Ji HPGê daxuyanîyekî sosret ji boy gundê Dêşîşê

hpg-pkk-kurd-turk (2)

Navenda Ragihandina HPGê, daxuyanîyekî sosret a HPGê belav kir, HPGê di daxuyanîyê de li ser şehîd kirine sivîlekî bi destê arteşa Tirkîyê hinek nerîn dan, HPGê got: «Kesên ku Kurdan dikujin emê ji wan hesabê bixwazin û got xwîna şehîd Îbrahîm Hesan Mihemed li ardê namîne».

Rastî ev daxwuyanî gelek sosrete, ji ber ku heger HPGe bi rastî dixwaze rê li ber kuştina sivîlan bigre gelek rêbaz hene, a yekemîn eve ku HPGe-PKKe bes edî gundan jî boy xwe bikin mertala zîndî, bila neçe nav gundan û li hewşa malan tonelan nekole, cilê millet li xwe neke, erebeyên wan bi kar ne îne, lê belê PKKe berevajî dike û bi her rengî hewil dide ku gel bikeve nava şer de.

Ev sitratejîya PKKê ye, PKKe dixwaze gel di nava şer de be û lî peşîya çekdaran rawaste, ji ber vê yekê jî xwe dayîmî bi gund û kesên sivîl re sipartîye.
PKKe bi vê rêbazê xwe bû sebeba valakirine 5 hezar gundan li Bakurê Kurdistanê, ji ber ku ev xwe cîh kirina li nava gund, ne ji boy parastin u emniyeta jin, zarok û gelê sivîle, PKKê tu caran ev yêk ne kiriye armanca xwe, berevajî PKKe kuştina sivîlan, zarokan tenê weke mijarekî propaganda di deste xwe de bî kar anîye.

Çend mînekên biçûk:

PKKê li sala 1992ê gel rakir serhildanê le belê ne parast, li bajaran bi navê Kongirê Netewî komîte ava kirin, endamên kongirey hatin kuştin lê hayfa yekî ne hiland.

PKKê erîşa Hîzbullah kir, endamekê wan kuşt, pîştre xwe da paş, Hîzbullah li bajarên Bakur nêzî hezar însanê medenî kuşt.

Li sala 1994ê dijmin gund vala kirin, ji ber ku PKKê gund kiribûn navenda xwe, gel koçerbû lê PKKê alîkarîya yek însan nekir, her wiha sîyaseta xwe a çûna nav gund û malan û avakirina biryargehan li nava gundan jî tu carî berneda.

Lî Qendîlê malên şênîyan kirin cîhê civînan û bi vê sedemê balefiran li van malan di reşand.

Mînak li 1ê Tebaxa 2015ê lî gundê Zergelê li malekî de Cemîl Bayik hat hinek mêvan dîtin û pîştre jî balefira Tirkiyê bombabaran kir, 8 kesên medenî û du Gerila têde jîyana xwe jî dest da.

Tenê di şerê xendekan de PKKe çû nav bajaran xendek kolan, di nava 265 rojan de li 10 navçeyan xendek kolan, ji gel re gotin heger hûn jî taxa herin, emê dest danîn ser mal û mulkê we, gel neçar ma bimîne, di encamê de 285 kesen medenî u herî kêm 3 hezar kes ku milîs û çekdar bûn hatin kuştin, li gor amarên resmi gel %32 koçber bû.

Em dikarin hezar mînakê wusa bidin ku PKKê gel ji boy xwe bi kar anîye û qed li jiyana wan nefikiriye.

Em hemû dizanin ku Tirk dijminê gelê me ye, her daîm jî dixwaze Kurdan bikuji, başe çima PKKe rê vedike Kurd werin kuştin? Li heman demê çima PKKe bi xwe Kurdan dikuje? Em kuştina dijmin fêm dikin lê belê ya PKKê na!!.

Heger em bînîn ber hev Kurdên ku PKKê ji ber bi kar anîna wan weke mertalê zîndî kuştine û yên ku Tirkiyê kuştine, wê diyar bibe ku PKKê bi qasî Tirkiyê Kurd kuştine.

Heger PKKe dibeje ku ezê ji boy kuştina Kurdan hesabê ji wan pirs bikim, bila ewil ji xwe hesabê bixwaze.

Pustên heman beş