya rastî ger em bixwazin bibêjîn, armancek siyasî ya PKK ê qed û qed tune. PKK vî şerî tenê ji boy ku destê xwe xurt bike, pêre mijûl bibe û wext dest xwe bixe, dike. Qerayilan bi taybetî peyamekî dişîne navendekê û dibêje, “Hin ji wan di destpêkê de fam nekir bû, lê niha fam kirin ku ev şer şerê demokratîk kirina Tirkiyeyê ye”. Qerayilan vê peyamê ji bo Ergenekon ê, fetocîya û ew kemalîstên dilmayî, dişîne. Ew pêşniyar dike ku desthilatdariya AKP ê hilweşe û hikûmetek nû bi van kemalîstan re ava bike. Gelo ma cîhê vî projey Berwarî Bala ye? Ma ji bo demokratîzekirina Tirkiyê pêwîst bû Xelkê Kêste bê mal û bê war bimîne. Wexta ku gundiyên Kêste ji mirinê di reviyan, muxtarê gund digot: Li nava gund termên pênc gerîlayan hebû. Ma ev pênc ciwan ji bo demokratîk bûna Tirkiyeyê di nava Kêste da jîyan ji dest da? Na, ya ku em jê re dibêjin îxanet aha ev e. PKK li ser laşê ciwanan ranta sîyasî bi dest xwe ve tîne.
Pênc endamên PKK ê yên sereke hemû pirojeya li gorî ajandayên xwe yên sîyasî birêve dibin û pey re jî dibêjin yên alîkariya min nekirî xayîn in. Hê ji sala par dîyar bû ku dijmin dê îsal êrişî Berwarî Bala û Zinara Kêste bike. PKK ê ji boku li Zinara Kêste berxwe bide çi plan û amadekarî nekirin û heman dem ne hişt Pêşmerge jî biçin li wir cîh bibin. Piştî dijmin hat hemû dever girtin vê carê gazî xelkê Kurd dike dibêje bila Serhildan bikin û çima Hikûmeta Herêmê harîkarî nade me.
Ne Artêşa Tirk û ne jî PKK rehmê li feqîr û jarên Kurd, nakin. PKK dixwaze ku sivîl bimirin, gund werin bombebaran kirin, û xanî werin hilweşandin. Ji ber ku, sedema ku PKK ê xurt dike hovîtiya dewleta Tirk a li hember gelê Kurd e.
Ji ber ku dewleta Tirk bi xedarî êrîş dike ser nirx û pîrozêyên Kurd û Kurdistanê. Hember vê ku alternatîfek tune, gel jî li dora PKK ê dicive. Ango faşîzma dewleta Tirk dibe sedem ku PKK rûyê xwe yê qirêj biveşêre. Berevajî vê yekê jî hebûna PKK ê êrîşa dewleta Tirk a li ser Kurdan rewa dike.
Ango, PKK û dewleta Tirk mîna goşt û neynûk in. Her du jî ji hev nayên veqetandin. Her du jî pala xwe didin hev û dijîn.
Ew bi salan e ku heman çerx dizivire. PKK derdikeve pêş û dibêje ez mirovan diparêzim, dewlet êrîşî gel dike dibêje ez êrîşî PKK ê dikim, û di encamê de, ew kesên ku malên wan wêran dibin û jiyana wan têk diçe her gelê Kurd e.
PKK ji bo ku xewna Tirkiyeyê ya Mîsaqa Millî pêk bîne, rola katalîzator dilîze. PKK sînorên xwe berfireh dike û propaganda ya serfiraziyê dike. Lêbelê Gelê Kurdistanê di nava vê qerqeşê de diperçiqe.
Ji ber vê yekê, ya ku di vî şerî de divê çê bibe ev e: Divê Kurd hem ji bo dagirkeriya Tirk û dagirkeriya PKK ê ya li ser îrade ya sîyasî ya gelê Kurd bibêje Êdî Bese.