Gelo êrîşa li ser ofîsa Rûdawê li Qamişlo li kîve hatiye koordine kirin?

Gelo êrîşa li ser ofîsa Rûdawê li Qamişlo li kîve hatiye koordine kirin?

Duh, komekê êrîşî buroya Qamişlo ya Rûdawê kir. Êrîş di saet 11.30 de pêk hat.

Koma êrişkar ji bo PKKê diruşme qîriyan û gotinên heqeret li Rûdawê kirin. Ev kesên êrişkar beşek bûn ji wê koma ku li ber NY ê xwepêşandan dikirin berî ku êrîşî nivîsgeha Rûdaw bikin. Vê komê pankarta “Berxwedana Rêber Apo û berxwedana Bazên Zagrosê berxwedana me ye jî” hilgirtibûn. Piştre, komek jin di nava vê komê de hatin nivîsgeha Rûdawê û xwestin bi zorê têkevin hundir.

Êrişkar kî ne?

Çavkaniyên herêmî yên li Rojava we difikirin ku koma êrîşker jinên ku ji hêla rêxistina Ciwanên Şoreşgeryên bi ser PKK’ê ne. Hat ragihandin ku di çalakiyê de gelek wesayîtên Ciwanên Şoreşger li cihê bûyerê bûn. Pêwîste em bizanîn kî palpiştî û hevkariya vê rêxistina Ciwanên Şoreşger dike.

Di dîroka vê rêxistinê de kiryarên bi vî rengî pir hene. Lê vê carê şûna ku ew bixwe çalakiyê bikin, wan jin wekî aktorek bandortir, bikar anîn.

Ciwanên Şoreşger, ku bi êrişkirina ser ofîsên ENKS û PDK-S tê nasîn, vê rêxistinê hin rêveberên PDK-S yên wekî Behzad Tûrsun berze kirin, ev rêxistin rêbazên wekî gefxwarin, şantaj bikar tîne, hêzeke ku hetta kadroyên PKK yên Rojava jî jê ditirsin. Ev rêxistin hêza xwe ji kê digirin û girêdayî kê ne.

Ciwanên Şoreşger bi kê ve girêdayî ye?

Rêxistina Ciwanên Şoreşger wekî hêza lêdanê ya PKKê tê bikar anîn û bê guman ew rasterast ji hêla PKK ê ve tê rêvebirin. Li gorî avahiya navxweyî, PKK rêxistina ciwanan Şoreşger wekî hêza sereke ya PKK dihesibîne. Ji bo vê sedemê jî, endamên rêveberiya ciwanan li her derê ji kadroyên PKK ê pêk tê. Rêxistina bi navê Ciwanên şoreşger li Rojava tevdigere, ew ji hêla PKKê ve têne perwerdekirin û ji aliyê endamên Bakûrî ve tê rêvebirin.

Rêvebirên Ciwanên Şoreşger rasterast ji endamên damezrînerê PKK ê wekî Duran Kalkan û Cemil Bayık talîmatên xwe digirin. Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî yekem bingeha rêxistina Ciwanên Şoreşger li Rojava danî.

Tê diyarkirin ku Mezlûm Ebdî di destpêka pêvajoyê Rojava di 2011 de rêxistina Ciwanên Şoreşger damezrand û ji hêla kadroyên Rojava ve hate birêve birin. Lêbelê, tîmê Qendîlê bi demê re mudaxeleyî vê rêxistinê. Wan ev rêxistin ji bo xwe weke xeterî didît. Piştî vê mudaxilê kadroyên Bakûrî daynîn şûna kadroyên Rojava yî û rasterast bi fermanên Cemil Bayık dihête meşandin. Êdî rêxistin bû çeka Cemîl Bayik, ya Rojava.

Destwerdana PKK ê ji medyayên derveyî xwe çawa ye? Çima êrîşî Buroya Rûdawê kirin?

Balkêş bû ku ev êrişa PKK ê bi operasyona dewleta Tirk a li ser xeta Metîna, Heftenîn û Avaşîn dimeşe re, hevdem pêkhat. PKK di medya ya xwe de dîyar dike ku serfirazî bidest xwe xistîye. Lêbelê ziyanên gundîya dîtî, gundên hatî valakirîn û windahiyên xwe vedişêre. Çapemeniya herêmî ya li Herêma Kurdistanê nûçeyên li herêma operasyonê radigihînin û nêrînên gel digirin. Ev yêk jî di nava PKK ê de nerehetiyê çêdike. Ji ber vê sedemê, PKK dixwaze ji bilî xwe medyaya din hemû ya bêdeng bike.

Wekî din, çavkaniyên siyasî yên herêmî hişyarî didin ku, PKK bi van çalakiyên li dijî ragehandina Kurd, armanc dike ku pêvajoya di bin serokatîya Emerîka ve tête meşandin jinav bibe û nakokîyan dinav mala Kurdî de kûrtir bike. Heman çavkanî her weha dinirxînin ku hewildanên provakasyonê yên wusa dê ji ber PKK girseya xwe kontrol bike dê bimeşîne. Bi taybetî piştî ku Aldar Xelîl ji bo Pêşmergê Roj gotî “çete”, eniya ENKS helwestek cidî girt û helwesta ENKS ê di nava koalîsyona navdewletî jî bi erênî nêz dibe. û zextê li Tev-Dem ê dikin ku bêdeng bimîne.

PKK nûçegihanan tehdît dike?

Tê zanîn ku PKK ji bilî xwe ji bo xebata xebatkarên çapemenîyên din pir zextê dike. PKK bi gelemperî îdîa dike ku hemû medya ji bilî medyaya wê bi xwe, ajanên Tirka ne û xizmetê ji Tirkan re dikin. Di vê yekê de, ew berdewam zextê bikar tîne. Berê niha jî PKK ê li Rojava êrîşek devkî li dijî nûçegihanên Rûdawê û saziyên din ên çapemeniyê organîze kiribû.

Dîsa, xebatkarên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê ji van zextên PKK ê bêtir bandor dibin. Û hin xebatkarên çapemeniyê yên ku naxwazin navê wan dîyar bibe, di bejin em bi mirinê têne tehdît kirin.

Ma PKK ê biryara pêngava çapemeniyê girtiye?

Di medyayê PKK ê de tê dîtin ku bi taybetî di van sê rojên dawî de, dest bi hereketa êrîşkirina ser herêma Kurdistanê kiriye. Her dezgeheke ragihandinê ya PKK ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêkek cûda dike armanc. Çavdêrên siyasî difikirin ku PKK armanc dike rojevê bi vê bordomana nûçeyan ve, manipule bike. Ango, bûyera li nivîsgeha Rûdawê li Qamişlo hatî kirin, tenê ji bo veguheztina rojevê û çêkirina aloziyê di nav bera Kurdan de ye.

Ji jina Atilla Qeraoglan re hat gotin ku xwe radest bike?

Duh di medyayê de di hate îdîa kirin ku ew karkerê veqatyayê PKK ku li Hewlêrê bi qeza kar de jîyana xwe ji dest dabû cenazê wî bi şert dê teslîmî malbata wî were kirin. Li gorî vê îdîa yê , ji jina Atilla Qeraoğlan dihat xwestin ku biçe û xwe teslîmî Mît a Tirkiyê bike. Çavkaniyên Darka Mazi bûyera ku duh li medyaya civakî de bi bû mijara nîqaşê lêkolîn kirin. Rayedarekî ewlehiyê got ku “bûyerek wusa ti carî çênebûye û çênabe jî, jina vî rehmetî li ser daxwaza malbata xwe çûye bakur, û herêma Kurdistanê dê berdewam be weke sîwanek ji bo hemî kurd û gelên bindest weke Aşûrî, Sûryan û Hwd. ” Heman rayedarî destnîşan kir ku “dê di rojên pêş de li ser vê mijarê daxuyaniyek fermî were dayîn û ev derew lîstikek PKK ê ye ku li ser maseyê hatîye amadekirin daku herêma Kurdistanê li ber çavê raya giştî were reş kirin.”

PKK ê li Ewropa jî, ji bo ajanên xwe pêngav avêt

Di eynî rojan de, PKK ê li dijî pênc kesên ku kare sîxurî ji bo wana di kirin, û ji hêla asayîşa Herêma Kurdistanê ve hatibûn desteser kirin. Û van kesan qebûl kiribû ku ew ajanên PKK ê ne. PKK ê di qada Ewropa de li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê xebatekî dîplomatîk û ragehandinî da destpêkirin. PKK bi vê xebata xwe armanc dike ku ew sizayê van 5 ajana wergirtî weke îhlala mafî bide dîyar kirin. Anku her çend bûyera li dijî ofîsa Rûdawê di saetên sibehê de qewimî be jî, bûyer heya derengî nexist rojevê. Piştî nîvro ev nûçe weke nûçeyek biçûk bi raya giştî re hate parve kirin. Tê fikirîn ku Rûdaw ji bû vê rûdanê dixwaze rêyên dîplomatîk bikar bîne. Her çend ev helwesta Rûdawê weke gavek erênî ji bo ku têkilîyên di navbera Kurdan de hêj zêdetir aloz nebe, were dîtin jî. Lê pir kes difikirin ku ev bûyer nekirina rojev, dê hê bêhtir pêşîya van helwestên PKK ê ên provokatîf vebike.

Pustên heman beş