Rast fêmkirina belavoka KCK ê

Rast fêmkirina belavoka KCK ê

Konseya Rêveber a KCK ê di 6 ê Hezîranê de daxuyaniyek weşand, tê de helwesta xwe ya li hember pevçûnên li Amêdiyê diyar kir. Di daxuyaniyê de, weke ku 5 zarokên Kurd û 5 pêşmerge şehîd nebûn e, helwestek bêşerim hebû. Di daxuyaniyê de, ku yek peyva sersaxiyê ji bo malbatên 5 şehîdan tune bû, berevajî, KCK ê diyar kir ku dê pevçûn kûrtir bibin û êrîş dê dijwartir bibin.

Her bostek axa ku ji hêla Tirkiyê ve hatî dagîrkirin di bin berpirsyariya PKK ê de bû.

Di daxuyaniyê de, biryardariyek pir bêaqil û ehmeqî hebû ku KCK ê digot; “Tirkiya têk çû û PDKê hewl da ku Tirkiyeyê ji nav deste me xilas bike”. Ji ber ku rewşek we tune ku KCK bibêje dewleta Tirk ji ber çekdarên me têk çûye. Erê, Tirkiye dewletek pir zalim e, dewletek faşîst e, Tirkiye dewletek dagirker e û kurdan qetil dike, Tirkiyê gelek pirsgirêkên aborî hene, rejîma Erdogan demên pir dijwar de derbas dibe, dibe ku ew hilbijartinên pêşerojê wenda bike. Lê tiştek we nîne ku mirov bibêje Tirkiye, Erdogan re bûye yek. Windakirina Erdogan nayê wateya windakirina dewleta Tirk. Hûn arşîva medyaya PKK ê vekin û lêbinêrin hûnê bibînin PKK îdîa dike ku, Tirkiye ji 2011 an ve ber bi jêr ve diçe. Lê digel vê yekê, Tirkiyê Efrîn û Serê kanîyê dagirkir, Tirkiye ji her demê zêdetir li çiyayên Bakurê Kurdistanê bicîh bûye û dagirkeriya xwe belav kirîye. Tirkiye hat û li deverên ku 40 sal in PKK ê kontrol di kirin de rûnişt. Tirkiye êdî xwe ber bi başûr ve mezin dike, lê li her deverên ku lê mezin dibe jî PKK hebû û heye. Efrîn di destê PKK de bû, Serê Kaniyê û Girêspî di destê PKK de bû, Heftenîn, Xwakurk, Avaşîn, Zap, Metîna-Qaşûra Mizûrî Jûrî Rêkan-Nêrwa heya Xinêre di bin desthilata PKK ê de bûn ê çi jê kir? mawê 4 sala de hemû radestî dagirkerên Tirk kir.

Ti erdek ku Tirkiyeyê ji PDK ê girtibe tune. Wê hemî ax ji PKK stendin. Çawa wan girtiye nayê zanîn. Pêwîste PKK vê radest kirina axa Kurdistanê ji gelê Kurd re rave bike. Guman ewe ku wan bi fermana Evdila Ocelan ew deverên Kurdistanê radestî dewleta Tirkiyê kiribin. Şikên pirr mezin hene ku ji hêla koma çepgir a Tirkparêz a Enqereyê ya di nava PKK ê de heyî (Cemîl BAYIK, Mistefa Qarasû, Duran Qelqan) ev herêmene teslîmî tirkan kiribe. Lêbelê, em normal nabînîn ku dever û çîyayên 40 sale dibin desthilata wan de şevekê de çolbibin û şûna wan Tirk bikevinê. Ev ne karê eqlîye. Tiştek rast e, hemî çiyayên li Bakur, li Rojava, li Başûr, di destê PKK ê de ne, yek bi yek dikevin destê artêşa Tirkiyê de. Ji sala 2017an û vir ve, PKK dibe sedem ku Tirkiye erdên Kurdistanê yek bi yek, bajar bi bajar, çiya bi çiya bi dest xwe bixe, Tirkiye mezintir bike, vêca tawana dagirkirinê jî weke PDK nişan dide. Bêlome ma mirov hewqas ehmeq dibe.

Ma çîyayê Metîna yê hezara salî PKK ê çêkir ye?

KCK vê yekê wekî delîl dibêje: “PDK dest bi êrîşa dorpêçê li ser deverên gerîla kir”. Pêdivî ye ku were pirsîn, qada gerîla çi ye? KCK dibêje “Hêzên Taybet ên PDK xwestin bikevin qadên gerîla, pevçûn çêbû”. Ew qala kîjan herêmê dike? Gelo Çiyayê Metîna? Metîna ku navê wê 1000 sal in di pirtûkan de jî tê gotin, ma milkê bavê PKK ye? An jî PKK ê çiyayê Metîna çêkirî ye? Beriya ku PKK were damezrandin, çiyayên Metîna bûne çiyayên ku çirûskên yekem ên şoreşên Eylûl û Gulanê lê hatine vêxistin. Bi sedan pêşmerge li wan çiyayan li dijî rejîma Seddam şer kirin û şehîd bûn. Enwer mayî, Cemîlê Sorê, Elî Heyder Bamernî, Mihemed Elî Kovilî, Omer Tovî, Mihemed Elî Zêweyî, Ehmed Omer Bêduhî, Ehmed Ormanî, Mihemedtahir Bêskî, Ebdulla Yûnis Bamernî, Qasim Bamernî , Omer Seîd kêsteyî, Esnyêl Dûreyî, Êhsan Salih Amêdî, Tehsîn Dutazayî, Samî Eredinî, Şikirî Hesen Çelkî, Elî Ebabekir Qedişî, Îsmaîl Ehmed Êkmaleyî, Îsmaîl Dutazayî, Ebdulsitar Urmedawdî, Elî Rojavayî, Ebdulsitar Mela Sedîq Binavî, Fewzî Remezan Birîfkî, Mûsa Elkîşkî û bi sedan pêşmergeyên din mînakên wan pêşmergeyan e ku li wan çiyayan şehîd ketî. Niha PKK weke ku tapûya wan çîya di berûka wan da ye qisedikin. Na, tiştek wekî qada gerîla tune. PKK wan deveran ji dijmin rizgar nekir. Di sala 1982 an de, PDK ê li ser esasê peymana “bereyê neteweyî” ya bi 9 xala pêkdihat PKK anî başûrê Kurdistanê û di nava kampên xwe de ew bicîh kirin. PKKê ne dizanî şûtika xwe girêbide bi xêra PDK bûn partizan.

PKK ê di dîroka xwe de yek bihost erd rizgar nekirî ye, ew herêmên ji wan re hatîn hiştin jî radestî Tirkan kirin

Heya 1984 an, PKK rasterast di hundurê kampên PDK de, bi derfetên wan yên darayî û leşkeri dijiya. Sala 1983 meha Gulanê Hêzên Çekdar ên Tirk li vê herêmê operasyon dan destpêkirin û wekî îro, bi hinceta PKK ê êrîşî baregehên pêşmergeyan kirin. Li ser vê yekê, nirxandinek rewşê hate kirin û PDK û PKK biryara jêrîn girtin: PDK deverên nêzî sînorê Tirkiyê ji bo parastinê hevîya PKK ê hişt, û ew bi piranî li devera ku leşkerên Iraqê lê bûn, cî bûn. Di navbera wan de kîlometrek mesafe hebû. Lêbelê, ev biryar bi gotina ku divê her hêz li dijî dijminê xwe bi rengek aktîf şer bike hatibû dayîn. Wê demê, PKK li çiyayê Metîna bicî nebû. Wê deme PKK ê bi îmkanên PDK ê dijiya. Mîna ku dîrokek wusa tune, PKK hewl dide ku van çiyayan wekî ku wan afirandine peşkeş bike. Na, tiştek wekî qada gerîla tune. Sînorek heye. Li gorî adetên navneteweyî û rewabûna dîrokî, tevahiya herêmê sînorê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hêza leşkerî ya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşmerge ye. Bi gotinek din, li Metîna, li Gare, li her derê başûr di bin mesûlîyeta parastina Pêşmergê Kurdistanê da ye.

Heya şerê Daiş ê, PKK nikaribû pêngav bavêje wan deverên bi navê qadên gerîla tê behskirin. Bi şerê Daîş ê re, hejmara hêzên Pêşmerge li deverê kêm bû, û Herêma Kurdistanê dem bi dem, bi taybetî ji ber şerê li Rojava, çavê xwe li bicîh bûna çekdarên PKK ê girt. Niha, PKK îdîa dike ku ev dever yê wanin û ger pêşmerge were ewê şer bikin. Weke çîroka dizî ye “tu dizî berdidî lê diz te Berna de”. Lêbelê, cihên ku PDK di 1983 de dane PKK da ku van deran bikar bimînin Heftenîn Geliyê Sinehtê bû. Ger PKK nikaribe li gorî peymana ku bi PDK re kirî de cihên lê bicîh bûyî biparêze, mafê wê tuneye ku bikeve devereke din a Başûrê Kurdistanê.

Rûreşîyek mezine ku PKK ê hevdem li gel Daîş û Heşda Şabî êrişî Pêşmergê Kurdistanê kir

Di daxuyaniya KCK ê de, ”Bi destwerdana di kêliya herî krîtîk a şerê di navbera PKK ê û Komara Tirk de, ew bû xwediyê roleke xurtkirina rewşa lawaz a Komara Tirk”. Lê belê, berevajî rast e. Em di serdemek re derbas dibin ku ewqas dijmin hene ku dixwazin statuya Herêma Kurdistanê hilweşînin. Iran bi mûşekan bi destê milîsên Haşda Şabî li nava Hewlêra paytexta Kurdistanê dixe. Li aliyê din, Daîş li Pirdê û deverên din pêşmergeyan şehîd dike, û PKK di heman demê de êrişî hêzên pêşmerge dike û wan şehîd dixe. Daîş, PKK û Haşda şabî di heman demê de êrişî Pêşmerge dikin. Ya ku dê bibe sedem ku PKK di dîroka Kurdistanê de wekî xalek reş were dîdin jî eve.

Di daxuyaniya KCK de, hate gotin, ” Fazil Mîranî dibêje Dibe ku bi PKK ê re şer çêbe, ev jî tê wateya ku amadekarî ji bo şer hene”, Eve di demekê daye ku pêş sê rojan Fazil Mîranî di civîneke cemawerî de li Akrê ragihand em şerê PKKê nakin, ji xwe video ya vê axaftina Mîranî di ragihandinê da bûye arşîf, lê sererayî vê yekê ew behsa Besê Hozat û Mistefa Qarasû nake, yên ku salek berê digotin, “Ger em şerê Pêşmerge bikin, ev nabe birakujî”. PKK we di difikire ku me gotinên Cemil Bayık berîya 5 mehan gotibû, “Em şerekî mezin bi PDK re pêşbînî dikin”, ji bîr dikîn. PKK bi zelalî dibêje ku ew xwedî acenda yek şerin li gel Pêşmergê Kurdistanê. Di ragihandina PKK ê de ev şer tê propagende kirin.

Minet PKK ê ya Hewler re

Nîqaşek din a ku KCK her ku berbi teng bû serî lê dide ev e. “Dema ku Daîş ê êrîşî Hewler kirî, em hatin û me ew parast, û Mesûd Barzanî jî spasiya me kir.” Daîş êrîşî Mexmûr kir. Pêşmerge û komek gerîla li wargeha Mexmûrê bi hev re senger girtin. Hewler bi pêşengiya hêza koalîsyonê Pêşmergê Kurdistanê parast. PKK 8 sal in bêyî ku dudilî be sedbare  dibêje me Hewlêr parast. Pêşmerge jî çû Kobanî. Hemî birîndarên we yên li Rojava bi dermankirina taybetî hatin dermankirin. Serok Barzanî bi dil nermî  serdana eniya Mexmûr ê kir. PKK weke  “mexrîbîyê ku mal dîtî” ev heşt sala minneta Hewlêrê li rêveberîya Başûr dike. Lêbelê, we yêk da, berdêla wê jî  we deh stînin. Deh qasî ya ku we kirî ji we re derfet hate dayîn.

Gelo di navbera daxuyaniya HPG û KCK de nakokiyek heye?

Di bûyera şehîd kirina 5 pêşmergeyan de, KCK û HPG di heman rojê de daxuyanî belav kirin. Di navbera her du daxuyanîyan de cudahiyeke uslûbî hebû. HPG di Daxuyaniya xwe de behsa licne yek vekolînê pêşniyar kirin. Li aliyê din, KCK got ku em ê hîn bêhtir êrîş bikin. Wusa dixuye ku navenda biryara şerê Pêşmerge kirin ê dide KCK ye. KCK ango Cemîl Bayik. Di heman demê de encamek ku ji vê daxuyaniya KCK ê tê derxistin ev e ku Cemil Bayik li herêmên di bin desthilata Iran û YNK ê de dijî , loma jî hinde bêhed gevfan dike. Bi şerê Pêşmerge kirine ve wî rewşa tirkan xweş kir û erka xwe pêk anî, ew bû xwedî rol ku xurtkirina rewşa lawaz a Komara Tirk. Piştgiriya wî dayî dagirkeran dê di dîroka Kurd de wekî xalek reş bimîne.

Di encamê da; daxuyaniya KCK ê heqîqetê berevajî dike. Daxuyaniya KCK ê dibêje em ê pir xwîna pêşmerge birijînîn”.Heya ku daxuyanîya KCK ê wusa neyê fam kirin, her gava ku bihête avêtin dê xelet be.

Pustên heman beş