Dijmin kî ye, Qarasû?

Rêveberê PKKê Mistefa Qarasû beşdarî bernameyeke «Medya Xaber TV» bû û hin nirxandin kirin, Bi rastî, pir caran, mirov difikire gelo pêwîst dike ku bersiva Qarasû were dayîn an na? lêbelê, ji ber dû sedeman em mecbûr dimînin ku bersiva wî bidin.

PKK bi berdewamî rastiyên dîroka heyî, berevajî dike, mixabin, qasî ku mirov bersiva van kesan nede ew, bêtir bêar dibin, rastîyan bêhtir berevajî dikin, heke em bersiv nedin yê ji van derewên wan bawer dikin jî hene, Ji ber vê sedemê, divê welatparêz û rewşenbîrên Kurd bersiva her rêzikek van derewên PKK bidin.

PKKe we dizane ku di Kurdistanê de kes dîrokzan nîne, xeynî wan kesek dîrokê nizane, hemû zanist û zaniyarîyan di bin serweriya xwe de dibînin, loma jî hertim rastiyan berevajî dikin, Gava ku bersiv nayê dayîn, ew dibêjin em kî derê bixwezin emê hespê xwe bajon wê derê.

Mînak, Mistefa Qarasû keseke ku nikare rast û çepê xwe ji hev derxe, ew tena serê xwe nikare tasek avê vexwe, lê dema ku ew diçe ser ekrana TV yê, ew xwe we dide xweya kirin ku yê wî nas neke dê bibêje Qerasû yê gêjik «Ev çîyayên biçûk ava kirine»! ew qas pûzbilind û bêar di axive.

Kerba Qarasû ya li dijî PDKê di rastiyê de kerba dijî xeta Kurdistanî ye.

Mistefa Qarasû di vê axaftina xwe ya dawî de, foksa xwe xiste ser PDKê, di rastiyê de dijminatiya xwe ya li dijî xeta azadîxwaz, serbixwe û neteweyî ya Kurdan di bin navê PDKê de eşkere kir, Dijminatiya PKKê ya li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rastî de dijminatiya xeta xwe birêvebirina gelê Kurde.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo Kurdan hêvî û pêşengek jîyana azad û serbixwe ye, rexmê hin kêmasî û zehmetîyên ko hene, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku nasnameya Kurdî vejand, li gorî hiqûqa navneteweyî di 2005an de bi fermî hate qebûl kirin.

PKK xurtkirina vê xeta neteweyî ji bo xwe sedemê biçûk bûnê dibîne, Ji ber vê sedemê jî, ew jî weke hemî dagirkeran, hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî gef ji bo xwe dibîne û di baskê dagîrkeran de çî digire.

Qarasû û rêveberên PKKê yên din ji bo vê dijminatiya xwe her sal perdeyek nû çêdikin, mînak dubare dibêjin «Peşmerge ev du salin bi dewleta Tirk ra me dorpêç dike» û vê derewê wekî sedema aloziyê vedihîne, lêbelê, ev 16 salin ku statuya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava sîstema Îraqê de bi fermî hatîye naskirin, PKK ev 16 salin asayîşa hikûmeta Herêma Kurdistanê weke asayîşa PDKê bi nav dike, PKKe bi taybet serokê wê Mistefa Qarasû, di bin her şert û mercî de dijminatiya Ala Kurdistanê dike, Mistefa Qarasû ji ala Tirkan a li Xakûrkê, Lêlkan, Xantûr û hwd hatîn rakirin aciz nabe, lê ew li Qendîlê, Behdînan û deverên din daliqandina alaya Kurdistanê wekî êrişek li dijî xeta PKKê dibîne û har dibe.

Bilind kirina ala Tirkan weke demokratik bûna Tirkiyê û Biratîya Gelan dibîne Çima Qarasû bi ala Kurdistanê cinûqî dibe? Çima hûn ji ala Tirkiyê aciz nabin, lê çima ala Kurdistanê we evqas aciz dike?

Gelo Qarasû dikare bi tiliya bijmêre ka li Kurdistanê çend dewletên dagirker hene?

Bêlome lê, Qarasû nikarîbû kelecana xwe kêm bike û hewil da ku Kurdayetîyê fêrî PDKê bike, Qarasû hinekî din pêş ve çû û got ku «Ji bo ko li çend bajaran serwer bin çênabe hemû Kurdistan were qurban kirin».

Ger Qarasû bixwaze li ser siyaseta Kurdistanê nêrînekê bide, pêwsîte ew bi tiliyên xwe bijmêre ka li Kurdistanê çend dagirker hene, mînak, ewê bibêje: yek Îran, dû Tirkiye, sê Îraq, çar Suriye û payre ew bi daxuyaniyekê bibêje: «ka ez çend ji van dewletan weke dagirker dibinim», PKKe û Qarasû di hilbijartina dijminan de weke Kurdan nafikirin.

Yekem: Ji bo Mistefa Qarasû, Îran ne dewletek dagirker e, Qarasû dibêje ku Kurdistan ji bo çend bajaran nayê qurbanî kirin, lêbelê ew û partiya wî ji bo berjewendiyên xwe, ango ji bo ewlekirina du-sê rêveberên xwe, hatin û çûyîna Ewropa û hwd ji sala 1980an ve, wan îradeya gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo berjewendîya partîya xwe îpotek kiriye û nahêle ku ew gavek jî bavêjin.

Dewleta Îranê di serdema xweya herî dijwar de dijî, di warê aborî de zehmetiyên mezin hene, dewleta Îranê ji hundur ve bi teqînek mezin re rû bi rû ye, lê PKKe, li gorî peymana bi Îranê re, nahêle gelê Rojhilatê Kurdistanê xwe biliqîne.

Ew ji bilî xwe nahêle ku partiyek tenê ya Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî sînoran bibe, ew di weşanên xwe de yek gotin li dijî dewleta Îranê nakin, PJAK û baskê wê yê leşkerî YRK di derbarê Îranê de daxuyaniyên weha didin ku mirov difikirin ku ew partiyek fermî ya Îranê ne, ye û li Îranê tenê pirsgirêkek demokratîkbûnê yên biçûk hene, PKKe ne ji bo sê an pênc bajaran, lê ji bo jiyana yek-dû rêveberên xwe, wekî Cemîl Bayik û ekîba wî, Mistefa Qarasû, li seranserê Rojhilatê Kurdistanê bûne pasawanên Îranê û sînorê wan diparêze.

Tu kes Gerîla dorpêç nake, ya rastîn Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatîye dorpêçkirin

Yek ji tiliyên di destê Qarasû de mayî a duyemîn jî Îraq e, ew heman tiştî rasterast bi dewleta Îraqê û Heşda Şebî re dike, PKK li gel Îraqê û Heşda Şebî Herêma Kurdistanê dorpêç dike, divê kesên berpirsyar derkevin û ji vî gelî re bibêjin ku yên dorpêçkirî ne Gerîlane, yên hatî dorpêç kirin Hewlêr e, Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ye.

PKKê li Şingalê xiyanet li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û ji bo meaşekê bû hevkarê Heşda şebî, PKKe tenê ji bo berjewendiyên xwe yên partiyê xebatê dike ku Şingalê bi Îraqê ve girêbide, ji vê mezintir xiyanet tune.

Bi salan, PKKe Hêzên Pêşmerge li ber deriyê wargeha Mexmûr qebûl nekirin, lê ew çûn polîsên Îraqê anîn û li ber deriyê Kampa Mexmûr qereqolek ji boy wan ava kirin, Qarasû dibêje: «Ger Pêşmerge were Çemcû, dê şer hebe», Çima Qarasû, di jiyana xwe de te çi çiyayekî Kurdistanê derbas nekiriye, ma ne diviya te gotiba ger Heşda Şebî were Şingal emê Qîyametê rakîn şûna ku tu bibêjî emê li Çemcû şerê Pêşmerge bikin? Kurdistanî bûyîn eve?, Kurdistanîbûn eve ku hûn mirov bikare ji dagirkerî re bibêje tu dagirkerî, Partiya we bi fermî û eşkere ciwanên Kurd cil û bergên dijminê Kurdistanê Heşda Şebî li xwe kir û Îraqê wekî dost û Îranê jî wekî heval dibîne.

PKKe ji sala 2013an ve destên xwe diperexîne û li bendê ye, ku ger Herêma Kurdistanê bikeve dê parçeyek bigehe me jî, lê hûnê bi wê xeyalî bimirin.

Tiliya sêyemîn a Qarasû, Sûrî ye: PKK bi rastî jî ji Sûriyê re nabêje kolonyalîst, ji ber PKKe di bin sîvana Hafiz El Esed de mezin bûye, heman dem ji ber dostanîya Îranê jî, Beşar Esed weke hevrê dibîne, tiştê ecîb ewe ku Cemîl Bayik yekem kes bû ku digot pêwîste YPG e petrolê nefiroşe û dijî derket, ango PKK ji Sûriyê re jî doste ne dijmine.

Li Tirkiyê PKKe bi kê re dijminatiyê dike?

Ew çar kolonyalîstên Qarasû bi tilikên xwe hijmartî sê ji wan, ango Îraq, Îran û Sûrî, mil bi milê PKKê ne, ew ne kolonyalîst in, lê gelo ji bo Qarasû kî Kolonyalîste? li gorî Qarasû Tirkiye jî ne Kolonyalîste, Qarasû di axaftina xwe de dibêje: «Niha gelê Kurd û gelên Tirkiyê di tekoşîna Tirkiyê ya demokrasîyê de bûne yek», lê em dipirsîn heke ewa Qarasû dibeje rast be, wê demê pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê tenê hilbijartin û têkoşîna demokratîke, wê çaxê hûn çima behsa şerê çekdarî û fedaîtî yê dikin? Gelo Dewlet û gelê Tirk bi kîjan rastiya komkujiya Kurd qebûl kirîye ku hûn berê gelê Kurd didin Tirkan ku ew nava Tirk bûnê de bihêlin?.

Bi rastî Qarasû, di tevaya axaftina xwe de, ji CHP ê re peyam dişîne û dibêje ku bi hev re em dikarin vê hikûmetê hilweşînin, dîyar dibe ku di nêrîna Qarsû de dewleta Tirkiyê jî ne dagirkere tenê kêşeyên partîya desthilatdar e, ango kêşe ne dîrokî û netewî ye kêşe hilbijartin û îdara demkîye.

Di destê Qarasû de çi tilîk neman, ango, Îraq dostê PKKê ye, Îran dostê PKKê ye, Sûrî dostê PKKê ye, başe gelo Qarasû kî dijmine me ye?

Esasen çi dijmîne PKKê nîne, PKKe bî tevahî dagîrkeran re di nav peywendîayn de ye, ev peywendî jî ne li ser esase çareserîya Pîrsgîrek Kurde, heger wusa be emê çepka lêdîn, lê belê ev peywendî li ser berjewendîya hîzbî û li ser jîyana rêveberên PKKê ye.

Esasen çi dijmine PKKê nîne, PKKe tenê ji ber zindî girtina leanger û kadroyên xwe daîmî hayalî dijmin û hayalî hevî çedike. PKK dibêje NATO, DYA; Îsraîl, Yekîtîya Ewropa, hêzên herêmî herkes êrişî me dike û dixwaze me tine bike. Helbet heger ev hêz tunebȗna PKK yek rojî nedikarî li ser lingan bimîne. Heger DYA nebe, li Rojava nedikarî bimîne, heger Îsraîl wek HAMAS çek dijî PKK bi kar bîne PKK sê roja da tune be. Yekîtîya Ewropa yek roj kare PKK asteng nekiriye. Li navenda Yekîtîya Ewropa Belçîka nunertîyên PKK hene bi navên dî. Zaten PKK Îran, Tirkiya, Iraq û Sûriya dijminê xwe nabîne, tenê dixwaze van demokratîk bike başe ev çek, ev kuştin ev tufane ji boy çiye? Rastî em ji Karasu dipirsîn dijminê we kîye.

Pustên heman beş