Kî bikujê Deniz Poyraz e?

Kî bikujê Deniz Poyraz e?

Dewleta Tirk kuştina Kurdan didomîne. Yek ji wan kurdên ku herî dawî li Îzmîrê hate kuştin Deniz Poyraz e. Navê kujer Onur Gencer e. Lê kujerê sereke û rastîn di zihniyeta damezrîner a Komara Tirkiyeyê de ye, ku Kurdan wekî qewmekî “kuştina wan wacib”  dibîne û axa Kurdistanê dagir dike.

Kuştina Deniz Poyraz hewqaz bi vê îzahê pir zelal e. Wekî din, dayîka Deniz Poyraz di gotinên xweyên yekem de got “Keça min şehîda Kurdistanê ye” û ku Kurd bi vê rastiyê dizanin.

Tevî vê yekê, mixabin, gelek nêrîn hene ku mijê dixin ser qetilkirina Deniz Poyraz û vê yeke weke komkujiyek Kurdan nabînin.

Beriya her tiştî, alîyê dewletê gelek tişt gotin wekî “Ev ji bo wê yekê çêbûye ku AKP were zorandin û Kurd û Tirk werin hemberî hev” rayedarên îdarî despêkê we da xuyakirin ku vê komkujiyê şermezar dikin û lêpirsîn dikin, lê payre hewl da ku vê komkujiyê asayî bikin. Kes ji wan qetil kirina Deniz weke “qetlîamek kurd” binav nekir.

Tê fêm kirin ku dewlet û yên şerbeta dewletê vexwarîn vî tiştî bikin. Lê rewşa qehirok ewe ku Kurd nikarin navê kuştina Deniz Poyraz rast lêbikin. Bi gotinek zelaltir, ewên ku dibêjin em pêşengiya Kurdan dikin, vê cînayetê rast bi nav nakin û heya vê kêşeyê berevajî dikin.

Yên qetilkirina Deniz Poyraz wekî “êrîşa li dijî demokrasiyê, provakasyone ku dixwazin gelan bera hev bidin, darbeyek li tekoşîna yekbûyîna gelan û êrişe li ser jinan” û hwd şîrove dikin, heqareta herî mezin li Deniz Poyraz, malbata wê û Kurdan dikin. Ji rastîya xwe biyanîbûne. Deniz Poyraz Kurd e, ew ji ber dagirkerîya Tirk ji gundê xwe koç kir û ji axa xwe dûrket. Ew ji gundê Xirabemirişa li eser devera Omerîya, yek ji wan gundên herî Kurdewar û Kurdistanî ye. Xirabemirişka ne ji ber biratîya gelan, ne ji ber feminism, ne ji ber demokrasiya radîkal û nejî ji ber fikarên fantastik hatibû valakirin. Van mirovan bawerî bi Kurdayetî hebû û ji ber Kurd bûnê rastî koçberî û zulme hatin.

Ji derveyî vê rastîyê îdîa kirin dibe parastina nîzama dagirkeriya dewleta Tirk a 100 sale dide meşandin. Pirsgirêk tenê bi AKP û MHP ve girêdan jî pir çewt e. Ji ber ku ev dewlet va 100 sale Kurdan dikuje. Hemû serhildanên Kurd bi komkujî tepeser kirin. Zincîra komkujiyê heya roja me ya îro berdewam dike. Di salên 1960, 70, 80 de li her deverê komkujîyê berdewam kir. Di sala 1990an de AKP nebû? Li gundê Vartinis yê liser Varto 9 kes bi saxî hatin şewitandin? Fermana ku Kurdistan wêran kirine bi AKP ê dest pê nekir, û nejî bi AKP ê dê biqede. Rejîm û sîstema dewleta tirk li ser dijminahî û komkujiya Kurdan ava bûye. Hemû hikûmetên Dewletê vê reka komkujîyê pêktînin. Tenê AKP-MHP weke dijmin bi Kurdan dana fehmkirin xeletiyek mezin e. Divê  Kurd ne tenê AKP dijmin bibinin, belê AKP dijmine lê dijminê sereke dewleta Tirkîyê, nîzam û destora wê a dagirkere. Pêwîste Kurd dijî dijminê esas ango Dewletê tekoşîn bikin.

Pirsgirêka Kurdan a bi Tirkiyeyê re ne pirsgirêka demokrasî û biratiyê ye. Pirsgirêka Kurdan ewe ku Dewleta Tirk Kurdistan dagirkirî ye û dewletek kolonyaliste. Bingehê hemî pirsgirêkan jî eve. Ew şerê tê kirin, qetlîam, înkar û sîstema kolonyalîzmê ji taybetmendiyên komara Tirk yên Ontolojîk bingeh digire. Hinek dewroberên sîyasî jî ji bo rastîyê berevajî bikin dibêjin, dewletên rojava “Dixwazin Tirkiyê kaşî nava şer bikin, dixwazin gelan bera hev bidin û dixwazin aştîyê têk bibin”

Ehmed Tirk radibe û kuştina Deniz Poyraz wekî “projeyên ku dê Tirkiyê ber bi şerekî navxweyî ve bibe derbeyek mezin li demokrasiyê bide” şîrove dike. Em nizanin Ehmet Beg di kîjan dewra Tirkiyê de demokrasî dîtî ye? Demokrasiyek wusa tune ye. Tiştê ecêb, dewleta Tirk û camîa sîyasî ya Ehmet Tirk nûnerîya wê dike nefsî tişt dibêjin û difikirin. Mînak, Sileyman Soylû jî dibêje, “Yên ku hewl didin li Tirkiyê operasyonekê pêk bînin û piştre baskên xwe badin, ewê bi bêhêvîtiyê re rû bi rû bimînin”.

Ev tê wateya ku HDP û ew hikumeta HDP dixaze wê hilweşîne xwedî yek fikrin. Ew hilweşîna Dewleta Tirk pir xeterok dibine. Lêbelê, divê ku di derbarê hilweşandina Tirkiyê de yek xema Kurdan tune be û pê dilşad bibin. Divê dewleta Tirk were hilweşandin ji ber ku ev dewlet li ser tunebûna Kurdan ava ava bûye. Çima dê Kurd tiştek bingê xwede çewt bixwazin demokratîk bikin û xizmeta vê dewletê re bikin? Her ji dema ku hate gotin “em ê vê dewletê demokratîk bikin, em ê di bin navê tirkbûnê de bi hev re bijîn” hebûna kurdan li Tirkiyeyê bêhtir xerab bû. Kurd bixwe di hişmendiyê de alozîyekê dijîn. Ew diçin qetil kirina Deniz Poyraz bi Peymana Stenbolê ve girêdiden.

Bi van gotinên spehî û hestyar, pirsgirêka kurdan a bindestîyê çareser nabe. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek navxweyî ya Tirkiyeyê ye, pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek hilbijartinê ye, pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek e ku Meclîsa tirkîyê dikare bi serê xwe çareser bike. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek lihevhatina navneteweyî ye. Ger nêrîna siyasî ya serdest li Bakurê pirsgirêka Kurd di nav sînorên Tirkîyê, hilbijartin û saziyên Tirkiyeyê de zîndanî bike, ev di hête wateya Kurdan bi zanebûn bixine xefkan. xapînokên demokrasiyê û pêvajoyên çareserî û muzakereyê nikare pêşî liv ê têkçûnê bigire û tenê wê zêde dike.

Ji bo derbaskirina vê rewşa ku li bakurê Kurdistanê tê jîyandin, berî her tiştî, hewce ye ku mirov bi berdewamî bibêje Bakurê Kurdistanê bindeste, û dagirkirî ye. Paşê jî, ji bo mafê Kurdan yên azadî û xwe rêvebirinê jî, der bikevin qada navneteweyî. pirsgirêka Kurd di nav demokrasiya Tirkiyê, sînorên Tirkiyê û asoya Tirkiyê de fetisandin tê wateya cinayetên nû yên wekî Deniz Poyraz pêk werin. Bila kes xwe ne xapîne

Pustên heman beş