Em dibêjin hûn nebin Qasim Engîn

Em dibêjin hûn nebin Qasim Engîn

Îro Yekemîn salvegera Endamê Konseya Rêveber a PKK ê Qasim Engîn e ku ji hêla balafirên şer ên Tirkiyê ve hatibû kuştin. PKK e piştî mirina Qasim Engîn dixweaze ku wî bike sembol. Îsal di yekemîn salvegera wî de ev hewldan didomîn.

Em berevajiyê Duran Kalkan dibêjin: Hûn nebin Qasim Engîn

Medya PKK duh nivîsekî Duran Kalkan bi navê “mirov dê çawa bibe Qasim Engîn” weşand. Di meqalê de, Duran Kalkan bang li ciwanan dikir û digot “Bibin Qasim Engîn”. Di nivîsa Kalkan de, “Bê guman, fêmkirina Qasim Engîn û bûyîne Qasim Engîn ne hêsan e,” bi watekê Kalkan dibêje Qasim Engîn, nirxek  îlahîye .

Em gaziyek berevajî dikin: “Ciwanên Kurd, nebin Qasim Engîn”. Ji ber ku çîroka jiyana Qasim Engîn çîroka jiyana kesekî ye ku di bin îpotekê de hate girtin, dev ji hebûna xwe berda, her gav neçar ma ku xwe ji bo PKK ê îspat bike, her dem dixebite lê her gav tewanbar bû, ew wekî kujerekê hate bikar anîn.

Pratîka Qasim Engîn ya Nûrhaq û Engîzekan

Qasim Engîn ê, ku PKK ê di sala dawîn de navê wî weke sembolekê bikar anî, li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Pazarcik ji dayik bû. Malbata wî di salên 1970an de li Ewropa bi cî bû. Navê wî yê rastîn İsmail Nazlıkulu ye. Di sala 1989 an de beşdarî PKK bû û di 1990 de hat Kempa Bekaa ê ku Evdila Ocelan lê perwerde dikir. Ji vir, Engîn piştî perwerdê dişînin bajarê wî û di rêveberiya herêma çiyayên “Engîzek, Nûrhaq û Binboxa” cîdigire. Li eyaleta başûrê Rojava kurte çîroka wî ava dibe û xilfa koletiyê li stûyê Qasim Engîn ve tê girêdan.

Terzî Cemal berpirsê eyaleta başûrê Rojava ye. Zivistana 1992-93 kempa Terzî Cemal û Qasim Engîn li çîyayê Engîzekê ye. Pirr Ciwanên ji zanîngehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tevlî gerilla dibin û ew liv ê kempê têne perwerde kirin. Her yek ji wan ciwan evîndarê serxwebûna Kurdistanê bû. Lêbelê, hema hema hemî ev ciwan hemû di bin navê sîxurtî û bi tewana: “ji hêla dewleta Tirk ve hatine şandin” têne girtin. Armanca me di vê nivîsê de ne eve ku behsa nakokîyên Terzî Cemal û Evdila Ocelan bikîn. Ji bo vê sedemê, em dixwazin rola Qasim Engîn di çîroka ew kesên nêzîkê sed gerîllayên ku li eyaleta Başûr-Rojava bi rengekî gumanbar hatinîn kuştin, bikîn.

Tenê li yek kampê 17 ciwan bi îşkenceyê hatin kuştin

Ji hêla wê rêveberiya ku Qasim Engîn jî têde Erkdar bû, Hemû ciwanên nû tevlî gerîla bûyî di bin îşkenceyek pir giran hatin derbaskirin. Qasim Engîn yek ji wan kesan e ku îşkence li van ciwanan dikir.  Ji ber ku komîsyonek lêpirsînê hate damezrandin û Serokê vê komîsyonê jî Qasim Engîn bû. 17 kesên ku di zivistana 1992-1993 de hatibûn binçav kirin di encama îşkenceyê de jîyana xwe ji dest dan. Ji van 17 kesan, 2 jin û 15 jî mêr bûn. Di nava wan de çend ciwanên Rojava jî hebûn.

Çawa PKK di heman demê de Ebvdilmelik Şêxbekir û Qasim Engîn wekî qehreman îlan dike?

Yek ji binçavkiriyan Evdilmelik Şêxbekir ji bajarê Amûdê li Rojava, dengbêjê Koma Amed bû. Şêxbekir hunermendek ji Rojava ye ku ji bo xwendina zankoyê çûbû Tirkiyê. Ew ji bo gerîlatiyê vedigere eyaleta başûrê Rojava. Ew ji hêla tîmek îşkenceyê ya ji çar kesan pêktê û pêşengiya Qasim Engîn dikir ve hate kuştin. Qasim Engîn ku perwerdeya Qarateyê li Ewropa wergirtbû, bi lêdanê perasûyên Şêxbekir dişkîne û mêlaka wî parçe dike. Bi vê îşkencê Hunermend Evdilmelik Şêxbekir li wir dimire.

Girtî di bin îşkenceyek giran de ne, ew bi saetan di berfê de têne hiştin û dûv re tilîyên wan dişawitin û têne birîn. Hin cîyên nemahrem yên girtîyan têne jê kirin. Gava ku Qasim Engîn van hemî îşkenceyan dike dibêje “Bijî PKK, Bijî Serok Apo”. Bi wan kesên têne eşkencedan jî heman dirûşme tê avêtin. Ev tiştê em dibêjin ji axiftina Qasim Engîn bi xwe ye. Hemî di arşîva PKK ê de mewcudin.

Tiştê Balkêş ewe ku, îro PKK hem Evdilmelik Şexbekir û hemjî kujerê wî Qasim Engîn weke Qehreman binav dike. PKK hem ji mirî û hem jî ji qatilî dixwaze sûd wergire. Ev bazirganiya PKK ê ya li ser jiyana mirovan eşkere dike.

Li gorî Qarayilan, di nav PKK ê de înfaz tune

Qasim Engîn piştî van bûyeran di sala 1993an de tê Sûriyê. Wê demê Terî Cemal tê girtin û Qasim Engîn jî tê binçavkirin. Piştî 3 heyva girtî may ji bo ku xwe îspat bike ji Sûriyeyê şand çiyayên Kurdistanê.

Li vir çerxa xirab a di jiyana Qasim Engîn de dest pê dike. Êdî xilfa wan 17 ciwanên wî kuştî li stoyê Qasim Engîn alîya bû. Ji vir şûnda, Qasim Engîn ji bo ku xwe îspat bike bû ebdê PKK ê û ji bo rêxistinê bo îbadetkar. Qasim Engîn, ku her gav kiryarên herî xirab di nav PKK ê de kirine, û di pir înfazan de cî girtîye. Sala 1999 li Kelereşê sînorê Rojhilat gerîla yê bi navê Azad Koçer (didêrî) dikuje. Piştî rêxistin duvçûnê dike Qasim dibêje min emir xelet famkir loma min Azad kuştiye.

Piştî ku Qasim Engîn jîyana xwe ji dest da, Mirad Qereyilan di bernameya taybetî ya Stêrk TV de, ya ku ew di 22 ê Hezîrana 2020 de têde beşdar bûyî, ji bo ku leqebê ‘Înfazcî Qasim’ biguheze dibêje: “hinek  hewil didin ku navê Qasim bi kujerî derbixin. Ew dixwazin tewanê bixin ser PKK ê u hwd. Bi salan e, hewl didin ku têgihiştina înfazê li ser PKK ê biafirînin. Lêbelê, di nav PKK ê de înfaz tune. PKK tevgereke edalet, wekhevî û azadiyê ye. Tiştên weha di nav PKK ê de nabin. Bi taybetî têkiliya hevalê me Qasım bi tiştên weha re tune” Lê bê guman, ya ku Qereyilan dibêje ne rast e. Qereyilan nikare rastîya kesên ku Qasim Engîn li eyaleta başûrê Rojava kuştî, bîne ser ziman.

Qasim Engîn bibû mirîdê partîya xwe

Qasim Engîn xwe radestî PKK kiribû. Tiştek wekî kesayetiya Qasim Engîn li holê nema bû. Tenê tiştê ku PKK jê re dibêje ew dikir. Endambûna PKK ê û robotbûn yek in. Dê hesta we tune be, hûn ê nefikirin, hûn ê tenê guhdarî bikin û dê rêxistinê parêzin. Li vir, Qasim Engîn jî ev robot e. Ji bilî îtaet û guhdarkirinê erka Engîn tune. Ji bo vê, ew gava ku partiya wî emir dike, dibe îşkencekar, dema ku partiya wî emir dike, dibe nivîskar, û dema ku partiya wî emir dike dibe perwerdekar.

Qasim Engîn di nav PKK ê de kesek bêbandor bû.

Beşa din ya çîroka Qasim Engîn eve: Hûn tenê dema ku dimirin di PKK ê de nirx dibînin. Ji ber ku Qasim Engîn, heya mirina xwe, di nav PKK ê de tu carî xwediyê rolekî çalak nebû. Ew her gav ji karê pratîkî yê rojane re berpirsiyar hatiye danîn. Ew li warê leşkerî de revok bû ango serfiraz nebû, li kêleka rêvebirên bi bandor wekî sekreter hate bikar anîn. PKK ê tu carî karek serbixwe nada Qasim Engîn. Bawerî bi wî nedianî û ew ji çîya dernedixist. Her gav di bin kontrolê de dihêla, lê piştî mirî ew wekî kesek mînak tê nîşandan.

Çima afirandina kesên weke Qasim Engîn ji bo PKK ê girîng e?

Duran Kalkan di dawiya nivîsa xwe de dibêje, “Tevgereke ku dizane ka Qasim Engîn çawa biafirîne, nayê têkbirin.” Hêza PKK ê li ser bingeha mirovên ku ew girtine bin îpotê, îrade ya wan şikandiye, ew kirine robotek bêserûber ku bi fermanê dixebite, û hebûna xwe dîl digire. Ev kes heta ku bimirin xizmeta PKK ê dikin. Ew mirovên ku ji hêla PKK ê ve her gav têne rexne kirin û dema ku dimînin kesayetiyên wan xera dikin, û dema ku dimirin, ew van mirovan wekî qehreman pêşkêşî yên sax dikin. PKK dixwaze hemû endamên wan, riya wan biçin.

Pêşnîyara me ji ciwanan re eve ku hûn nebin mirîd

Ji ber vê sedemê, em ji ciwanan re dibêjin ku ew Qasim Engîn ê li ser ekrana TV yê wekî, helbestvan, nivîskar, wêje nivîs, welatparêzê humanist tê nîşan dan;  di rastî de kujerê rêhevalê xwe bû, înfazcî bû û robotê rêxistinê bû. Loma jî em ji were dibêjin hûn Qet nebin wekî “Qasim Engîn”. Berî her tiştî hûn, xwe bidin ser nirxên mirovahî-gerdûnî, piştre jî neteweyî û Kurdistanî. Nebin koleyê partiyekê, ji tu kesî re nebin ebid. Hûn li hemberî wan kesên ku dixwazin hefsarê partîya xwe bikin serê we, pir şîyar bin. Kurdistan ji hemû partîyan mezintir û pîroztire.

Pustên heman beş