Piştî daxuyaniya wekîlê HDP Erol Katircîoglu ku digot “ger pêvajoya çareseriyê were destpêkirin, em dikarin wekî HDP bi AKP re li hev werin” li gel van axaftina nîqaşek weha despêkir, gelo pêvajoyek çareseriyê ya nû dest pê dike an jî hevdîtinên veşartî hene di navbera PKK ê û AKP ê de. Çûna Erdogan ji bo Amedê ev nîqaşên bi vî babetî ve gûrkirin. Nivîskarê malpera Artı Gerçek, Ehmed Nesîn jî beşdarî gotûbêjan bû û di quncikê xwe de meqale yek weşand, wî jî piştgirî da îdiayên ku dibêjin navbera PKK û dewleta Tirk de hevdîtin hene. Ehmed Nesîn di nivîsa xwe de xeberdanek din jî kir. Li gorî wî, di van demên dawî de di navbera Evdila Ocalan û serokê Mît ê Hakan Fidan de hevdîtin hene.
Nesîn got, “li gel van hemî tiştên diqewimin, ez dixwazim li ser guhlêbûnekê biaxivim. Ma serokê Mît ê Hakan Fidan roja Pêncşema borî bi serokê PKK ê Evdila Ocalan re hevdîtinek kirî ye? Ger wan hevdîtin kiribe, gelo çima parlementerên HDP ê wekî berê êncamên vê civînê ji PKKê re naben. an ew derveyî hevdîtina têne girtin? An naxwazin vê carê HDP ê bixin nava hevdîtinan…?” Di rastî, ji berê de dihate zanîn ku navbera Evdila Ocalan û serokê Mît ê Hakan Fidan pir xweş û aram e.
Pêwendiyên Serokê Mît ê Hakan Fidan û Evdila Ocelan
Tê zanîn ku di navbera Hakan Fidan û Evdila Ocalan de ji sala 2011 ve têkiliyek pir bihêz heye. Bi rastî, Ocalan 10 ê sibata 2015 dijî devjikar berdana Hakan Fidan derketi bû û pir pesnê serokê Mît ê dabû. Heya Ocelan digot “min û Hakan Fidan li vir Kobanî rizgar kirî ye” wî bala hemûyan kişandibû ser têkilîyên xwe yên bi serokê Mît ê Hakan Fidan re heyî.
Çavdêrên siyasî jî we difikirin ku têkiliya Hakan Fidan û Ocelan bênavber berdewam bûye. Û her weha nêrînek hevpar jî heye ku têkilîyên Ocelan bi dewleta Tirk re çi rasterast û çi jî nerasterast her tim hebû ye.
Karmend û xebatkarê çapemeniyê yê PKK ê Doxan Çetîn di 25 ê Çile de gotibû ku dewleta Tirk û AKP navbeynkar şandin e Qendîlê.
Ya ku Mirad Qarayilan gotî;
Rêveberê PKK ê Mirad Qarayilan, diyar kir ku AKP ê di 11 ê Hezîranê de nûnerek xwe şandiye cem wan. Di daxuyaniya Qarayilan ya ku piştî 5 pêşmergeyan ji aliyê hêzên PKK ê ve li Amêdiye hatin şehîdkirin de hat gotin ku AKP ê daxwaz ji wan kirîye ku ew şer rawestînin. Berdewamî de Qarayilan: “Tiştek din jî heye, û ew bi rastî tiştek nepenî bû. Heya niha, min digot heke min Kek Mesûd Barzanî bidîta, ez ê bi wî re par ve bikim an jî heke ez bi rayedarên PDK ê re hevdîtinê bikim, ez ê ji wan re bibêjim. Lê naha ez vê yekê li pêşberî gelê Kurd û raya giştî parve dikim. Çend meh berê, dewleta tirk, bi navbeynkariya hin hevalan, û Tayîb Erdogan bixwe, ji me re agahî şand û got: “Li Tirkiye an li Bakurê Kurdistanê agirbestê ragihînin, wê hingê em jî midaxile yî çi karen we yên parçeyên din ên Kurdistanê nakîn’ Ji ber vê yekê agirbestê îlan bikin, heke we bi PDK ê re nakokî hene, herin şerê wan bikin… ” PKK ev demek dirêj e li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî pêk ne anîne, tîne bîra mirov ka gelo li ser mijarek weha Pkk û Akp li hev kiriye? çimkû Ji ber şerê her du alîyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pir zirar dît û hêjî di bîne.
Gava ku mirov Hemî daxuyanî û nîqaşan li ber çav digire, tê dîtin ku trafîkek danûstandin û hevdîtinan di navbera AKP û PKK de heye. Bi rastî, bi giştî nêrîna tête pejirandin ew e ku ti carî danustandin di navbera PKK û dewleta Tirk nevebirîne. Astengiya ku her du layan tê de dijîn PKK ê û AKP ê nêzî hev dike û muhtacî hevdu kirine. PKK di her warî de teng û piçûk bûye, ew nikare li Bakurê Kurdistanê yek fîşekê jî bavêje û nikare hezar kesî jî li hev kombike. Li aliyê din, AKP jî her warî de teng bûye û ji hêla hevpişkê xwe yê hikûmetê MHP ve jî bêtir tê tengavkirin. Ji 2004 û vir ve, ev her du hêz ji bo ku xwe ji van astengîyan rizgar bikin, dibe ku pêwîstî bi hev dû rizgarkirinê di bînin.