Kamûran Berwarî û rastiyên PKK ê

Kamûran Berwarî û rastiyên PKK ê

PKK bi taybetî ev du sal in şerekî berdewam li dijî herêma Kurdistanê dimeşîne. Stûna herî mezin a vî şerî çapemenî ye. Çapemeniya PKK bi berdewamî ji cîhan ê û Kurdan re dibêje Îdareya Herêma Kurdistanê xerabe û ew ne tiştekin. Yên ku vê medyayê dixwînin û qet neçûne Hewlêr û Silêmaniyê, wisa difikirin ku Herêma Kurdistanê welatek mîna Afghanistan û Yemenê ye. Ji ber ku PKK bi berdewamî dibêje Herêma Kurdistanê xirab e.

Dîmena Herêma Kurdistanê ya ku ji aliyê PKK ê ve hatiye vegotin wiha ye: Kesê ku Mesût Barzanî, Serokê berê yê Herêma Kurdistanê, weke serok nehesibîne, yekser tê girtin. Her roj jin tên kuştin. Jin nikarin bi serbestî cilan li xwe bikin. Mirov birçî dimînin. Saziyek tenduristiyê tune. Ne perwerde, ne zanîngeh, ne dibistana Kurdî. Li kolanan tim al û stranên tirkî têne lêxistin. Ew hawîrdorek wusa xirab e.

PKK; Dema ku vê propagandayê li dijî Herêma Kurdistanê dike, hin mirovên Başûrê Kurdistanê jî di çapemeniyê de bikar tîne. Hin ji wan wekî hunermend, nivîskar, helbestvan, siyasetmedar dide nas kirin. Lê gelê Başûrê Kurdistanê van mirovan qet nas nake. Mînak, kadroyekî PKK ê diçe malekê li Silêmaniyê û dibîne ku kesek li mala xwe sazê dilîze. Ew vî kesî derdixe pêşberî çapemeniyê û dibêje ku hunermendê ji Başûrê Kurdistanê wisa gotiye. Yanî, ew mîna ku komek mezin a rewşenbîr, nivîskar û karîkaturîstan piştgiriyê didin wan propagende dikin. Lêbelê, alîgirên PKK hemû kûlmekin. PKK vê girseyê wekî hêzekî mobîl digerîne û wan ji bajarekî dibe bajarekî din. Yên din ew kes in ku bi rastî ne girêdayî PKK ê ne, ji ber ku ew tenê hevpeyvîna PKK ê qebûl dikin. Li dora PKK ê jî komek piçûk heye, ku têkiliya wan bi PKK ê re nîne, lê tenê ji ber berteka PDK û Barzanî PKK wan hestên dijber bikar tîne. Bi rastî, ev kom koma herî xeternak e. Ji ber ku pir çavbirçî û tijî kerb û kîn in ew çi sînoran nasnakin, bê pîvan bê mebde û stop in. Ew PKK ê bikar tînin, PKK jî wan wekî çek dijî PDK û Barzanî bi bikar tîne. Yek ji wan kesan jî Kamûran Berwarî ye.

Kamûran Berwarî kî ye?

Kamûran Berwarî kesekî mûdavîmê çapemeniya PKK ê ye. Ew her dem di çapemeniyê de cih digire û daxuyaniyên ku piştgiriyê dide Polîtîkaya PKK ê li başûr. Ew tawanbariyên bê bingeh û derew li dijî rêveberiya Herêma Kurdistanê û PDK ê dike. Her çend medyaya PKK ê negotibe jî lê, Ew bi fermî mamosteyê beşê Ziman û Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Duhokê ye. Ev kese tevî hemû dijberiya li dijî PDK ê û Herêma Kurdistanê dike jî, heta îro kesî dest nedaye pîşeya wî a akademîk û asta erka wî. Ji ber vê yekê, ew tewanên xwe bi hêsanî dike.

Ger Kamûran Berwarî di nav PKK de bûya dê çi bibûya?

Ez dixwazim pirsekê jê bikim: “Kamûran Berwarî, ger tu li herêmeke di bin rêveberiya PKK ê de bûya, te yê kariba wisa PKK rexne bikira, û bi hêsanî li ser erk  kariyera xwe jî bima ya?”

Ez ê bersivê bidim bê guman na. Ji ber ku li cihên ku dibin kontrol û desthilatdariya PKK de bin pêwsîte her kes bibêje “Bijî Serok Apo”. Yê pir biçûk rexnekê li Apo bixwe ew weke xayînê netevî tê tewanbar kirin û bilez tê bêbandor kirin. Bila kesek li Kampa Maxmurê bibêje, “Abdullah Öcalan li İmraliyê teslîmî Tirkiyeyê bû”, hûn ê yekser werin girtin û bêserûşûn kirin. Hûn hezar carî lêborînê jî bixwazin jî hûn ê werin gunehbarkirin û di nava gel de bi dûvik hûnê bigerin. Û payre jî bi sala hûn ê hewl bidin ku xwe ji PKKê re îspat bikin. Ger hûn li Rojava bûna, dev ji rexneyê li Ocalan û PKK kirinê berde, we nekarin di tu saziyan de bixebitin hemû rêkên jîyanê da ji were werin girtin. Heke we dikanek hebe jî, dê PYD ji mirovan re bibêje” ev dikana xayîna ne li wir kirînê nekin”.

Ango, ger Kamûran Berwarî ev axaftin dinav PKK ê de dijî PKK ê û rêveberî û sîstema wê kiriba yan niha bin ax ba, an da revîba an jî ew ê niha di zindanan de birizîya. Yên 20-30 salên xwe xebat û şer kirî nikarin rexneyê li PKK ê û rêveberiya wê bikin. Ew yêk dibe sebeba tasfewî demxe kirin û kuştina wî, bi hezaran mînak hene, bila Kamûran hinek mêjûya PKK ê lêkolîn bike. Ji ber vê sedemê divê Kamûran Berwarî pêşî dersa demokrasiyê bide PKK ê.

Ma bêyî PKK ê da Başûrê Kurdistanê wêran bûya?

Gotinek heye ku Kamûran Berwarî û PKK bi salan e dubare dikin: “Ger PKK tinebe, Hikumeta Herêma Kurdistanê da hilweşe”. Ev gotin bê bingeh û ji rastî yê dûre. Ew tenê peyveke û hundirê wê vala ye. Ji ber ku pratîka PKK ê ya Bakurê Kurdistanê eşkere ye. Qada tekoşîna PKK ya esas Bakur e û Bakur jî di çi halî da ye Kamûran û hemû Kurd jî baş dibinin.

Ger Kamûran Berwarî vê rastiyê nebîne, dikare biçe û li Bakurê Kurdistanê binêre û rastî ya bi çavên xwe bibîne. Ew dikare bibîne ka PKK çawa di şerê xendekan de 12 bajar yek bi yek wêran kirin. ka PKK ê çawa hemû çîya, dol û newel, banî û zozan teslîmî artêşa Tirk kirine. PKK ê baş dizanîn ku heke xendek li kolanên bajarên Kurdistanê hatin kolandin dê bajar wêran bibin û malên sivîlan bêne şawitandin. Ew piştî ku li bajarekî têk çûn, çûn û li bajarekî din xendek kolandin. Bi vî awayî, bajar yek bi yek hatin xerakirin û gel penaber bû. Gund hatin valakirin. Li Cizîrê, PKK ê qebûlnekir ku 100 birîndar ji jêrzemînan derkevin, got dê îtîbara me biheje, zêdeyî 100 ciwanên temen 15-23 salî ji aliyê dewletê ve hatin şewitandin. Belê, dewleta Tirk bêrehm û bêwijdan e, lê PKK ji wan bêmerhemet tire. Ji bo ku şer wekî şerê gel nîşan bide, gel bi zarok û jin ve anî nava şer de. Li şûna ku gel biparêze, wan bingehê mirina mirovan amade kir, ji ber li ser vê yeke bikarin propaganda bikin.

40 sal in 5000 gundên kurdan hatine valakirin, herî kêm 40.000 kurd mirin. Niha li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî li ber jibîrkirin û winda bûnê ye. Li Ameda ku jê re dibêjin paytext û kela PKK ê, ciwanên 15-20 salî kurdî nizanin. Kurdên li bajarên Tirkiyeyê di bin xetereya qirkirinê de ne. PKK nikare tiştekî bike. Li bajarên Bakurê Kurdistanê, temenê bikaranîna tiryakê li Amedê daket 13-14 salî. Tiryak li ber dibistanên navîn tê firotin. Keçên Kurd bi zanebûn bi destê dewletê dikevin nav fuhûşê. Zarokên malbatên ku sê -çar zarokên xwe dane PKK ê dikevin nava rêyên pir xerab. PKK her sal bi gefxwarinê li Ewropayê pereyan kom dike û qurûşekî jî nade malbata şehîdekî. PKK her sal ji bo pîrozkirina rojbûna Evdila Ocelan xwepêşandanan li dar dixe û dibe sedema girtina bi hezaran kesî û hwd.

Dema ku rewşeke ev qas xerab li Kurdistana Bakur hebe, hûn çawa difikirin ku ger PKK tinebe wê Başûrê Kurdistanê xera bibe? Heke PKK ya ava kirine baye da Bakur avedan ket, lê Bakur bi hemû awayî kavil bûye. Pîçek xwedan ar bin û hinekî şerm bikin. PKK a ku di bin wêrankirin û qetlîamê de nikare yek gulle jî ji bo Bakurê Kurdistanê biteqîne, dê ji bo Başûrê Kurdistanê çi bike?

PKK tenê ji bo yên li Başûrê Kurdistanê ku nan, çek, cîh û hin derfeta dîplomatîk bidetê dixebite. Heger PKK ê Bexda teşwîq nekiriba, hikûmeta Iraqê nedikarî ew qas fişaran li hikûmeta Kurdistanê bike. Heşda-Şebî nedikarî Kurdistanê tehdît bike. Artêşa Tirk nedikarî bahaneyên wiha bibîne û bikeve axa Başûrê Kurdistanê. Heger bi ya PKK ê bûya, ew dihatin û li parka Azadî ya Duhokê xendek dikolin û dê bigot a, ez Başûrê Kurdistanê diparêzim.

Ango, berevajî gotina Kamûran Berwarî başûr ê Kurdistanê bêyî PKK aramtir, avedantir û ewletir e. Lê rastî eve Ger “Başûrê Kurdistanê PKK neparastiba, wê PKK heta niha bihata tunekirin”. Ger PKK xwe ji Başûrê Kurdistanê bikşîne dê Başûrê Kurdistanê pir aram û avedan be.

Bi rastî, em vana ji Kamûran Berwarî re dibêjim, lê Kamûran vê ji berê de dizane. Hêviya wî tenê ewe ku heke Başûr hilweşe dê çi bi bahra min bikeve, ango li hêvîyê berjewendiyên şexsî ye. Ji ber vê sedemê, Kamûran dinava bêwijdanî û sûçeke mezin de ye. Ew bi partîyekê ku 9 pêşmerge kuştin re di têkiliyê de ye û agahî di de wan û şêwirmendî ji bo PKK ê dike.

Mînak, pêwendiyên Kamûran Berwarî bi yekîneyên îstixbarata PKKê yên li Metîna-Berwarî Bala û Silêmaniyê re hene. Her du mehan carekê bi rêkûpêk serdana Silêmaniyê dike û agahiyê dide van yekîneyan. Kamûran Berwarî yek ji wan kesan e ku şîret li PKK ê kiriye û gotiye; hûn li Behdînan yek an du kesan bikujin dê gel û xebatkarên asayîş û ewlehîyê bitirsîn. Kuştina rêveberê ewlehiya giştî yê Ser Zêrê, Xazî Salih Alîxan, bi teşwîqa yek an du kesên mîna Kamûran Berwarî pêk hat. Her weha tê zanîn ku Kamûran Berwarî lîsteyek navên wekî endamên KDP yên xeternak daye PKK ê. Ango, Kamûran Berwarî bi awayekî di bin navê akademîsyenekî de tevlî bûyerên kuştinê dibe. Kamûran Berwarî, nasname xwe ya Akademîk kirîye sitargeha nedosta. Lê belê çi pile têrî veşartina karen dijminahî yê nake.

Bi rastî bi dehan kesên mîna Kamûran Berwarî hene. Ez bi eşkere ji wan mirovan re dibêjim, heke bi rastî piçek evîna we ji welat û niştiman hebe, xwe ji vê lîstikê derbixin. Binêrin çawa ev sê sal in PKK her roj çend metrekare axa Kurdistanê ji Tirkiyê re hiştiye. Ji bîr nekin ku Evdila Ocelan li îmraliyê ji Tirkan re gotiye werin em bi hev re Hewlerê bistînin. Nebin şirîkê wan kesên ku xwîna pêşmerge rijandî û hê jî dirijîne. Ji ber ku her tişt tê efû kirin û tê helkirin, lê ewên ku xwîna Pêşmerge rijandine nayê efû kirin.

Pustên heman beş