Ew fermandarê PKKê yê ku li Silêmaniyê hatî hedefkirin kî bû?

Ew fermandarê PKKê yê ku li Silêmaniyê hatî hedefkirin kî bû?

Ûlaş Doxan ew fermandarê HPG ê ku di êrîşeka dewleta Tirkiyê de li sînorê navçeya Pişder ya girêdayî Qeladzê ser bi parêzgeha Silêmaniyê hat armanc kirin, xwedî dîrokek mezn bû di nava PKKê de, ew di nava PKKê de rastî hin pirisgirêkan hatbû, hin kes dibêjin ne dûre armanc kirina Ûlaş jî yek be ji wan karên tesfîyekirinên navxweyî di nava PKKê de û PKKê yan saziya îstixbaratî ya YNKê zanyarî li ser wî bi mîta Tirkiyê dabin, jiberku PKKe her kesê ku li gor fikarên wê tevnegere di nava xwe de tesfiye dike.

Ajansa ANF ya PKKê eşkere kir Ûlaş li 13 vê mehê li “Herêmên Parastina Medya” hatiye armanckirin, lê bi ti awa bas li çawaniya armankirina wî nekiriye, ev care yekem nîne ku Fermandarên payeblind yên PKKê li Silêmaniyê tên armanckirin, di dema du salên rabûrî de çendîn berpirsên asta jûr yên PKKê li Silêmaniyê hatine armanckirin, ev yek jî bûye sedem ku şik li ser PKKê û saziya îstixbaratî ya YNKê a bi navê zanyarî dirust bibin, gel dipirse çima hemû Fermandarên payeblind yên PKKê li Silêmaniyê bi vî awa bi hêsanî tên armanckirin.

Gelo Ûlaş Dêrsim kî bû?

Ûlaş xelkê Dêrsimê ye li gelek Herêmên Kurdistana Bakur xwedî pratîk bû, li ser esasê fikra Kurdperwerî tevlî refên şoreşê bûbû, piştî van pratîka Ûlaş sala 2017-2018 bû berpirsê cebhê Xwakurkî, dema operasyona wê demê ya Tirkiyê ku li ser navçeya Xwakurk li Başûrê Kurdistanê dest pê kirî, artêşa tirk herêma Xwakurk û Çiyayê Şekîf û Lolan û Xinêre heta tepê Lêrkan yê hindavî deşta Hêrtê dagîrkirin. Di vê operasyona ku Tirkiyê ev herêm ji destên PKKê anî der, Ûlaş berpirsyar hat nîşandan, di vê navbeynê da jî nakokî di navbera Ûlaş û hevalê wî yê qerargehê yê bi navê Tekoşer Gever derketin.

Sûç hemû li ser Ûlaş hatin hesab kirin, Tekoşer Gever ji aliyê Cemal ve hat piştgîrîkirin, lê Ûlaş hat hedefkirin û rûbrûyê Cemal bû, binkeftina PKKê li Xwakurkê kirin sûçên Ûlaş, Ûlaş ji erk girtin û birin qerargeha Garê ji boy tehqîqê û ew demekê li bin lêprisînê de nîv girtî hiştin, paşan ku Ûlaş di lêprisîna xwe de ev yek qebûl nekirî, ew bê erk kir û şande perwerda ocaxa PKKê ya zivistana sala 2017-2018 jiboy ku li vê derê kadroyên di perwerdeyê de îdîayên ku PKKe li ser Ûlaş dike mehkûm bike û bi wî bidin qebûl kirin ku ew sûçbar bûye ji binkeftina PKKê li cebhê Xwakurkê.

Li dawiya dewra perwerdê ji ber ku Duran Kalkan û Qarayilan rexne kirbûn û gotbû ew binkeftina Xwakurkê ne bi tenê kêmasiya wî bû, pilatformeke taybet ji aliyê rêxistna jûr û bi taybetî Kalkan ji boy Ûlaş hat çêkirin, Duran Kalkan li wî bi xezeb hat, û jêre got heya ku tu xwe durust nekî tu ji vê perwerdê dernakevî, Ûlaş çi qas got ez nexweşim û pêwîstiya min bi dixtor heye lê belê Kalkan ev yek qebûl nekir, û ew beşdarî dewreya duyemîn ya perwerdê kir, lê Ûlaş însanek xwende û xwedî fikir û raman û pratîk bû, sekineke wî ya şoreşgerane hebû, Ûlaş ev nêzîkbûna ku PKKê û Konseya PKKê lê kirî di mejîkê xwe de mehkûm kir û qebûl nekir, Ûlaş sûnd xwar ku di qada şerê bê wate de nemîne, ji bo vê yekê dema dewra duyemîn xelas kirî neçû qada şer û ew erkê bi wî hatî dayîn qebûl nekir, bi neçarî çû saha tenzîma gel.

Ji ber ku gelek çalakî li ser Ûlaş hatbûn tesbît kirin û ew gerîlayên xwe radestî Tirkiyê kirî û îtîraf li ser Ûlaş kirî, Ûlaş di kategorya sor de ji aliyê Tirka ve hat tesbîtkirin.

Ûlaş piştî ku çûy navçeya silêmaniyê ji aliyê YNKê ve hat tesbîtkirin, Ûlaş hem di aliyê tirkan de û hem jî ji aliyê PKKê de ketbû tengasiyek bê mecal, ew li navçeyên bin desthilata YNKê hat tesbît kirin û îmhakirin, Duran Kalkan û Qarayilan Ûlaş xist vê rewşê.

Pustên heman beş