Piştî şehadeta 6 pêşmergeyan, rêveberê PKK Mirad Qarayilan axaftina ku her kes li bendê bû kir. Çima her kes li benda wî bû? ji ber ku Qarayilan rasterast berpirsê wan hêza ye ku ev pêşmerge şehîd kirî. Weke din, ewên ku PKK ê dişopînin dabeşkirina karê PKK ê yê giştî dizanin. Dema ku gazî çepên Tirk biken, Mistefa Qarasû derdikeve ser şaşê. Dema gazî Îranê û hêzên herêmî yên dijî împiryalîzmê biken Cemil Bayık diaxive û dibêje em li dijî împiryalîzmê ne û tenê bi hêzên Rojhilata Navîn re hevkariyê dikin. Li aliyê din Duran Kalkan, axaftinên tevlihev dike. Ji ber ku Qarayilan bi Kurdî diaxive û kesekî bê mebde û bê mezheb e, ew rola mirovê maqûl dilîze.
Kengê ku hewce be kerba civata Kurd were nermkirin, bi taybetî jî li hember başûrê Kurdistanê pasîf bike, Qarayilan tê wezîfedarkirin. Ji bo vê yekê ji re “mirovê maqûl” tê gotin. Ew her kesê hevseng dike, bêalî disekine, wusa dixuye ku ji xwe pê ve li her kesî difikire, lê mixabin, rastî berevajî ye. Mirovên wusa weke “ava bin kayê” ne. Cemîl Bayik eşkere xwe nîşan dide û dijminatî dike, lê Mirad Qarayilan dijminatî dike û wek dostekî xwe nîşan dide.
Ew mûşeka pêşmerge şehîd xistî moşeka Kornet e. Parçên vê moşekê li cîhê bûyerê hatin komkirin
Qarayilan axaftina di Stêrk TV de li ser pêşmergeyên ku PKK ê di 10 ê Hezîranê de şehîd xisti bûn, ev qaraktera xwe dîsa eşkere kir. Qarayilan mîna ku 6 Pêşmerge tu carî ne hatibin şehîd kirin û têkiliya wan bi yên ku ew Pêşmerge gullebaran kirin re tune be axivî. Lêbelê, di şehadeta van 6 Pêşmergeyan de yekem berpirsiyar Qarayilan e. Qarayilan nûçeya PKK ya ku digot “moşek li wesayîtî xistine” tenê ji bo tevlihevkirina mejîyê raya giştî dubare kir. Lê wî bi devê xwe got ku hevalên me gulle berdane pêşmerge ku pêşda nehên. Herêm ji hêla çekdarên PKK ê ve hatibû dorpêç kirin. Teqe li pêşmerga dihate kirin. wesayîya Pêşmerga 400-500 Mt dûr disekinî. Ew mûşeka pêşmerge şehîd xistî moşeka Kornet e. Parçên vê moşekê li cîhê bûyerê hatin komkirin. PKK wêneyên van moşekên kornet her roj di Gerilla TV yê de di weşandin. Ev moşek Rûsyayê çêkirine û ev 4 sale di deste PKK ê da jî hene. Ev mûşek li bazarên çekên Iraq û Sûriyê bi pirr peyda dibe. Di heman demê de ev moşekên Rojava jî hene. Mûşeka ku wan Pêşmerge pê şehîd kirî, ji hêla hêzên Qarayilan ve hate avêtin. Çi guman jê tune.
Qarayilan ji bo kuştina Midûrê Ewlehiya Giştî ya Serêzerî Qazî Salih Alîxan Kujerek ji hêzên taybet wezîfedar kiribû
PKK ji bo ku tevliheviyê çêbike û bi vî rengî ji hin alîgirên xwe re materyalên propagandayê ava bike, got me nekirî ye. Qarayilan di axaftina xwe ya li Stêrk TV de heman derew berdewam kir. Qarayilan ji bo kuştina Midûrê Ewlehiya Giştî ya Serêzerî Qazî Salih Alîxan Kujerek ji hêzên taybet wezîfedar kiribû. Digel vê yekê, ew derketin û gotin me ew nekuşt, karê me pê re nîne. Wê demê, hin mirovên aqilmend digotin ku Tirkiye Qazî şehîd kirîye. Heman tişt niha jî diqewime. Lêbelê, Qarayilan bi xwînsariya xweya ya hergav fermana kuştina pêşmergan dide. Hinek li ser ekranên televîzyonê li helwesta pêkenok a Qarayilan mêze dikin û wî weke kesek rastgo û dilsoz dinirxînin lê ev teşxîs pir xelet e. Qarayilan ew kese ku di 2002 de fermandarê gerîla bi navê Nasir (Faruk Bozkurt) bêyî dudilî kuştî, ji ber ku Nasir helwesta Öcalan li Îmraliyê rexne kirbû. Qarayilan du pasawanê xwe bi şev rêdike û Nasir li cihê lê dima dikujin. Berîya salekê jî Qarayilan û Nasir yek rêveberiyê da bi hevra dişoxilîn lê Qerayilan bêdudilî ew gullebaran kir. Piştra, Qarayilan û rêveberiya PKK ê daxuyaniyek dan gerîllayan û gotin, “YNK êrîşî wargehê kir, Nasir di pevçûnê de hate gulebaran kirin.” wê deme jî navbera Pkk ê Ynk pirr xweş bû. 15 sal şûnda, PKK ê nameyek nîv rûpelî ji malbata Nasirr re nivîsît û got ku Nasır şehîd ket, me dereng we agahdar kir ji ber ku em mijûl bûn. Pkk dikuje û diçe ser tirba wî tazîyê jî daydine. PKK ê bi hezaran rêhevalên xwe yên weke Nasir fermande gerîla yê 24 sala çîya şer kirî pir hêsanî dikuje vêca nikare pêşmerga bikuje? anjî hûn hêvîyê ne ku PKK bibêje wele me Xazî Elîxan û Pêşmergên din şehîd xistine. Bi rastîya PKK ê li, PKK ê binêrin.
Bê guman ew ê bêje me ne kuştîye.
Bê guman ew ê bêje me ne kuştîye. Mirad Qarayilan dê li çavên mirovan mêze bike û bêje me li wî nexist û ew ê li bendê bimîne ku mirov bawer bike. Ew bi taybetî ji bo ku xwe bide bawer kirin behsa xelkên Duhokê jî dike û dibêje, “Xelkê Duhokê rewşenbîr in, ew dixwînin, ew ji her kesî bawer nakin.” Qarayilan di vê derbarê de rast digot. Xelkê Duhokê rewşenbîr in, ew jî pir baş dinasin. Ji derewên we jî têrbûne. Ew dizane hûn çawa gundiyan wekî mertalên zindî bikar tînin, hûn çawa gundîyên cîhê razanê nadin we malen wa disojin, hûn çawa gundan dişewitînin. Wan ji bîr nekiriye ku hûn di salên 1990 î de di çûne gundan û zarok dikuştin. Xelkê Dihokê bi çavên xwe tarmên wan ciwanên ku dixwastin ji we veqetin û we li ser rêka kuştîn, dîtine.
Axaftina Qarayilan Gelê Başûr de bertekek mezin avakir
Xelkê Dihokê û gelê başûrê Kurdistanê digotin ku “Mirad Qarayilan bi Kurdî diaxive, ew Kurdeware, Kurdistanî ye”. Lê niha kumê wî ket û keçele wî dîyar bû. Naha her kes dizane ku Qarayilan lîstikvanek şanoya populîst e, û Qarayilan ê li ser şaşa Tv yê û Qarayilan ê di jiyana rast de ne yek kes in. Wan piştî vê bûyera dawîyê ev rûyê tarî zelaltir dît. Axaftina Qarayilan Gelê Başûr de bertekek mezin avakir. Bi taybetî peyvên Qarayilan ji bo Pêşmerge mezaxtî bû sedema berteka gel.
Di axaftina xwe de, Qarayilan hewl dide ku ji bo wan 5 pêşmergeyan nebêje şehîd û bêguneh in. Ew bi qeşmerî dibêje: “Ew a pêşmerga nizanin bi ku de biçin.” We nişan di de ku ew hatine xapandin û birin. Ew Kesên ku şehîd ketin ne kesên di temenê wan navbera 14 û 18 saliyê de mîna gerîla ne. Yê herî biçûk 32 salî ye, wan bi salan di heman qadê de wekî Pêşmerge tekoşerî kirine. Wekî din jî, ew endamên hêzên taybetî bûn.
Qarayilan gelek deyndarê Mesut Barzanî ye
Heman dem Qarayilan liser girtî pêşniyar kir ku bi Mesut Barzanî re hevdîtinê bike. Wî got, “dema kum in ew dît ez ê hin tiştan bibêjim”, û bi rastî tiştek heye ku ez ji te re bibêjim. Her weha, di xwaze ji tirkan re jî bibêje binerin em wan dibinin.” gelo Qarayilan di xwest çi bi Mesut Barzanî bibêje? Qarayilan gelek deyndarê Mesut Barzanî ye. Wî her gava ku asê bû ji Mesut Barzanî piştgirî xwest, û ew tu carî destê vala nevegerîya ye. Şerê PKK-YNK ê de PDK ê ew ji wê dorpêçê xwelas kirin. ew operasyona Zap ê ya binavê Roj heke pêşî girtina PDK ê neba ew êncamên Pkk li ser pesnê xwe dide. Lê Qerayilan rexmê van hemû qencîya, heroj li ser çapemenîya xwe PDK ê û serok Barzanî reş dike û bêrêzîyê li wana dike. Vêca Qereyilan wê bi çi rû derkeve pêşberî Mesud Barzanî û wê çi jê daxwaz bike.
Wusa dixuye ku Qarayilan warê uslub-xîtabetê de çavli Tayyîp Erdoxan dike. Demek berê, Tayyîp Erdogan li gorî nebza her kesî şerbet dida, û rola mirovekî maqûl, mirovek têgihiştî rol dilîst. Tayyîp Erdoxan digot kefenê me di destê me de ye. Naha Mirad Qarayilan eynî tiştan dibêje. Çawa şêwazê Tayyîp Erdogan gendelî û rizîn zêdetir aniye Tirkiyeyê. Ji berk u wî herkes îdare kir û ew ecenda ya xwe ya qirêj jî xiste jîyanê.
Rûvî ye lê vêcarê rûvîtîya wî li deste wî da ma, maske wî ket û guhêt wî dîyar bûn
Qarayilan di heman demê de bi gotina em bêmilk û malîn dixwest xîtabî hestên gel bike. Her weha, di hevpeyvînê de, Qarayilan hewlek taybetî da ku pesnê xwe bide, da ku nîşan bide ku ew kesek girîng e, û di yek xalê de wî got “Ez pir dilpakim”. Ew Qerayilanê em dinasin rûvî ye. Rûvî ye lê vêcarê rûvîtîya wî li deste wî da ma, maske wî ket û guhêt wî dîyar bûn, Her kes ê bi zelalî dit ku Qarayılan ne Kurdeware û ne jî Kurdistanî ye.