Tê îdîakirin ku PKK ê ji Lahor Cengî re pasewan şandine

Tê îdîakirin ku PKK ê ji Lahor Cengî re pasewan şandin e

Agahiyên nû yên di derbarê têkilî û hevdîtinên di navbera hevserokê berê yê YNK ê yê ji kar hatî dûrxistin Lahor Cengî û PKK ê de di medyayê de cih digire. Hat îdîakirin ku PKK ê ji Lahor re hêzên çekdar şandine.

PKK ê di derbarê aloziyên di nav YNK de tu daxuyanî di organên fermî yên medyayê de neweşand. PKKê hewl daye ku heta îro bêalî xuya bike. Lê her kesê li qadê sîyasetê de dipejirîne ku rewş ji ya ku dixuye pir cûdatir e. Bi taybetî agahîyên têne belavkirin vê yekê nîşan didin.

PKK hêzên çekdar ji Lahor e şandin

Di dawiyê de, hat îdîakirin ku PKK “alîkariya ewlehiyê” ji Lahor Cengî re şandiye, Piştî ku kesên dewroberê Lahor Cengî hatin girtin, tê gotin ku hejmara kesên çekdar ên li dora wî kêm bûne. Bi ser de, PKK ê 4 tîmên ji 5 kesan pêktê ango yekîneyek 20 kesî şand Silêmanîyê. EV grûp hem ji bo ewlehîya Lahor hem jî weke helwesta PKK ê ku bêjin em bi te re ne hatiye şandin. Tê îdîakirin ku, ev yekîne bi fermana Cemîl Bayik hatîye şandin.

Çavdêrên siyasî yên ji Silêmaniyê îdîa dikin ku hêzên li kêleka Lahor Cengî di dema tengezariyê de dê dev ji bikaranîna çekan li dijî pêşmergeyên YNK ê berdin, loma jî PKK ê parastina Lahor Cengî weke erk ji xwe re  pejirandîye.

PKK piştgiriya manewî dide alîgirên Lahor Cengî

Sedemek din a ku PKK pêşniyazek wiha bike ewe ku piştgiriya xwe ji alîgirên Lahor Cengî re nîşan bide û moral ê dide wana. Ji ber ku hejmara alîgirên Lahor Cengî roj bi roj kêm dibin. Hejmara kesên duh û îro li ber mala Lahor Cengî kom bûyn negihîşt 200 kesî.

Li ser vê hevgirtinê di navbera Lahor Cengî û PKKê de propaganda tê kirin. Lahor Cengî yê ku ji ber dizî, gendelî û qaçaxçîtiya çekan tê darizandin, ji bo girseya ku duh li ber mala wî kom bûbû ji siyaseta Tirkiyeyê ya çewsandina li dijî Kurdan û li ser zîndanîkirina Selahattin Demirtaş gotar dan. Xuya ye ku Lahor Cengî dixwaze bi propagandakirina rewşa Kurdên Rojava û Bakurê Kurdistanê hebûna xwe bidomîne. Lê Bakur hê keçelê xwe derman nekirîye ku bişê keçelê Lahor jî derman bike.

Propagandayê alîgirên Lahor Cengî

Alîgirên Lahor Cengî propagandayê dikin ku PKK û PYD piştgiriyê didin wan û ewê dema hewce bike hêzên leşkerî jî, ji wan re bişînin. Ji ber vê sedemê, tê gotin ku nûnerê Cemîl Bayik hatiye gel Lahor Cengî û piştgirîya xwe dîyar kirîye. Her wiha tê nîqaşkirin ku PKK ê nûnerên xwe şandine gel Hêro Talabanî, Kosret Resûl û Melle Bahtiyar jî û ji wan re gotine, “Em nikarin qebûl bikin ku Lahor Cengî ji siyasetê were dûr xistin.”

Di navbera Lahor Cengî, Heşda şabî û PKK de hevpeymaniyeke sitratejîk hebû ku ji sala 2014 an û vir ve didome. Tê zanîn ku Lahor Cengî di derbarê rêkeftina xiyanetê ya ku wî bi Bexdayê re di derbarê Kerkûkê de kirî jî PKKe pêşwext agahdar kiriye û PKK hêzên xwe yên li Dakuk û Duzxurmatu bi tirimbêlan berîya 6 saet ku artêşa Iraqê bikeve herêmê veguhezand in. Tê zanîn ku Lahor Cengî û PKK di nava hevgirî û şirîkatîyeke stratejîk tevdigerin.

Pustên heman beş