Amerîkayê mijara kuştina Qasim Suleymanî careke din weke volkanekê teqand, operasyon îfşa kir û her tişt xiste ser masê, tişta ku neçaverêkirî bû îfşa kirina, beşdariya dije terora YNKê bû, vê hûrgiliyê Lahur xist rewşeke aloz de û xweya bû ev zilam bi roj ji Îranê re û bi şev ji Amerîkayê re dixebite.
Hêza ku Qasim Suleymanî û Ebo Mehdî Muhendis kuştî, hêzeke bijare a Amerîkî ye bi delta tê nas kirin, delta heman hêze ku BinLadin, Ebo Bekir û Bexdadî kuştî, ew qas bisporîya wê heye ku li dema armancek tê dest nîşan kirin ku were îmha kirin ku pêwîstîya wî bi tu alîyekî nebe, lê belê Deltayê ji bo armanc girtina Qasim Suleymanî alîkarî ji dije terora YNKê xwest, pirs eve, çima hêzeke bi vê teknolojîya û bisporiyê ev alîkarî ji malbata cengî xwest? Qey Qasim Suleymanî ji boy Amerîkayê hedefek ji BinLadin zehmettir bû?
Amerîkayê ji boy armanc girtina Suleymanî ti pêwîstî bi şiyan û bisporîya zilamên dije terora YNKê nîne, lê belê Amerîkayê bi mebest hinek endamên dije terora YNKê tevlî operasyonê kirin, ji bo ku piştre bi kare weke karteke zext kirinê bi kar bîne û YNKê li himberî Îranê û şî’eyên Îraqê şermezar bike.
Xweya ye YNKê tifaqeke sitratîcî li gel Îranê heye, li ser vê bingehê jî têkilîyên pir baş bi Heşda Şebî û şî’eyên Îraqê re heye, Amerîka ya ku dixwaze Îranê li navçeyê bê bandor bike, ji vê nêzîbûna YNKê û Îranê acze û ev yêk eşkere ji YNKê re gotiye.
Dawî peyama ku Amerîkayê bi Lahur Cengî û Bavêl Talebanî day, li roja 13 meha rabûrî bû, wexa balyozê Amerîkayê yê Îraqê Macio Toler û serkunsulê Amerîkayê yê başûrê Kurdistanê Rob Waller serdana hevserokên YNKê krî, balyozê Amerîkayê peyameke pir zelal ya dewleta xwe bi hevserokên YNKê da û jêre go ku êdî dem hatîye ku hûn dev ji Îranê berdin, ji ber ku Îranê li dijî berjewendiyên Amerîkayê li navçeyê tev digere.
Bi nêzîbûna xwe ji Îranê, YNKê hêlên sor yên Amerîkayê bezandin, piştgiriya YNKê ji boy siyaseta PKKê û heşda Şebî li Şengalê û astengkirina wê ya ne raste rast ji boy peymana Şengalê mînakên zîndî ne, ji ber ku ev piştgirî weke piştgirî ji bo mihwera miqawemê ya Îranê li navçeyê tê hesab kirin.
YNKê nexwest tifaqa xwe ya bi Îranê re bi dawî bike û hem dem nexwest Amerîkayê zêdetir ji xwe aciz bike, Lahur Cengî bi hêvî bû bi roj ji Îranê re û bi şev ji Amerîkayê re bixebite.
Amerîkayê bi mebest mijara Suleymanî anî pêş û navê dije terora YNKê îfşa kir, di raporê de pirr bi dîqet behsa endamê dije terorê kirîye, kanê bi t awayî perçeyek ji guştê cesedê Suleymanî ji boy Amerîkî ya hilgirtîye, ev hûrgilî ji bo tehrîk kirina Îranê hatîye îfşa kir, tişta ku Amerîka bi wê hûrgiliyê ji bo Îranê bbiêje ev bû ku jêre bibêje raste guhê rastê yê Lahur di destê we deye, lê belê vê yekê jî baş bizanibin ku guhê wî yê çepê jî di destê me deye û her gava em bixwazin em dikarin guhê wî bikêşin.