Herêma Kurdistanê ew kesên ku ji Almanyayê di bin navê “Koma Aştiyê” dersînor kirin. Eve wekî rojevek girîng tê nîqaş kirin. gelo Vegera van kesan binpêkirina demokrasî û mafan e, an jî serkeftina Herêma Kurdistanê ye di pêşîgirtina li provakasyonek mezin ne? Em dikarin ew şandeya hatî, armanc û plansaziya wê vekulînîn da ku bersiva vê pirsê bikarîn bidin.
“Koma Aştiyê” ji kê pêk dihat?
Desteya sereke ya “koma aştiyê” ya hatî damezrandin ji kadroyên PKKê û xebatkarên PKKê yên Ewropa pêk dihat. Hin ji wan berî niha serokê bajarvanîyê bûn û hwd. Her çend ev kom weke kesên bê layen werin destnîşan kirin jî, lê ev kese hemî ew kesin ku bi telîmatên PKK ê tevdigerin û ew ne serbixwe ne. Li aliyê din koma ku ji welatiyên biyanî pêk tê, bi salan e bi PKK ê re di nav têkilîyên rêxistinî de ne û ku bi saya têkiliya PKK ê van kesan karîyera xwe wergirtine. Ji ber vê yekê piraniya wan ne serbixwe ne.
Kê ev kom anî cem hev?
Beriya her tiştî, kê ev kom anî cem hev? Van kesan bi hev re têkilî danî û gotin dê rabin em herin Behdînan ji vê tengasiyê rizgar bikîn? Bê guman naa. Yên Ev kome damezrandî koordinasyona PKK ê ya Ewropa bû. Di vê koordinasyona Ewropa de, kesên mîna M. A. M. A., S. hene ku rasterast endamên rêxisina çiya ne. Ew ji bo ku biryarên xwe bi fermî bicîh bînin di bin navê KCDK-E û TJK-E kar dikin. Ango, kom bi rastî komek PKK ye.
Armanca afirandina vê komê çi ye?
Ger mirov li awayê hatina komê ji bo Kurdistanê binêre, dê were dîtin ku ew komek ne serbixwe ye. Ger ev kes bi rastî serbixwe bûna, li şûna ku veşartî biçin Kurdistanê, ew ê pêşî biçûna nûnertiyên Herêma Kurdistanê ya li Ewropa û wan ji wezîfeyek wusa haydar kin. Kêşeyên di navbera Kurdan de, kêşeyek cidî ya şerê Rojhilata Navîn e, yên dixwazin navbeynkarî bikin divê pêşî destûrê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bistînin. Lêbelê vê komê ji bilî ku rêz ji Hikûmetê negirt berevajî di asta partî û sazîyan de jî çi serlêdan nekirine. gelek nûner û saziyên Hikûmeta Kurdistanê li Ewropa hene. Wan jixwe negirtîye icazê bistinîn, koordinasyona Ewropa ya PKK ê di bin navê “Delegasyona Aşitiyê” hewl da ku mîna bombeyek pînê kişandî wê bavêje ser Hikûmeta Başûrê Kurdistanê.
Dibe di nava wan mirovên ku hatî de kesê ji armanca hatina xwe bêxeber jî hebin. hin ji wan weke ji bo pîknîkê tên, bilêtên wan hatine kirîn û ew li balefirê suwar bûne. Yên ku li Almanya dijîn jî hene, ku dê îsal tofanek hilbijartinê dê li Elmanya pêkwere, hinek ji wan bendê ne ew wekî wekîl werin nişandan û hesabek wan hebe. Di dawiyê de pirsgirêk ne mirov in. Pirsgirêk eve ku dê ev mirov Çewa werin bikar anîn e.
Pêngava Silêmanîyê hatibû amadekirin
Ev koma ji Ewropa hatî da wekî hêzeke ku alozîyê ji Herêma Kurdistanê re durist bike hetibû erkdar kirin. Ev ne pêşbînî ye, lê delîlên berbiçav nîşan dan ku plan ev bû: ji Ewropa ewê bi grûpên 3-4 kesî werin Hewlêrê bicivin. Û da bêjin emê biçin Metîna. Bê guman, ev kom hewcedarê gel jî bû. Ji Silêmaniyê, YNK ê girseya xwe ji PKK ê re kirê dabû, û vê komê dixwest ku bi meş bigihîje Hewlêr û paşê jî ber bi Behdînan ve da meşin.
Gelo armanc ketina Behdînan bû?
Baskê YNK ê yê Lahor Cengî û PKK ê weke şirîkên aloziyên li Silêmaniyê tê zanîn. Ger em dema du salî ya vê têkiliya di nêvbera Baskê YNK ê yê Lahor Cengî û PKK ê, ku ji 2014 an ve berdewame lêpirsîn bikin, encama girîng a ku em ê bigihîjin eve: Ev her du dixwazin bi hev re bigihîjin qada Behdînan. ji bo vê yekê jî plansaziyek cidî çêkirin.
Yek ji wan 15-12-2020 de li Silêmanîyê PKK ê bi navê “Hêzên Parastina Başûr” Xwenîşandan, êrîşkarî, birîndarbûn û talankirina li ser avahiyên PDK ê pêk anî. Di van bûyeran de bi rengê hevkariya bi YNK ê re, çaverê bû ku bûyer li hemû Başûrê Kurdistanê belav bibin, lê ew pêk nehat. Tevî hewildanan, wan nikaribû vê çalakiya teng û marjînal, lê wêranker veguhezîne xeta Duhok û Behdînan. Di Hezîrana 2020an de, wan dixwest ku li Şêladizê mirovan bînin provaqasyonê, lê ev plan çênebû.
Her çend PKKe ev 40 sal in di vî warî de ye, lê ji xeynî çend kesên bazirganiyê dikin û xwedan hin qezencên darayî ne, nekariye kesî ji xwe re tanzim bike. Behdînan tevî nakokiyên xwe mîna kelê xurt bû. PKK ji vê kelehê kevir derxistin, lê nekarî têkeve nava kelê. Vê carê bi diruşma Mafên Mirovan û Demokrasiyê, wan li Ewropa ji bo 5 rojnamegerên ku ji bo PKK ê îstîxbarata leşkerî komdikirin, tevgerîyan. Gava ku kampanyaya ku ji hêla Lahor Cengî ve hate piştgirî kirin, hinekî hêvîdar xuya kir, wan vê carê xwest bûyerê berfireh bikin. PKK niha dixwaze bi van komên aşitiyê yên ji Ewropa, plankarîya xwe ya metirsîdar pêk bîne.
Berdewamiya hewldanên darbeyê ya li dijî Hikûmeta Kurdistanê
Ev da bibe destpêka pêvajoyek pir aloz û metirsîdar. Da kadroyên PKK ê têkevin hundir, da dest bi wêrankarî û şewitandinê kin, lîstik da mezin bibe û Hêzên Ewlekariya Herêma Kurdistanê neçar bibin ku destwerdanê bikin. Paşê da PKK bag li raya giştî ya cîhanê kit û da bêje mêze bikin, Kurd nikarin xwe bi rêve bibin û da ji hikûmetê were xwestin ku îstifa bike. Di rewşek wusa de, heya wê derfet hebe ku Iraq destwerdanê li pêvajoya van bûyeran jî bike.
Bi kurtasî, ev koma ku di bin navê “delagasyona aştî û azadiyê ya Kurdistanê” da bîte sere fitne û dirustkirina, kaosê. Di vê derazînka kaosê de, PKK ê ji xwere planên nêz û dûr çêkiri bûn.
Wan di xwast di nava vê kaosê de hikûmeta 9emîn a herêma Kurdistanê hilweşînin. Ango, “komên aşitiyê” yên ji Ewropa bi rastî ew komên ku zemînê darbeyê amade dikin bûn. Hedefgirtina hikûmeta 9emîn a di bin serokwezîrî ya Mesrûr Barzanî de ne rewşek nû ye. Bi taybetî, em dizanin ku baskê Lahor Cengî û PKK ji 2019an ve, berî ku hikûmet ava bibe, li ser vê mijarê bûne hevpar. êrîşa çekdarî ya ku PKKê di 17ê Tîrmeha 2019 an de li xwaringeheka Hewlêrê pêk anî û weke din komek ciwanên PKK li Silêmaniyê di 15 ê Kanûnê de derketibûn kolanan û wêrankarî dikirin, hewildanek darbeyê bû li dijî hikûmeta Mesrûr barzanî. Piştra PKK ê Hezîrana 2020an de hewl da ku gelê Şêladizê û Hikûmetê bîne hemberî hev, lê serkeftî nebû. 5 rojnamegerên ku sîxur ên PKK ê bûn, bi heman armancê hatin bikar anîn. Vê planê jî ser negirt. Îtirafên wan 5 sîxuran hatin weşandin.
Wan dixwest Hikûmetê bi rengek cûda aloz bikin.
Dema ku em di ronahiya van rastiyan de lê dinêrin, em dîsa dipirsin: Ma şûnda şandina komên ku ji Ewropa hatine binpêkirina mafên mirovan e an jî serkeftina di pêşîgirtina komployê de ye? Bê guman, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew koplogerîya ku PKKê dixwest bin navê Demokrasî û Aşîtîyê de bike, zû pêşî lêgirt.
PKK ev 40 sal e komek mertalê zindî ji Ewropa neşandiye Tirkiyê. Ew komên aşitiyê yên hatîn şandin jî bi plankirina bi dewleta Tirk re hatine şandin. Hemû komên aşitiyê yên ku wan şandî bi salan di girtîgehan de man. Tevî vê yekê, PKK ê tenê carekî jî li ber konsolosxaneyeka dewleta Tirk çalakî nekir. Lêbelê, hevahengiya Ewropa ya PKK ê biryar da ku li ber saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropa çalakiyek bike. Ango, tiştê ku nikaribû bi tirkan bike ew li dijî kurdan diken.
Ger ew kom amade be, ya herî baş ji bo Kurdan ewe ku biçe Tirkiye û Bakurê Kurdistanê. Di encam de, çavkaniya hêzên dagirker ên Tirk li Başûr, Tirkiye ye. Heke ew dixwazin pêşî li şer û dagirkera bigirin, divê ew biçin û rêyên ku leşkerên Tirk bikartînin, qut bikin. Ew rêyên derveyî vê, hemû li hember Hikûmeta Herêma Kurdistanê dijminî ye.