Yek ji fermandarên HPG ê, bi navê kod «Ozgûr Jîyanda – înan Çelîk» di 9 ê Hezîranê de ji nava refên PKK ê veqetîya û hat gel Hêzên Pêşmerge, Ev nûçeya ku duh kete nava medyayê, pêşî li pir nîqaşan vekir û xweya dike ku bi wî re wê nîqaşan hêjî berdewam bikin.
Ozgûr Jîyanda kiryarên tarî yên PKK ronî kirin
Axaftinên «Ozgûr Jiyanda» ew bûyerên pirovakatîf yên vê sala dawîyê li Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Behdînan qewimî ronî dike, di axaftina xwe de, «Ozgûr Jîyanda» di derheqê kuştina Midûrê Ewlekariya Giştî ya dergehê Serêzêrî «Xazî Salih Alîxan» de û 5 Pêşmergeyên li Metîna hatîn şehîd kirin da agahîyên girîng dide.
Bi rastî, çi guman nebûn ku ev herdû bûyer jî ji hêla PKK ê ve hatine kirin, PKK ê herdû bûyer jî înkar kirin, lê vê înkarê ji bilî girseya xwe kes pê qaneh nebibû, PKK ê ji bo ku bûyera «Xazî Salih Alîxan» şûlî bike got ku dewleta Tirk ew kuştîye, Bi heman awayî, PKK ê hewil da ku «Şehadeta 5 Pêşmergan» bike bûyerek (kiryarê wê nedîyar) û xwe ji nava vê karesatê rizgar bike.
Lê vê carê, kesek ji nava mala wan derket û derbarê van bûyeran de «Cih, dem û şahid nîşanî da», û diyar kir ka bûyer çawa qewimiye û kê kir.
Axaftinên «Ozgûr Jîyanda» bêbaweriya daxuyaniyên PKK ê raêxistin ber çavê raya Kurdî û bêwijdanî û bêbextîyên ku PKK li gelê Kurd dike, zelal kirin.
Dê PKK bixwaze kû Ozgûr Jîyanda rûreş bike?
Ji niha û pêve, PKK e eynî bêwijdanîyê dê nîşanî «Ozgûr Jîyanda» bide, da ku rastiyên «Ozgûr» eşkere kirine bi veşêrin, Ew ê senaryoyên nû û cewekî kaosê bi afirînin, dê li dijî kesayetî, malbat û jiyana wî êrîş û bazarî bikin, lê pêşî, ew ê hewl bidin ku vê bûyerê ji bîra me bibin, ew ê vê yekê li ser Medyaya Civakî pir aktîv bikin, li aliyek din, ew ê mîna ku bûyer qet çênebûye tevbigerin û wê rastîyê piçûk bixin.
Ew ê bibêjin ku «Ozgûr Jîyanda» kesek ne xwediyê erk bû, lêbelê, ANF bi xwe di 20 ê Tîrmeha 2020an de li Haftanînê «Ozgûr Jîyanda» wekî «Fermandarekî Berxwedêr» ragihandibû, dîsa di Nîsana 2021an de, ew wekî rêveberiya şerê li Metîna dest nişan kiri bû, lê bi îhtîmaleke mezin PKK dê rabe û bibêje ku wezîfeyek wî ya girîng tunebû, ew ne fermandarek HPG’ê bû.
Tetîkkêşên PKK ê yên Medyaya Civakî jî dê bêjin: Ew tirsinoek bû, nekarî bi dewleta Tirk re şer bike, pirsgirêkên wî yên jîyanî hebûn û hwd.
Dibe ku li ser şexsî wî hinek tewanênê exlaqî jî werin kirin, wê bê gotin ku ew «Ajanê Tirkan» bû, ewî hevalên me êxbar kirine û dane kuştin, ew ê hewl bidin ku bûyerê biçûk bikin, ewî jî wekî Şervanek basit dest nîşan bikin.
Yê ku Rêbaza wan rêbaza Tirkan e, PKK bi xwe ye
PKK Weke her car, dê êrişek dijber di ragehandinê de bike, wê PKK pêşî bêje, «Ev rêbaza Tirkan e, PDK e teqlîda Tirkan dike, ev encama bêhêvîbûnê ye».
Lêbelê, yên hemû xebat û rêbaza wan weke ya Tirkan, PKK bi xwe ye, PKK wê Pêşmerge û bavê 5 zarokan «Xazi Salih Alixan» bikuje û wê bibêje ku agahiya me ji bûyerê tune ye, kiryar ne diyar in.
Di navbera Rêbaza revandin û bi îşkence qetilkirina Vedat Aydin ji alîyê dewleta Tirk ve û kuştina «Xazî Salih» li ber çavên zarokên wî li baxçeyê mala wî ji hêla PKK ê ve çi feriq tune, tu cûdahî di navbera dewleta Tirk ya ku keça Kurd «Deniz Poyraz» di nava rojê de qetilkirî û wê PKK a 5 Pêşmerge şehîd kîrî û peyre dibeje bila bûyer bihê vekolandin de nîne. PKK û Dewleta Tirk di bûyerên tarî de xwedî yek rêbazin, dîroka PKK ê bi «Bûyerên kiryarên wan nedîyar» tejî ye.
PKK ciwanên gundên nêzîkî xwe digire bi mehan îşkence dike peyre jî wan li ser TV yê teşhir dike, û malbatên wan şantaj dike û dibêje ku ger hûn propagandaya me nekin, em zarokên we bernadin, Gelo ev weke rêbaza kê ye? bê guman, ya Tirkiyê, Metodolojiya siyasî û civakî a PKK ê kopîya Tirkiyeyê ye.
Ji hezaran Gerîlayên ku hatine Herêma Kurdistanê rojeka bi tenê yek ji wan dernexistine ser TV yê
ya herî girîng, kesê «Ozgûr Jiyanda» bi zorê dernexistîye ser şaşa TV yê, ew bi xestek û daxwaza xwe derketîye, wekî din, bi hezaran kes hene ku dev ji PKK ê berdane û hatine Herêma Kurdistanê, Di nava tuxîbên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi hezaran endamên PKK ê yên ku ducanî hatine, yên ku piştî êşkencekirinê hatine û yên ku tiştên xirab jiyan kirî û hatine, hene.
Bi hezaran mirov ji Şervan û fermandarên PKK ê hatine, yên ji ber biryara sêdaredanê felitî, yên ne xwestî şerê birakujî çêbibe û hatî û hwd.
Ji vana hemûya pipirsin rojek tene jî kesê zext li wan nekirîye, wêne û navên wan nayên weşandin, ew radestî Tirkiyê nayên kirin, her kes tê û jiyana xwe ava dike.
Ozgûr Jîyanda ji bo ku şerê navxweyî bisekinîne xwest biaxive
«Ozgûr Jîyanda» bi xwe tiştê ku qewimiye vedibêje û dibêje ku heke hewce be ew ê vê hemîyê bi raya giştî re jî parve bike, Ji ber ku ew bawer dike ku parve kirina van agahiyan dê hincetên PKK ê ji bo derxistina şer bikari be ji holê rake, ango, kesê çek nexistîye serê wî, da ku biaxive.
Ew weke ewladekî Kurd dixwaze pêşî li leyîstokên PKK ê bigire, weke ku ji wêneyan jî diyar dibe, «Ozgûr jîyanda» pir rehete û mîna ku li malê xwe jî arame.
Dizîya Yawuz a PKKê bi dawî hat
«Ozgûr jîyanda» kaosa ku PKK ê hewil da ku derbasî nava Herêma Kurdistanê bike, bi zelalî eşkere dike, pêwîste em pêşî li hewlên PKK û mirîdên wê, yên ji bo vala derxistina van agahîyan, bigirîn.
Cewherê van agahîyan derxîn pêş, di encam de, kujerê «Xazî Salih Alixan» kî ye? û kujerê «5 Pêşmergeyan» kî ye? Bê guman PKK ye.
Ligel van hemûyan jî, PKK ê mîna yawuz ê diz, hem kete hundurê malê û hem jî dixwaze li xwediyê malê bixe.
PKK e dixwaze alîgirên xwe ji Ewropa û Rojava kom bike û bi navên cuda-cuda de denge derxîne, qerbalixê bike û rastîyê berze bike, bi rêya tetîkkêşên xwe yên di nava medyayê de, ew bi taga «PDK guh bide Kurdan» rola bêguneh dilîze, lê ew mîna gûrê pîstê pêz li xwe kirî, digere.
PKK xwe weke mehsûm û bêguneh nişan dide, lê ew derewe, ew di kuştin û tevlîhevî derxistinê de pir bi bêwijdanî tevdigere.
Bê guman, divê pêşî li PKK ê were girtin ku nekaribe vê rojevê berevajî bike, lê hêza rastiyê ji hêza tetîkkêşên medyayê mezintir e, PKK çi qas tagan bike bila bike, ew nekare rastiya ku wan 37 zarok êtîm hiştî biveşêre, kuştina «Xazi Salih Alixan» û 5 Pêşmergeyan ji holê rabike. Ozgûr jîyanda çend ji van heqîqetan eşkere kirin. Lêbelê, hîn jî gelek Rastiyî yên veşartî hene ku pêwîste ber çav werin raêxistin,Ey PKK ev rastîyene dê yek bi yek qirka we biguveşin.