Ew êrîşa PKK ê ya li herêma Metîna, ku di encamê de 5 pêşmerge şehîd bi bûn, ji hêla raya giştî ya navxweyî û biyanî ve rastî bertekên mezin hat. PKK ê piştî vê êrîşa neyarî dît ku ger ew bi fermî qebûl bikin wê ji bo wan pir nebaş be loma jî ji vê biryara xwe nişkavda zivirandinek U kir.
Kesên PKK wekî Mistefa Qarasû yê ku dixwaze şerê Pêşmerge bike jî, dibêje “me li Pêşmerge nexistî ye.” Ew îdîa diken ku zirîpûşa Pêşmerge ji hewa ve bi firokên F-16 hatîye lêdan. Lêbelê, di muayeneyên li ser wesayîtê hatine kirin de, diyar bû ku tu şopa gulleyên di wesayîtê de ne hatin dîtin. Dîyar bû ku êrîş bi moşeka tîpa Kornet hatiye kirin. Tevî vê yekê, ji bo ku reaksiyonên raya giştî ya Kurd bidin sekinandin PKK bi daxuyaniyên wekî “wesayît ji hewayê hatî lixistin, me lê nedaye” bi vî rengî xwest sere Kurdan tevlîhev bike. Ji bo vê sînaryo li ser malperên medyayî bikar bîne “mankenên mijarê” bikar anîn. Ev kesene wekî pisporên mijarê têne destnîşan kirin û erkên xeyalî ji wan re tên dayîn. Pir caran, kesên ku medyaya PKK ê wekî hunermendên Başûrî derdixin pêş ew kes in ku di civaka Başûr de kes wan nas nake. Yek ji wan kesan jî ewe yê ku Medya PKK wekî “Fermandarê Pêşmerge Qadir Xoranî” hate pênase kirin. Xoranî jî daxuyaniyek belav kir û got, “ev wesaît bi çeka F35 hatîye lêdan”
Qadir Xoranî kî ye?
Qadir Xoranî endamekî asta nizim yê saziya îstixbarata YNK ê Zanyarî ye. Lêbelê, ji bo ku nasnameya xwe ya îstixbaratê veşêre, ew jî beşdarî hêzên leşkerî yên girêdayî Polat Cengî dibe. Qadir Xoranî dema ku Polat şêx cengî çûyî serdana Kobanîyê weke pasawan pêre çû bû. Ew di heman demê de beşdarê danûstandinên asta jêrîn yên teknîkî, di navbera PKK û îstixbarata YNK ê Zanyarî de jî dibe.
Ango, Xoranî ne pisporekî şer û amûrên şere, lê PKK ew ji bo vê mijarê weke leystikvan bikar anî. Xoranî ne pisporê çekên şer e û ne jî li wê devera bûyer lê rûdayî bû. PKK ê ji bû vê mijara hew qas girîng ev dostê xwe yê êndamê zanyarî wekî çavdêrê leşkerî bikar anî. Gotinek heye dibêje “şahidê rûvî, dûvikê wî ye.”
PKK Çima neçar ma ku zivirandinek U bike?
Beriya her tiştî, PKK ji berteka civakî û siyasî pir tirsîya. Lê yek ji sedemên hişî ku PKK gavek şûnda bavêje daxuyaniya Serok Barzanî bû. PKK bi xwe jî dizane ku heke îro ew li çiyayên Behdînan paryekî nan dixwen, ev ji ber helwesta tehmûl a Serok Barzanî ye. Digel ku Mesûd Barzanî Serokê PDK ê be jî, lêbelê ew weke “birayê mezin û sitargehekê ku hemû Kurd xwe dispêrinê” erkdar dibîne. Hemû provaqesyon û lîstikên PKK ê bi vê helwesta xwe ya dêrîn vala derdixe. Ger PKK heya niha li Başûr bi rihetî digere û kar dikin, ev ji ber rola Serok Barzanî ye wekî “birayê mezin ê ku heta PKK jî xwe sipartî yê” yên ku vê rastîyê baş dizanin PKK û Mirad Qerayilan bixwe ne. Lê PKK ji bo vê rastîyê biveşêre bi berdewamî bordomana dezenformasyonê di medyayê de bikar tîne.
Hevkarîya baskê Lahor cengî ji bo dezenformasyona PKK ê
Ji ber vê yekê, YNK û PKK din ava parvekirine kî dezenformasyonê da ne. YNK ji bo PKK mankenên mijarê peyda dike. Ango, ew kesên ku di berjewendîyê PKK de daxuyanî yan bide temin dike. Her weha, di çapemeniya xwe de ji bo medyaya PKK bikar bîne nûçe ya çêdike û xwe wekî çavkanî nişan dide.
Mînakî, di navbera medya PKK û YNK ê de parvekirinek ji bo mijara birîna daristanên sînor jî pir zelalî dixwyê. Di ragehandina PKK ê de nûçeyek wekî “Serqonsolê Tirkiyeyê yê Hewlerê, Heqan Qaraçay, daxuya ku wan deverên ku daristan birîn ji PDK ê kirîn e”. Li gorî nûçeyê, Nêçîrvan Barzanî erdên li ser sînorên bakur û başûr firotibû Tirkiyê. Loma jî tirkan rê li van deveran çêdike. Ev nûçe ya direw bi çavkanîya medya ya Lahor Cihê ku çapemeniyCengî tê belavkirin. Ango PKK vê nûçeyê lê bingeh digire radyoyek bi navê Politik Press e. Navenda weşana radyoyê li Silêmanî ye û Lahor wê fînanse dike. Bingeha nûçeyê tune. Lê li Başûr, radyoyek ku % 1 mirov jî lê guhdarî nakin nûçeyên dezenformasyonê belav dike. Çapemeniya PKK ê jî vê nûçeyê mezintir dike û dixe rojeva hemû kurdan, dijminahiya li dijî başûrê Kurdistanê diafirîne.
Wusa dixuye ku li dijî Başûrê Kurdistanê xebatê dezenformasyon ê pir bêtir di navbera dezgehên ragehandina PKK ê û Lahor Cengî de dê were kirin û meşandin.