Bafil organên YNKê haydar kirine hevserokatî bavêjin

Bafil organên YNKê haydar kirine hevserokatî bavêjin

Pirsgirêk û guhertinên nava yekîtîya Niştîmaniya kurdistanê de dewam dikin, îro Bafil talebanî ne tenê navê serokê partiyê li xwe kir, lê belê organên partiyê jî haydar kirine ku sîstema hevserokatiyê bavêjin û jêre bibêjin serokê YNKê.

Dûrxistina birêveberên Dezgeha Zanyarî û dije terorê yên Silêmaniyê û danana dû kesên din li cihê wan ji aliyê Bafil talebanî ve, volkanek li Silêmaniyê û Başûrê Kurdistanê teqand, her kes dipirse ev derbeyeke ku Bafil û birayê xwe Qubad li ser mala cengî dikin, yanjî guhertinên normal in di organên partiyê de.

Ji min ra bêjin serok, hevserokatî nema

Di dewama guhertinan de, îro ofîsa Bafil Talebanî bi fermî li şûna peyva “Hevserok”, peyva “Serok” jê re bi kar anî û li ser wê esasê yekemîn civîna xwe ya siyasî li gel Heyder Al-Abadî serokê Hevpeymaniya Nesir û serokwezîrê berê yê Îraqê girêda.

Bafil Talebanî li hesabên xwe yên feysbûkê û twitterê li cihê danenasînê, peyva hevserok avêt û peyva serokê YNKê li şûnê danî.

Li gorî agahiyên ku bi dest pêgeha Darka Mazî ketine, Bafil Talebanî dû rojan berê organên partiyê haydar kirine ku êdî ew danpêdanê bi sîstema hevserokatiyê nake û telîmat ji wan re şandine ku êdî wî weke serokê YNKê nas bikin, heman telîmat ji boy medya fermî ya YNKê şandine.

Yekîtîya Niştîmaniya Kurdistanê li dîsambera sala 2019an kongreya xwe ya çaremîn li darxist, têde sîstema hevserokatiyê hatbû pejirandin, Lahor Şêx Cengî û Bafil Talebanî weke hevserok hatin hilbijartin.

Ji wê demê ve, Lahor cengî bi nav organên YNKê ketîye û her tişt ser û bin kir, siyaseta piştguhxistina Bafil û mala Talebanî da meşandin, herdu saziyên Zanyarî û dije teror jî ji boy berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar anîn, balên nava YNKê pêtir kirin û dengên nerazîbûnê ji vê siyasetê li nava YNKê bi taybet kadroyên wan yên damezrêner berz bûn.

Xerabtirîn sal û nîv di jiyana YNKê de

Ji dîsambera 2019an heya roja 8 Tîrmeha îsal 2021an, bi xerabtirîn sal û nîv  ji bo YNKê tên hesab kirin, di vê demê de, Lahor Cengî baskên pêtir di nava YNKê de çêkirin, pêtir partî xiste jêr bandora rêxistina PKKê, gelê kurd çendîn cînayetên di vê demê da jiyan kirin weke radest kirina Mistefa Selîmî, kuştina Amanc Baban û hevjîn û zarokê wan, lihevhatinên jêr bi jêr li gel Îranê û PKKê di pirsa Zînî-Wertê da, desteser kirina Simko Benefşî û îfşa bûna rola dije terora YNKê bi serkirdatiya Lahor Cengî di kuştina Qasim Suleymanî yê fermandarê feyleqa Quds ya supayê pasdarên Îranê ku bi awayek zelal di malpera Yahoo News ya Amerîkî de hat bas kirin û dawî car jî dest danîna wan li ser dahatê pereyên Silêmaniyê yê ku ji boy mûçeyên wezîfedaran diçe gencîna hikûmetê.

Bafil talebanî ku ji dema kongreya çaremîn dengê wî tune bû, li rojên rabûrî ew weke volkanê teqîya û ji nûve fêm kir ku mala şêx cengî YNKe ji xeta netewî û kurdayetîyê derxistîye, ji nûve fêm kir ku Lahur navê Talebanî weke metiryalek ji bo berjewendîya xwe bi kar tîne û dest bi qut kirina destên Lahor ji sazoyên gorîng yên YNKê kir.

Du ji giringtirîn guhertinên ku Bafil Talebanî û Qubad Talebanî serokê tîma YNKê di Hikûmeta Başûr de encam dayîn, guhertina rêveberên saziyên zanyarî û dije terorê bûn, di van guhertina da, Bafil Talebanî daxuyanî da û got: ev herdu sazî li gorî berjewendîya şexsî dixebitîn û êdî ew dê li ser wê bingehê xebatê bikin ya ku mam Celal Talebanî ji bo ava kirî.

Çavkaniyên pêgeha me li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, Bafil Talebanî bi haydarîya Lahur Cengî û eşkere ev hengav havêtine û dest nîşan kir, li roja 8 vê mehê, Lahur û Bafil civîyane, Bafil ji Lahur re gut ku sîstema hevserokatiyê ji bo YNKê guncaw nîye û pêwîste were hilweşandin, lê belê Lahur ev yêk red kirîye, îro jî Bafil tek alî navê serokê YNKê li xwe kir û organên YNKê bi vê hengava xwe haydar kirine.

Pustên heman beş