Çend roj berê bernemeyeke rêveberê PKK Mistefa Karasû di Medya Haber TV yê de hate weşandin. Di bernamê de Mistefa Karasû timûtim peyva Kurdistan bikar dianî. Lê di axaftina wî de, peyva Kurdistan pir xwecih nebû. Mîna ku gotinên emanet ev peyv dihate gotin. Lê, dema Karasû li ser demokrasiya Tirkiyê diaxive, herdu çavên wî dibiriqîn. Ji nava kezeba xwe peyva Tirkîye bûnê dainî der û ji deve xwe derdikir. Gelo çi sebebe ku peyva Kurdistan li ser lêvên Karasû weke emanet bisekine?
PKK tevgereke ku ji nişka ve her tiştî bi bîr tîne. ji serokê çepê Tirk Deniz Gezmiş, bigire heya serokên şoreşa cîhanê, her tiştî bibîrtînin û bernameyên taybet li ser wana çêdikin. Lê PKK hinek navan tu car bi bîr naîne. Ew jî navên sembolên dîrokî yên doza Kurdistanê ne. Mînak, heke Karasû di 6 ê Gulanê de ji bo sêdaredan a Denîz Gezmîş bipeyiviya, wî ê bi gelek bûyerên dîrokî re girêdanek di navbera Deniz Gezmiş, û PKK ê de çêkira.
Jixwe îsal, Cemil Bayık ew erk li ser navê PKK ê pêkanî. Bayik Di axaftina ku wî di destpêka Gulanê de kirî de wî di got ku PKK berdewamiya tekoşîna Deniz Gezmiş e, û PKK jî berdewamiya tevgera şoreşgerî ya Turkiyê ye.
Em baş dizanîn ku serok û pêşengê Karasû ne Şêx Seîde belku Denîz Gezmîşe
Lêbelê, Mistefa Karasû roja ku Şêx Seîd hatî darve kirin li ser tv bû, lê Mistefa Karasû bi tu awayî qala sêdaredan a Şêx Seîd efendî û 47 hevalên wî nekir. Dibe ku ev helwesta Karasû wekî hûrguliyek biçûk xuya bike, lê “rastî di hûrguliyan de veşartî ye”. Em baş dizanîn ku Serok û pêşengê Karasû ne Şêx Seîd e, Deniz Gezmiş e.
Dema ku min li Karasû temaşe dikir, nişka ve Candan Badem hate bîra min. Van salên dawî, Candan Badem bênavber di salvegera şehadeta Şêx Seîd efendî de dibêje “ Şêx Seîd kesekî kevneperest e” bi vî rengî heqaretê li Şêx Seîd efendî dike. Îsal jî Candan Badem got “ yên keseke wekî Şêx Seîd ê kevneperest bibîr tînin heke ew ne oldar bin û kevneşop bin jî lêbelê ew di nava xeflet û xîyanetê da ne”.
Bi rastî, heke em ji hêla sosyolojîk ve vekolînin, emê bibînin ku Candan Badem û Mistefa Karasû di heman xetê de tekoşîn dikin. Lêbelê, heke hûn rêbaza analîzek zanistî bikar bînin û li helwesta van herdû kesan li hember bûyeran binêrin, hûn dikarin bibînin ku taybetmendiyên Karasû û Badem yek in.
Kurdbûn ne tenê komek axaftinên siyasî ye. Kurdbûn ji baskê sîyasî bêhtir rastîyeke ku xwedan kodên civaknasî, çandî û rûhî ye. Kurdbûn rewşa rûhî ye, rewşa hest, rengê jiyan û hestîyarî ye.
Heya ku têkiliyek di navbera van her duyan de çênebe, hûn nekarin kurdbûnê terîfbikin. Bi rastî, heke ku hûn Kurdayetiyê tenê bêxin nava nîqaşek siyasî de û hûn asta wê ya hest, rûh û çandî paşguh bikin hûnê Kurdayetîyê piştêve xencer bikin. Quretiya Mistefa Karasû ya di derbarê Kurdbûnê de, tê vê wateyê ku Karasû dixwaze pişt ve Kurdayetiyê xencer bike. Ji ber ku Mistefa Karasû ji hêla sosyolojik û çandî de, ne Kurd e. Heya em dikarin bibêjîn ew ji hêla siyasî ve jî ne Kurd e.
Ji bo Mistefa Karasû, şertê yekem ê pêşkeftinê zanîna zimanê tirkî ye û temsîla çanda Tirkbûnê ye
Sosyolojîya Karasû û ya Tirka yeke, û ew xwedî hestên Tirkî ye, bi cîhana sîyasî ya Kurd ve jî çi eleqedarî nîne. argûmanên wî yên siyasî jî ne Kurdistanî ne. Mistefa Karasû dikare bi saeta Tirkekî çep an jî rast re biaxive lê ew nikare 1 deqîqe tehemûla Kurdekî ku Tirkî nezane bike. Ji bo Mistefa Karasû, şertê yekem ê pêşkeftinê zanîna zimanê tirkî ye û temsîla çanda Tirkbûnê ye. Nêrîna Mistefa Karasû ya li ser Kurdan û nêrîna Candan Badem ya li ser Kurdan yeke. Karasû bi çavê Tirkan bi Kurda dinêre. Ango bi çavê netewa serdest li Kurdan dinêre û wan Biçûk û şûnketî dibine. Ango, nêrîna wan ya liser Şêx Seîd çibe nêrîna wan ya gelê Kurd jî ewe.
Evdilla Ocelan sala 1999 di dadgehên tirkiyê de digot “Şêx Seîd ajanê Îngilîza ye, ewî bi Îngilîzan re lihevkir, ji bo komara Tirkîyê hember Îngilîzan bixwe tangavîyê ew raperî.”
Piştî ku van daxuyaniyên Ocelan pir nerazîbûn din ava Kurdan de çêkirî, PKK pirtûkên Ocelan ji nû ve çap kirin û ew beşên bûyne sebep ku Kurd bertek nîşan biden, hinek peyvên tûj ji pirtûkan hatin derxistin. Ocelan ji ber nêrîna xwe ya li ser Şêx Seîd lêborîn ne xwest û yek peyvek rêzdar jî ji bo vê dîrokê negot. Ev xeta Ocelan rastiya veşartî ya PKK ê ye. PKK tenê ji bo girseya xwe li gel hev bigire, carna bi qencî behsa Şêx Seîd dikin, ew ji bo propagende ve dibêje. Vê propagendê Bi rastiya PKK ê re çi têkildarî nîne. Gava ku hûn li ciwanên PKKê mêze bikin, hûnê bibînin ku tu têkilya wan bi sosyolojî û çanda kurdayetî ve nîne. Zimanê Kurdî tune, Qazî Muhammed tune, Şêx Seîd tune, Ûbeydullah tune, ango di bîrdanka wan de Kurd tune. Tenê dibêjin, vejîna Kurdan PKK ye, mafê biratîya gelan, nijadperwerî ya Kurd xirab e, em ê tirkiyê Demokratîk bikin Û hwd… kîsek peyvên asta sîyasî de bêberamber dikin û bi van xeyalên pûç dijîn. Yek ji wan kesên ku vê zihniyetê di nava Kurdan de belav dike Mistefa Karasû ye.
Karasû bûyîn bi xwe, tê wateya kuştina nasname ya Kurd.
Ger hûn li tevahiya arşîva Mistefa Karasû binêrin, hûnê bibînin ji xeynî Robespierre, Deniz Gezmişe, Chee Guevara, pîr Sûltan Ebdal tu kesekî Kurd weke Şêx Seîd, Şêx Ûbeydûllah, Qazî Muhammed û hwd têde nine. Yek nêrîna wî li ser dîroka Kurdan nîne û di wî babetî de bi zanebûn xwe pir cahêl hiştî ye. Tu têkiliya Mistefa Karasû bi civaknasîya Kurdistanê re tune.
Gava rexne tê kirin ku Mistefa Karasû çima Kurdî nizane, ew dibêje “Cehş jî bi Kurdî diaxivin” ma pîvana şoreşgerî tenê ziman zanîn e û bi vî rengî xwe diparêze. Karasû Zanîna Kurdî wekî hûrgilyeke biçûk a ne girîng dibîne. Lêbelê, Kurd, Kurdistan û Kurdî hebûnên ontolojîk ên hev in. Ger Kurdî tune be Kurdistan jî nîne, ger Kurdî tune be Kurdayetî jî na be. Zimanê Kurdî ne hûrgilî ye, esasê hemû tiştî ye.
Mistefa Karasû qed li gel kurdbûnê gûncaw nîne. Mistefa Karasû tê wateya Tirkî, tê wateya sosyalîzmê, tê wateya şoreşa Fransa, tê wateya Elewîtiyê, tê wateya biratîya gelan, tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Lê Karasû qet nayê wateya Kurdbûn ê. Sekina Karasû ya sosyolojîk û mantalîta wî ya sîyasî çi eleqe bi Kurdayetî ve nîne. Karasû bûyîn bi xwe, tê wateya kuştina nasname ya Kurd.
Ya ku ez nikarim fêm bikim eve ku kesek weke Karasû çawa çêdibe ku xwe xwediyê rastiya siyaseta Kurd û Kurdistan bibîne. Wusa dixuye ku li ser navê Kurdan siyasetê dike. Badem Candan çend îcaze heye ku li ser navê Kurdan siyasetê bike, Mistefa Karasû bi qasî wî xwedî îcaze ye. Ji bo her du layanan jî Kurdên Sunî, Kurdên neteweperwer, yên ku mîna wa nafikirin, û yên ku ne sosyalîst in paşverû ne.
Dema nîqaşkirina zirarên siyasetmedarên ku warê sosyolojik de ne Kurd, hatîye.