Ajansa nûçeyan a PKK ê ANF ê nivîsand ku 180 Pêşmergeyan li Dihokê îstifa kirin, ji ber ku wan nedixwest li dijî PKK ê şer bikin. Rastiya vê nûçeya du rêzikî, ku çavkaniya wê nediyar çi ye?
Gelo çapemenîye …..?
Medya PKK ê her roj me ecêbmayî dihêle. Ew hema hema rojane nûçeyên derew û werimandî yên li ser başûrê Kurdistanê parve dike. Her ku em nûçeyên derew dixwînin, em dibêjin ku ji vê derewê mezintir derewek nabe. Lê ew me surprîz dikin û carek din derewek mezintir çêdikin. Bi rastî, medyaya PKK ê, mîna otomobîlek stopê wê peqyayî ye, ne diyare dê ku bisekine û çi bike. Li aliyekê, bi xebatkar û karmendên xweyên ragihandinê yên di medyaya civakî de, li aliyê din jî, ew nûçeyên derew bi zimanên cûda-cûda belav dikin ku tenê zirarê bigehînin gelê Kurd. Ya balkêş ewe ku ev nûçeyên derewîn ne li dijî dagirkeran têne çêkirin, lê tenê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên din ên siyasî yên Kurd têne çêkirin. Ji ber vê yekê PKKê berê çeka xwe ne daye dijmin yê daye kurdan.
Bi taybetî piştî êrîşa vê dawiyê ya PKK ê li ser Herêma Kurdistanê kirî, medyaya PKK ê bi awayên ku ne li gorî exlaq û rêgezên mirovî ne, di çapemeniyê de êrişî nirxên Başûrê kurdistanê dike. Bi gelemperî, heke kesek di civatê de nûçeyên wusa derewîn û rûreş parve bike, li dûvikê wî ve zebîlekê girêdiden û wî dinava gel de teşhir diken. Ew kes wekî fitneçî û fesad tên zanîn. Lê ev medya mixabin xwe wekî kevneşopiya çapemeniya azad jî bi nav dike.
Tenê li van nûçeyên ragehandina PKK ê ya virek binerin ku di vê mehê de belavkirî; Nêçîrvan Barzanî sînorên Başûrê Kurdistanê firotine Tirkiyê, îdîa kir ku ÖSO ji Efrînê aniye başûrê Kurdistanê û li gel Pêşmerge perwerde dikin. Ew heta di derewan de hewqas pêşde çûn û got; seredana Nêçîrvan Barzanî ya Îmaratê ji bo daxwazkirina radestkirina serokê mafya tirk Sedat Peker, ji bo Tirkiyê ye. Wan geryana Mesrûr Barzanî ya li Belçîka û Yewnanîstanê jî wekî gera piştgiriya Tirkiyê şîrove kirin.
Niha jî, medyaya PKK ê hîn jî ragihandina dezenformasyona li ser başûrê Kurdistanê bi tundî berdewam dike. Ji bo vê, PKK dixwaze di serî de nirxên bingehîn ên başûrê Kurdistanê pûç bike, bêrêz bike û weke dijmin dest nişan dike. Tiştê ecêb vê dawîyê Çapemeniya PKK ê vê îdîa dike ku PKK pêşengê raperîna 1991 ê, ya başûrê Kurdistanê ye. Li aliyê din de jî, tekoşîna leşkerî û siyasî ya sedsalî ya Başûr Kurdistanê û Pêşmerge armanç digire.
Reşkirin û bêrêzî li ser pêşmergê Kurdistanê kirin, ne nû ye
Çapemenîya PKK ê niha weşanên xwe de, rasterast têgeha Pêşmerge dike armanç. Bi rastî, ev êrişe ne ji demek dirêj ve tê kirin. rêveberê Pkk ê Cemîl Bayik, di hevpeyvînek xwe de digel rojnameya elmanî Frankfurter Allgemeine di 22 ê Tebaxa 2014 an de got, “pêşmerge nikare şer bike, hûn wan çeken xwe bide ne me.” Piştî wê rojê, medyaya PKK ê siyasetek weşanê ya zirav û bênavber şermezar kirina Pêşmergê Kurdistanê, şopand. Hat îdia kirin ku leşkerên Tirk hêzên pêşmerge perwerde kirine. Dema ku ev derew nehate pejirandin, vêca hat îdia kirin ku di navbera hêza paramîlîter a AKP-SADAT û Pêşmerge de têkiliyek heye. Pkk hewlên Pêşmerge yên ji bo ewlehîya deverê digire weke êriş liser xwe qebûl dike û serlêdanê derewan dike.
Mirad Qerayilan, di axaftina xwe ya wê roja din de, di got: “pêşmerge nizane di çû kî derê” wî xwest têgehek “ku Pêşmerge nezane,cahêle û kesên hatî xapandin”, biafirîne. şehîdên ku ji hêla wan ve hatine şehîd kirin. Pêşmerge zêdeyî 100 sal in xwedan kevneşopî yek dêrîn in, ku bi hezaran şehîd dane, hemiyan perwerdehiya akademîk dîtîye û ew bi çi cûren nahên xapandin. Lê heke hûn ji Qarayilan re bejin; ka we çawa zarokên 2007-08-09 an de ji dayik bûn, ku hê mafê wan ê hilbijartinê nîne, nikarin tercîhên îdeolojîk bikin, serê xwe nikarin îmzeyek pavêjin… çi ma hûn dibin şer Qereyilan ew ê bibêje “şehîdên me pîroz in em werga nakin ku gûman li ser wan were çêkirin.” Şervanên bê rih û simbêl ango zarok…
Armanc kirina pêşmergeyan xiyanetek e hember dîroka Kurdistanê
Pêşmerge helwesta leşkerî, siyasî û çandî ya gelê Kurd e li dijî komkujî û nîzama dagirkerîya sedsala 20 an e. Pêşmerge ne milkê partiyekê ye, Pêşmerge navê berxwedana sedsalî ya têkoşîna neteweyî û netewperwerî ya Kurd e. Têkoşîna pêşmerge serhildana Kurdan e ya ku li dijî kolonyalîzma sedsala 20 an ya navneteweyî ye. Pêşmerge sitrgeha neteweya Kurde.
Têgihiştinek bi wateyek wusa dîrokî ango Pêşmerge re kirin, dijminatî û hedef girtin tê wate ya îxanet hemberî gelê Kurd û dîroka wî ya sed salan.
Biçûk xistina pêşmerge îxaneta li dîroka Kurd e. Ya ku PKK dixwaze bike ev e ku feraseta Pêşmerge berovajî bike û bixe li ser van destketîya danîşe. Wê PKK vê siyaseta xwe bidomîne. Sibe û roja din, bi alîkariya hin endamên YNK ê, yek an du kes dê derkevin û bêjin, binêrin, pêşmerge îstifa dikin. Ango, dê ev fitne-fesadî û xerabî bidome.
êrişa PKK ê ya li dijî Pêşmerge jî dê bidome. Ji ber ku ji bo PKK ê, helwestek prensîbî û nasnameya kurd pêşeng girtin tune. Berjewendiyên partiyê li ser her tiştî da ye û derdikevin pêş.
Çetegerîya Çapemeniya PKK ê
Bi rastî, PKK avahiyek çetegerî ye. Serê vê avahiya çeteyan jî ragehandina PKK ê ye. Xeletiya herî mezin a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev e ku ew van taybetmendiyên PKK ê yên wêranker, şantajî û desteserker zû nabîne. û tespitên li ser PKK dike jî wan neweke avahîyek çehş weke partîyek dibîne. Lêbelê, hûn zimanê têkoşîna xwe li gorî dijberê xwe diyar dikin. Bi mafya û cehşan re bi rêbazên demokratîk nayê şer kirin. Rêveberiya Kurdistanê di vê mijarê de pir nerm û tawîzkar di sekine. Bi tu awayî wan bi heman zimanî û hişk bersîva PKK neda ye.
Mînak, PKK dibêje 180 Pêşmerge çek danî, Pêşmerge revîyan, ew nezan in û hwd. Lêbelê, bi hezaran kesên ku ji PKK ê veqetîyayî li başûrê Kurdistanê ne. Wê rojê ew cihê Pêşmerge lê şehîd bûyîn, çar çekdarên PKK ê mêr û jin, xwe radestî Pêşmerge kirin. her roj bi deha çekdar xwe radest dikin. Lê Rêveberiya Kurdistanê ev rastîye tu çarî nekir materyalek propagandayê. Yên ku ducanî qudbûyî, yên ku hatin êşkence kirin û qudbûyî, nexweşên ku li ser rêkan hatîn terikandin û hwd.. Hikûmeta Kurdistanê tu carî behsa vâna nekirîye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge her gav asta xwe ya rêzdar parastîye û xwe nexistîye asta ketîbûna medyaya PKK ê.
Lêbelê çapemeniya PKK ê vê helwesta xwe ya êrişker û bêşerm berdewam dike. Ger yên ku dibêjin em bêalî ne, li ser vê helwesta êrişker ya PKK ê kerrin, bila ew dev ji vê bêalîbûnê xwe ya pêkenok berdin. Yên ku dizanin pêşmerge ev 100 sal e barê tekoşîna Kurdistanê dayî ser milên xwe û dimeşînin divê derkevin holê û bibêjin PKK êdî vê wêrankarîya liser Kurdistanê bisekinî ne.